Dîroka Kurdistanê
Evîn Berçem - 3 Oct 2009 Kurdistan hem li gor paşmayên şûnewaran û hem jî li gor tekstên di kitêbên pîroz de hatine nivîsîn, cihekê diyar di dîroka cîhanê de heye. Ev yek jî di dereca yekê de ji wan çavkaniyan tê, ku piştî bûyera tufana mezin ku keştê Nuh li ser çiyayê Cudî rawesta û careka din li vê deverê mirov vejiya û li cîhanê belave bû.
Li gor van rastiyan ne ecêbe ku bêjîn yekem yadgara mirovan li Kurdistanê hebûna xwe hebûye, weke şikefta Şaneder li çiyayê Biradust li devera Barzan, ku şûnewarên hestiyên laşê mirovê Niyandirtal dîtiye, jiyê wî 45-60 hezar sal dibe, herwesa bo cara yekê zîraet (çandin) li gundê Çermoy a rojhilata Çemçemalê şûnewarên zîraet kirin û heywan bixwedî kirinê lê hatine dîtin. Eve û jibilî bi dehan şûnewarên din ku kûratiya şaristaniya Kurdistanê nîşan didin.
Di Kurdistana kevin de dewlet û impratoriyên bi nav û deng hebûne ku di dîroka dêrîn de zanyarî li ser hatine tomar kirin. Weke; Soiyî li devera Sobarto di naverasta hezara siyê ya berî zayînê de ku deshilata wan di demekê de hata devera Ur vegirtiye, Lolo li devera Mezopotamiya û bi taybetî li deştên Zehaw û Şarezor ku di serdema Aşoriyan de ji wan deveran re digtin weltê Zamwa, di hezara siyê ya berî zayînê de Lolo xwedî dewleteke bihêz bûn û paytexta wan bajarek bû navê Ximazî bû.
Li devera bakur û rojhilatê welatê Loloyan navê dewleteke din tê gotin, bi navê Gotî yan jî Gotiyan, ku ew jî, navê wan jî, di hezara siyê û hezara duyê berî zayînê de derbas dibe ku demê sed salan hukim li deverên naverasta Îraqê jî kirine.
Kaşî yan di naverasta hezara duyê berî zayînê de dewleteke bihêz avakirin û li Kurdistanê deshilata wan hebû, û di sala 1595-1162 berî zayînê de, hukim li welatê Babiliyan kiriye û gelek şûnewarên şaristaniyê li paş xwe bicih hêlane.
Miletên din yên bi nav û deng ku nav û desthilata wan li Kurdistanê hebûye weke Mîtanî, Toranî û Medî. Lê belê Medî ji miletên kevnare yên Kurdistanê ne û di sedsala heftê berî zayînê de wan impratoriyeke mezin ava kirin û bi hevkariya keldaniyan di sala 612 berî zayînê de dewleta Aşoriyan ji nav bir û bajarê Nînewa paytexta aşoriyan kontrol kir. li gor hin lêkoleran Medî bapirên kurdane, ji ber hindê kurda sala damezrandina dewleta wan, sala 700 berî zayînê bi destpêka sala kurdî qebûl kiriye.
Kardoxî ku di devera Botan de hebûn, qismekê lêkoleran wan bi bapîrên kurdan qebûl dikin. Zeynefon nivîskarê bi nav û deng ê Yonanî, piştî şikestina leşkerê wî di şerekî navxweyî bi Hexamenîşan re, li gel 10 hezar serbazên xwe di sala 401 ê berî zayînê de di erdê, axa Kardoxiyan re debaz dibin û wî gelek zaniyariyên hêja li ser Kardoxiyan tomar kirine.
Herweha, di salên paştir de li Kurdistanê gelek bûyer û guhertin çêbûn, weke şerê Gogmêr ku nêzîkî Hewlêrê di sala 331 berî zayînê de di navbera leşkerê Eskenderê Makedonî û leşkerê Hexamenişyan de rû dabû. Paşî Kurdistan bi zorê ketiye bin destê deshilatdarên Eşkan, Hedyab, Sasanî, Bîzentî û Romê de.
Piştî peyda bûna Îslam û destpêka berfirehbûna(fetih) wê, Kurdistan jî bûye sehna bûyerên mezin û giring. Her di sala 16 koçî (hicrî) de hindek deverên Kurdistanê weke devera Celewla, Helwa, Kermanşah, welatê loristan bi olê îslamê aşna bûn. Di sala 35 koçî de piraniya Kurdistanê kete bin destê misilmanan .
Li ser demê Emewiyan de ( 41-132 K) mirov dikare bêje ku kurdan qonaxa xwe ya guhestinê derabas kir, welatê wan ji ber asêbûna wî bibû penageha Xewariciyan û kurdan jî di hindek bizavên Xewariciyan de beşdarî kir. Di wê demê de kurd weke misilamanên ne ereb rastî zilim û teadayê hatin. Ji ber vê yekê kurdan alîkarî û piştevaniya Ebasiyan kir li dijî Emewiyan û dewleta Emewiyan herifand û Ebasî hatin ser hukmî.
Li ser dema Xelafeta Îslamê de, bi taybetî di dema hukmê Ebasiyan de( 132-656 K), derfetên deshilata siyasî ji kurdan re peyda bûn û di hin deveran de kurd bûn xwedî deshilat. Di destpêka sedsala çarê ya Koçî de, sedsala dehê ya zayînê de, çend hukimdariyên kurdî weke mîrek û dewletên kurdî çê bûn. Mîna:
- Mîrnişîna (mîrek, îmareta) Eyşanî 300-350 K/ 912-961 Z, di deverên rojavayê herêma çiyayên Lenehawend, Dînewer, Hemedan, Samnan û heta sînorê Azerbaycanê. Bi nav dengtirîn mîrên wan Windadu Xanim bû.
- Mîrnişîna (îmarata) Rewadî ( derdorên 337-468 K/ 984-1071 Z), di bajarên Meraxew, Tewrêz, Erdebîl, Xuy, Selams û .…htd. bi nav dengtirîn mîrên wan: Mehemed Hisên Rewadî, Ebo Heycay Rewadî û Memlanî Rewadî.
- Mîrnişîna (îmareta) Şedadî 340-595 K/ 951-1198 Z. di devera Aran, bajarên Berde´e, Dibîl, Gence, Baku û çend bajar û navçeyên din. Mîrnişîna Şedadî her çi qas ji aliyê Selcuqiyan ve hat lawaz kirin jî, lê belê heta sala 595-1198 Z li bajarê Anî her berdewam kir. Mîrên wan yên bi nav û deng: Mehemed kurê Şedad, Fezlun û Eboleswar û hinekên din. - Mîrnişîna (îmareta) Hesenweyhî 438-406 K/959-1015 Z, li deverên Şarezur, Şaporxwast (Luristan), Dînewer, Hemedan û hin bajarên din. Mîrên wan yên bi nav û deng; Hesenweyhî kurê Hisênê kurdî, Mîr Bedir kurê Hesenwyhî ku yek ji bi nav û dengtirîn mîrên kurda nin, di dema deshilata xwe de diravê taybet bi wî hebû. - Mîrnişîna (îmareta) Merwanî 373-489 K/983-1096 Z, li Kurdistana naverast û Bakur, li Diyarbekir û bajarên Mîxartîn, Mardîn, Amed, Xelat, Bedlîs û deverên din hukim kiriye. Damezênerê vê Îmaratê mîr Bad kurê Dostekî Kurdî ye, mîr Munehed Eldewle, mîr Nesruldewle û Ahmedê kurê Merwanî ku bi nav û dengtirîn mîrê kurdan bû, zêdetir ji 50 sala hukum kiriye. Deshilata wî weke dewlet dihat naskirin û dewletên Ebasî, Boweyhî, Fatimî, Bêzentî û Selcuqî îtîraf pê kir bû. Gelek karên avadankirinê, vejandina jiyana civakî, aborî di Kurdistanê de encam dane. Di piraniya bajarên di bin deshilata wan de deravê taybet bi xwe ve hebû. - Mîrnişîna (îmareta) Ennazî 381-511 K/ 1046-1139 Z. vê îmaratê li deverên Helwan ji aliyê kurdên Şazencaniyan ve hatbû damezrandin. Paşî deshilata wan berfireh bû bo bajarên Esed Abad, Daqauq û deverên din. Mîrên wan yên bi nav û deng; mîr Ebolfetih Meheme kurê Ennaz, mîr Hisam Eldewle û Ebo Şuk û mîr Surxab kurê Bedir bûn.
- Mîrnişîna, (îmareta) Hezbanî 347-534 K/1046-1139 Z, bingehê wê bajarê Hewlêr bû, li tevaya deverên derdora Hewlêrê hukim kiriye. Mîrên wan yên bi navdeng; Îsa kurê Mûsayê Hezbanî û mîr Ebolhesenê kurê Muskîyê Hezbanî.
Piştî hatina Selcuqiyan piraniya îmaratên kurdan lawaz bûn û ber bi nemanê çûn. Lê kurda her rola xwe hebû ye, di şerê navdarê Milazgirda de hevkariya Selcuqiyan kirye ku bi ser Roman de biserkeftin.
Di serûbendên hatina Mexulan de bo Kurdistanê, kurd rastî wêrankarî û ziyanên mezin hatin. Ji ber ku ev herêma Kurdan ji bo Mexuliayn gelek girîng bû. Hem dikeft ser rêya bo Bexdayê, ji ber vê yekê di sed sala 7 K / 13 Z, de gelek zerer giha kurdan di wê deverê de.
Di dema deshilata hêzên dagîrkerên Kurdistanê de, herçende gelek zilim û zordarî li kurda hat kirin lê belê kurda xwe parast û winda nebûn û deshilata wan jinavneçû.
Gelek îmaratên kurdan di deverên cihê de yên Kurdistanê hukimdarî kir û hêzên Celaîrî, Teymorî û Qereoynlo…htd, Kurdistan kir, bû meydana şer û hevrikiyê, heta derkeftina Osmaniya û şerê Çaldêran 1514 Z, ku mîr Şerfxanê Bidlîsî di kitêba Şerefname de zaniyariyên giring li ser deshilata kurdan nivîzîne.
krg |