Hevpeyvîn, bi hozanê kurd Ali Baran re..
Evîn Berçem - 10 Oct 2009 Bi salan hozanê kurdan li dûrî welatê xwe jiyane. Qedexeyîya zimanê kurdî, astengiya li ber hûner ê hozanên kurda bû. Mûzîka kurdî jî wek hûner û edebiyatê kurdan li derveyî welat, bi taybetî li Ewrûpayê bi destê hûnermendên kurda, sal bi sal berxwedanek domand. Gelê kurdên penaber li Ewrûpayê, di Newroz û pîroz kirina rojên cejnan de hestên xwe ên bêrî kirina welatê xwe û penaberiyê bi ahengê kurdî ji hûnerên hozanên kurda, şad kirin. Alî Baran yek ji wan hozanê kurdî ên jiyana xwe di hêlîna jiyanê de, li Ewrûpayê, bi mûzîka kurdî xemilandiye.
Ji doh..heta îroj.. Em pêşî jiyana Hozan Alî Baran binêrin. Kîye Baran û çawa hatiye vê rojê?
"Ez di sala 1956 li Dersime ,Hozatê, ji malbata Feqîr hatime dinê. Navê min yê rastî Ali Baran e. Bi navê BARAN hatime naskirin".
Alî Baran di 7 saliya xwe de daholê dixe û 12 saliya xwe de li tenbûrê dixe. Baran, dema 7 saliye xwe, çûna dibistanê`de fêrî zimanê tirkî buye. Dibista ewilî li gundê Bargenê diqedîne û li bajarê Elezîzê mekteba Navendî û Lîse dixwîne. Di cejnan de bi tirkî jî distirê.
"Min dibistana Navendî li bajarê Elezizê xelas kir û piştre jî çûm Lîse. Sala 1973, ji sebebên sîyasî ji dibistanê hatim avêtin. Sala 1975 çûm Xozatê û min 1977 de Lîsê li wir qedand. Cara yekemîn, sala 1976 li Xozatê , bi ziman û stranên kurmancî derketim pêş gel. Piştre jî gelek deran, bi stranên şoreşgerî derketim pêş gelê xwe".
Baran bi stranên xwe ên şoreşgerî li ser gelê xwe tesîrek mezin diafirîne. Ji bo vê yêkê jî polîsan gelek caran êrîşê wî dikin. Sala 1977 li Diyarbekirê, sînema Dîlanê, konserekî mezin dide û tê girtin. Nêzîkî 2 mehan di girtîgehê`de dimîne. Piştî girtîgeha Diyarbekirê diçe Elmanyayê. Li Elmanyayê xwendina xwe didomîne û dest bi Zanîngehê dike. Demek beşa kîmya,demek jî beşa muzîkê dixwîne. Sala 1982`de Cunta Leşkerî li Tirkiyê hatin ser hukmê. Ali Baran û 12 rewşenbîrên Kurd û Tirk ji hemwelatiyê tirkî avêtin.
"Albûma min a yekemîn di sala 1981`de bi navê " Lo warê" derket. Piştre sala 1984, ‘Derîye Hepisxanê, sala 1987 ‘Ey Dersimê”, derket û navê Baran bi taybetî vê kasetê tê nasîn. Ziman û şîroveyên mûzîka min bi zazakî, kurmancî û tirkîye".
Sala 1989 de Kaseta ‘Helepçe û Zindan’ û di sala1991 de kaseta ‘Çene Çene” derdixe Hozan BARAN sala 1992 bi pasaport a elmanî wek elmanekî vedigere Tirkiyê û kaseta ‘Destê Ma”, derdixe. Sala 1995 de kasetekî bi konseran ên ji radyoyên elmanî hatiye girtin derdixe, Sala 2000 de kasetekî bi navê ‘Evîna Me” û sala 2005 de albumekî nûh bî navê ‘ Teberikê” derdıxe. Heta nûha 9 albumên muzikê û CD, 3 klîp/VSD û kasetên vîdeo ê Baran derketiye. Baran 20 salan ji welatê xwe dûr maye. Nûha tê û diçe welatê xwe. Bi temamî karê muzikê dike û jiyana xwe li Elmanya yê didomîne.

BARAN: “Ez ji azadiyé pir hez dikim û azadiya xwe diparézim. Divê hûnermend û rewşenbîr azad bifikirin”
Evîn Berçem:Ji bo Baran felsefa jiyanê çiye? Baran: Jiyan ji bo min welate û gêle Kurde! Jiyan bê miletê xwe, bê tame. Di nav miletê xwe, bi çand û edetên xwe ,zarok mezin kirin û jiyan kirin daxwaz û hêviya mine. Felsefa jiyanê, ji bo min, ji gêle xwe re xizmet kirine û ev yek, ji bo min serbilindiye!..
Evîn Berçem: Tu bi salan li derveyî welatê xwe jiyana xwe domand. Gelo, bandora van salên Ewrûpa gûhertin û pêşveçûn yan jî tesîrek li mûzîka Te kiriye?
Baran: Raste, em dixwazin ewrûpayî mûzîka me gûhdarî bikin û mûzîka me jî bikeve di nav mûzîka cîhanê. Ez bi xwe melodiya mûzîkê xwe ê otantîk xera nakim, lé, harmoniyên nûh derdixim û ew harmoniyên ku ez li ser dixebitim, mûzîkvanê ewrûpayî lê dixin; gîtar, el.gîtar,çello û daholên ewrûpayî tamekî nûjen dide mûzîkê û ewrûpayî jî dikarin li me gûhdarî bikin.
Evîn Berçem: Berî çend salan tu vegeriya welatê xwe. Gelo tu dikare hepkî behsa vê hevdîtinê bike? Ecêb rastiya welat ji bo me kurda ê Ewrûpa yê bi şiklekî dinê xûya dike? Em kurdên ewrûpayê xeyalên xwe bi dûrî rastiyê dixemilînin?
Baran: Raste, beri 15 salan bi pasaportê elmanî vegeriyam welat, dewleta tirkan sala 1981 min ji hemwelatiya xwe avêtin. Sedem ew bu ku ez bi zimané xwe distirêm û wek welatparêzekî erd û çanda xwe dixwazim. Ji bo van sedeman ez bûm penaber û sala 1992 jî min pasaporta elmanî wergirt. Cara yekemîn, 1993, çûm Tirkiyê û min ji bo şevên HADEPé û şevên Kovara DENG re konser da. Dewletê Tirkî nehişt ku ez herim Welat,dû caran çûm heta Xerpitê (Elezizé) dewleta Tirkî astengî derxistin û nehiştin ku ez biçim Dersimé. Cara ewilî,piştî 20 salan ez çûm Dersimê.
Evîn Berçem: Rewşa mûzîka kurdî a rojane çawaye? Nûha gelek mûzîk-çêkerên me dest bi mûzîka kurdî a modern kirine. Herweha stran û helbestên bi salane, ên dengbêjan; bi gotineke vekirî, modernîze dikin û gelek ceribandin bi mûzîka kurdî dikin.Gelo dîtinên te di vê derheqê de çiye?
Baran:Mûzîka kurdî li dinyayé de nehatiye naskirin. Em Mûzîkwanén kurd bi nav û deng, bi salan li Ewrûpayê mûzîk çê dikin, lê, em nikarin mûzikên mîna ewrûpayiyan çêkin. Sedem ewe ku, jiyana me ne wek ewrûpayîyane. Em li Ewrûpayê dijîn,lê,jiyana me Kûrdistanîye. Xwarin û vexwarin , rabun û rûniştina me ne wek ewrûpayîyane. Em li Ewrûpayêne, lé, mejiyên me, xeyalén me û rûhên me li Kurdistanéye. Xortén Kurdan ên li vir mezın dibin, jenerasyona nûh, nûha teze dest pê kirine. Mûzîkên kurdî tînin ziman û didin nasîn. Ê wek AZAD. Xetar ...başe, ez li dijî vê mûzîka nûh nînim, gerek ew jî hebin, lé divê melodiya wan jî bi ahengên Kurdî bin. Ger melodî bê guhertin, tenê gotin Kurdî dimîne û tu mane namîne. Vê gavê însanê gûhdarî bikin, nizanin ew mûzîka çi welatiye û tama Kurdî jé nayê. Hinek jî mûzîk çê dikin bi ejnebiyan re, lé, hîn bêtir xerab dikin û bi dîtina min ew nabe mûzîka kurdî. Ziman û çanda me 5 hezar salî ye û gelek balkéşe. Melodîyên me gelek rengîne, mûzîkvan dikarin van melodiyên esas bigrin û harmoniyên wan derxînin û sazén kurdî jî telve lêxînin. Blûr,dûdik tenbûr,dahol,zirne,fik, erbane , def û én din.... Gelek balkêşin, bi dîtina min. Vana enstrûmentên kûrdîne, gerek bi van sazan mûzîkên xwe bixemilînin ku rengê kurdî çêbe û milletên din jî bizane ku ev mûzîka kurdîye. Mesela, cara ku mîrov mûzîka çînî, latîn emerîkayî, erebî gûhdarî dike, zane ku ha..wa mûzîka kî derêye. Gerek em mûzîkvanên kurd jî bi enstrûmentên kurdî mûzîkên xwe çêkin ku miletên din jî mûzîka kurdî nas bikin û bizanin. Ez bi salane devoka Kurdî ber nadim, stranên xwe otantik dixwînim û dibêjim û gava dibêjim, ez bi xwe jî xemgîn dibim,yan jî bi keyf dibim , yanê ji dil û cané xwe dihesibînim, ger mûzîkwan rewşa gelé xwe nizane, di gotin û mûzikên xwe de nikare êş û daxwaza miletên xwe bîne ziman, mûzîkên wî li ser kesekî tesîr nake. Gerek mûzîkvan wek miletên xwe bijî û bizane mûzîk çêke. Sitranbêj yan jî hozan, çav û zimanê gelê xwe ne, daxwaz û hêvîya gel tînin ziman.
Evîn Berçem:Bi salan mûzîka kurdî di bin bandora sîyasetan de ma. Hozanên bijarte mîna Şivan Perwer , Aramê Tikran, Alî Baran, Eyşe Şan ûhwd. mûzîka me ên folklorîk/klasîk û gelêrî de bûn mînak. Lê hejmarekî dûdirêj jî heye ku di nav rêxistinan de wenda bûn… Bi ramanê min hûner û çanda me di nav rêxistinan de û di nav perspektîvên teng de fetisîn.. Tu çawa difikire?
Baran: Gerek hûn ferqa hûnermendan û sitranbêjan bizanin. Hûnermend bi mereqin, çavên wan guhên wan vekirîne. Hûnermend rewşenbîrên welatin. Lé sitranbêj tenê sitrana kesên din dibêjin û perên xwe dixin bêrîka xwe û diçin mala xwe û radikevin. Hûnermend revşenbîrin û gerek di bin tesîra sîyasetande nemînin, gerek fikir û dîtinên xwe bê tirs bînin ziman. Nebin xulamên axan,nebin berfekên komel û partiyan. Gerek dîtinên xwe bi xwe şîrove bikin û di sitranên xwe de bînin ziman. Ger em daxwaz,êş û jana miletên xwe neyinin ziman, em nikarin bibin hozané gelê xwe. Ger min bi tirkî bistiranda minê pir pere gezenc bikira û rewşa min jî ê aborî gelek baş bûya. Lé, ez nûha di nav miletê xwe de di nav rêxistin û siyasetan de şûna xwe girtime û ji bo vê yekê jî ez pir serbilindim. Ez qet dijî tu sîyasetekî nînim û hemû partî û rêxistinên kurda yek dibînim û hez dikim. Lé, di bin tesîra tu kesî de namînim û nabim berfekên wan. Ez ji azadiyé pir hez dikim û azadiya xwe diparézim. Ger hûnermend û rewşenbîr azad nebe, nikare sitranén azadiyê bêje û nikare sîyasetan bi serbixwe şîrove bike.
Evîn Berçem: Alî Baran ji kîjan hozan/dengbêjan gûhdarî dike?
Baran: Ez hozan û dengbêjén kurda pir hez dikim û guhdarî dikim. Arifé Cizrawî, Hesenê Cizrawî,Ayşe Şan, Qawis Axa,Aramê Tigran,Hesen Zîrek,Erdoxan Zaxoyî û Elî Merdan. Én din jî.....hemûyan guhdarî dikim. Bave min Mahmud Baran hozaneki bi nav û denge, li ser min jî pir tesîr kiriye. Bavê min sala 1975 çû rahmeté, lé ev 34 sale, ez tim wî guhdar dikim û sitranên Arif,Hesen Cizrawî,Qawîs Axa,Zaxoyî û Mahmut Baran min şirove kiriye.
Evîn Berçem: Projeyên te ji bo pêşerojê çine? Albûmek yan jî klîbek heye di nav demekî kin de?
Baran: Erê, ez dixwazim herim Kurdistana azad û li wê derê konseran bidim. Berê, sala 2002 berpirsiyarê Kurdistan TV Helîl carekî got wî dixwazî ez herim Kurdistan TV û car din ne anî ziman. Ez jî bi serê xwe naxwazim wek turîstek herim.Min hêvi dikir ku kurumekî Kurdistanî min dawet bike û bibe berpirsiyar, ji min re konser amade bike û di kanalên tv ya Kurdî de programan çê bikim. Heta niha ez li benda dawet kirina televizyonên Kurdistana azadim . Yan jî gazî kirina hefleyekî/konserekî me. CD mûzîkê min ê nûh amade kirî heye û ji MİR Muzik de derkeve.Serê vê mehê CD derdikeve.
Evîn Berçem:Tengasî û problemên hozanên kurda çine?
Baran: Tengasîyên me hene. Piyasa mûzîkên kurdî ji bo me ne zehmete lê, firotın probleme. Ger hûnermendek bi hûnerên xwe jiyana aboriyê nikare bimeşîne, diçe karekî din dike. Ger hûner hozanan têr neke, ew jî, ji ber rewşa xwe ê aboriyê dev ji mûzîkê berdide. Ev jî normale, dewleta Kurdan tune ye...Ger welatê me azad ba, serbixwe ba,çand û hûnerên me jî azad dibû û me jî aborîya jîyana xwe bi mûzîka xwe ava dikir. Ji bo vê yekê jî, bi dîtina min, tengasiyên me bi azadiya miletê me girêdayî ye. Lê mixabin, rexneyekî dixwazim li dewlemendên kurdan bikim. Perê wan ji hûnermendên tirkan re, ji stranbêjên ereb re heye, lé, ji bo hûner û çanda kurdî tune. Diçin kasêt û CD ên wek Tatlises, Tarkan, Mahsûn dikirrin, lê, CD a me ên ku bi salan em di nav tengasiyan de derdixin û distirên, naxwazin bikirin. Naxwazin bibin sponsor ji me re, ji bo mûzîk û hûnerên kurdî...Ez nûha dixwazim klîp û filîman çêkim, lé, mixabin îmkanê min tune.

"Ez dixwazim herim Kurdistana azad û li wê derê konseran bidim".
Evîn Berçem: Di van salên dawî de bi dilxweşî em dibînin ku hinek nivîskarên me, xwe ji bandora rêxistinan/îdeolojiyan azad kirine û dixwazin di rêyeke gerdûnî de bimeşin. Gelo Alî Baran bi taybetî kîjan nivîskaran û çi dixwîne?
Baran: Mıxabın.. rexnekî min ji hinek sîyaset û partîyên kurdan re hene. Ew dixwazin em pesna wan bidin, tenê şevên wan û TV ya wan beşdar bîn, ji wan û wan binivîsin... ev jî tengasîyeke. Ev yek ji bo min nabe û ez nikarim tiştên weha bikim! Ez hozanê gelê xwe me û ji bo gelê xwe distirêm. Ez ji Cegerxwîn hez dikim, Musa Anter, Mehmet Uzun başin. Hasan Bildirici dixwînim. Şêrko Bêkes hez dikim. Ji hemû nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin hez dikim.
Evîn Berçem: Em wek malpera www.netewe.com , ji bo te serfirazî û jiyanekî bi dilşahî di nav hûnerê de hêvî dikin.
Baran: Ez jî sipas dikim û ji bo we serfirazî hêvî dikim.
Hevpeyvîn: Evîn Berçem |