RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Hevpeyvîn bi serokê Komîteya Nivîskarên Sirgûnê ya PENa Swêdê Firat Cewerî re…


avatar
Çeto Omerî - 19 Dec 2009
Ev zêdeyî 30 salî ye ku Firat Cewerî di nav cîhana edebiyat û afirandinê de ye. Wî bi zimanekî qedexe dest bi nivîsandinê kir, ew ziman hilda û anî warê edebiyata bilind. Cewerî bermayê Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Erebê Şemo ye. Firat Cewerî bi helbestê dest pê kir, derbasî çîrokê bû û li romanê sekinî.

Romana wî ya dawî ”Ez ê yekî bikujim” niha di destê me de ye.
Romantîzm, surrealîzm, postmodernîzm û xeyalê zanistî (science fiktion) di teknîka Firat Cewerî de rastî me tê û di edebiyata me de rûspîtiyek e.
Nivîskariya Cewerî kaniyek bê dawî, hezkirinek bê şert û merc û evîndariyek di nav fedakariyê de ye. Bingeha her kar û xebatên wî kurdperwerî ye, dewlemendiya edebiyata kurdî ye.

Ev nivîskarê me yê jîr niha di PEN-a Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê dike. Me xwe gihandê û em pê re li ser kar û xebatên wî ên di PEN-ê de peyivîn:


– Ez pêşî dixwazim em bi vê gotina PENê dest pê bikin; gelo PEN çi ye?

Firat Cewerî: Navê PEN-ê ji kurtkirineke sê peyvên îngilizî tê; P=poet, E=essayist, N=novelist. Yanî şaîr, gotarnivîs û romannivîs. PEN di sala 1921ê de ji aliyê C. A. Dawson Scott û John Galsworthy li Londrayê ava bû. Armanca PENê ew bû ku li mafên nivîskar û şaîran xwedî derkevin. PEN li Londrayê ava bû, lê di pêvajoya salan de li seranserî dinyayê belav bû. Îro li zêdeyî heftê welatan klubên PEN-ê hene. Hemû jî bi PEN-a International, yanî bi PENa navneteweyî ve girêdayî ne. PEN rêxistineke ideal e, bi tu partî, rêxistin û dewletan ve ne girêdayî ye, slogana wê azadiya fikrê û mafê gotina azad e. Hemû PENên dinyayê bi hev re di têkiliyê de ne, li mafên hemû nivîskar û rojnamevanên ku ji ber nivîs û fikrên xwe hatine girtin xwedî derdikevin, bi hevdîtin û nameyên protestoyê ji desthilatdariya wan welatan daxwaza azadkirina nivîskarên girtî dikin. PEN carina hin nivîskar û rojnamevanan ji îdamê rizgar dikin, carina jî hinan ji zîndanan didin berdan. PEN berdevk û parêzerê hemû nivîskarên dinyayê ên girtî û zilmdîtî ne.

– Tu kînga bû endamê PEN a Swêdê û rola Te di nav PEN ê de çi ye?

– Ez di sala 1987an de bûm endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê, lê ez ne endamê PENê bûm. Berî bi sê salan gava komîteya PENê ya hilbijartinê (valberedning) li min geriya û xwestin min pêşniyazî endametiya Komîteya Karger bikin, ez kêfxweş bûm lê min tavilê qebûl nekir. Min got karekî giran e, ez ê ji bin dernekevim. Min bawer nedikir ku ez ê bikaribim berpirsiyariyê ji rêxistineke evqasî kevin û girîng re bikim. Ya din, nêzîkî 600 endamên PENê hene, hemû jî mirovên bijarte û giregirên edebiyat û çapemeniya Swêdê ne. Ez çend rojekî fikirîm, ez di qebûlkirin û qebûlnekirinê de dudilî bûm, lê komîteyê ez qanih kirim ku ez ê bikaribim ji bin wê berpirsiyariyê rabim. Wan ez nas dikirim, di warê têkilî û dîplomasiyê de hinekî jî pesnê min dan, ez xistim bin fediyê û min jî qebûl kir. Ev hê berî gotina Barack Obama ”yes, we can” bû.
Yek jê min got ez ê demekê biceribînim, heke min dît ez nikarim ez ê jê vekişim. Ya din jî, min got madem firsendeke weha ketiye destê kurdekî, divê jê venekişe. Min qebûl kir û ez di kongreya salane de bi yek dengî hatim hilbijartin.
Digel ku ez dizanim civat bi rêxistinan ve bi rê ve diçin jî, dîsa ez bi xwe zêde ji karên rêxistinî hez nakim. An ez ê di Komîteya Karger de mîna endamekî pasîv bimama, an jî diviyabû min di Komîteyê de xwe bidaya bin berpirsiyariyan û karekî bikêrhatî bikira. Di civîna me ya Komîtê ya pêşî de ez wek cîgirê serok hatim pêşniyaz kirin, lê min nexwest, min got ez nivîskarekî sirgûnê me, ez li sirgûnê dijîm û ez dizanim ku li Swêdê bi sedan nivîskar li sirgûnê dijîn û divê em tiştekî ji van nivîskaran re bikin. Gava hevalên din jî dîtin ku ez dixwazim di komîteya Nivîskarên Sirgûnê de cih bigirim, wan ez wek serokê Komîteya Nivîskarên Sirgûnê hilbijartim. Ji roja roj de, yanî ji roja ku ez ji bo Komîteya Karger hatime hilbijartin, ez di Komîteyê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê jî dikim.

– Hersal çalakî/semînerên PENê tên lidarxistin. Em di rojname û di malperên PENên cûda de dixwînin. Mînak: Komîteya Nivîskarên Zîndanê her sal çalakî û semîneran li dar dixe û naverok herdem li ser nivîskarên girtî ne. Tu wek serokê Komîta Nivîskarên Sirgûnê ê PENa Swêd dikarî hebekî behsa çalakî/semînerên xwe bikî? Hun çi karî dikin û çawa dixebitin?

– Di PENê de komîteyên cihê cihê hene; wek Komîteya jinan, ya edebiyatê, ya ziman, ya nivîskarên sirgûnî û ya nivîskarên girtî. Komîteya me ya nivîskarên girtî di warê azadiya fikrê û gotina bi azadî hin semîner û çalakiyan li dar dixe. Her komîte, bi qasî ku bi hev ve girêdayî ne, ewqasî jî serbixwe dixebitin. Ew di çarçoveya komîteya xwe de çalakiyan li dar dixin. Bêguman li gora her welatan jî rol û berpirsiyariya komîteyan dikare were guhertin. Bo nimûne girîngî û rola komîteya jinan, an jî ya parastina mafê jinan li Swêdê cihê ye, li Afganistanê cihê ye. Dîsa rola Komîteya Nivîskarên Sirgûnê li Swêdê cihê ye, li Îranê cihê ye. Li Swêdê hem jin azadtir in, hem jî rêxistinên wan hene, yanî ew zêde ne bi hewcedariya PENê ne. Lê li Afganistanê hewce ne. An jî bi sedan nivîskarên biyanî li Swêdê dijîn, lê hejmara nivîskarên biyanî ên ku li Îranê dijîn bi sînor e. Loma, PENên her welatî li gora hewcedariyên xwe dixebitin û çalakiyên xwe jî di wê çarçoveyê de bi rê ve dibin.

– PEN Xelata dide nivîskaran. Îsal jî xwediyê vê xelatê nivîskarê erîtrî Dawit Isaak e. Xelata Tucholsky. Nivîskar çawa tê hilbijartin, krîterên we çi ne û komîte ji çend endaman pêk tê?

– Em salê du xelatan belav dikin, yek jê xelata Tucholsky e, yek jî xelata Bern e. Xelata Bern ji bo nivîskarekî swêdî ye ku di berhemên xwe de bi awayekî piralî behsa bajarê Stockholmê dike. Ev xelat ji aliyê restorana navdar Bern tê dayîn. Herçî xelata Tuchkolsy ye, li ser navê Kurt Tucholsky tê belavkirin. Kurt Tucholsky nivîskarekî ku ji ber zilma nazîstan bazdabû, xwe spartibû Swêdê û piştî demekê ji ber neçariya sirgûnê xwe kuştibû. Ev xelat xelateke navneteweyî ye, wek ya Nobelê ye; lê ya me ji qîmeta edebî wêdetir, rewşa nivîskêr ya siyasî li ber çavan tê girtin. Yanî ev xelat bêtir diçe ji şaîr, nivîskar û rojnamevanên ku hatine girtin, girtî ne, azadiya wan a fikrê hatiye bisînorkirin, di bin zilmê de ne. Bêguman, li vê cîhana me bi sedan û bi hezaran nivîskar bûne qurbana fikrên totalîter û ji bo ku wek wan nafikirin an jî rexne li despotîzma wan girtine, ji azadiya xwe bûne, ketine zîndanan û di bin şertên gelekî zehmet de dijîn. Loma, heta niha ev xelat bûye para nivîskarên welatên cihê. Li Tirkiyê yek ji kesên ku ev xelat heq kiriye jî Îsmaîl Beşîkçî ye. Min pêrar xwest Îsmaîl Beşîkçî aktuel bikim, min ew bi Komîteyê da naskirin, ji wan re li ser wî kurtesemînerek da û piraniya wan qanih bûn ku Îsmaîl Beşîkçî navekî baş e. Ez hingî bi sekretê PENa navneteweyî Eugene Schoulgin re peyivîm, Eugene bi eslê xwe norvecî ye, berê serokê PENa Swêdê bû, lê niha li Stenbolê dijî û sekretê PENa navneteweyî ye. Wî jî got ku Îsmaîl Beşîkçî navekî baş e, lê got Beşîkçî xelatan qebûl nake. Min berê jî bihîstibû ku Beşîkçî xelatan qebûl nake, lê min got ev xelata PENê ye, 150 000 kronên swêdî ye û wê Beşîkçî firsendê bibîne û ji xwe re çend mehekî li Swêdê bi azadî bixebite û belkî li çend bajarên Swêdê çend semîneran jî bide. Ez li hevalê xwe Muhsîn Kizilkaya geriyam, min got ka ji kerema xwe re bi Îsmaîl Beşîkçî re bipeyive, bibêje heke PENa Swêdê xelateke weha bidiyê ew ê çawa bibîne. Beşîkçî ji Muhsîn Kizilkaya re gotibû ku wî tu carî xelat qebûl nekirine û mixabin, wê vê xelatê jî qebûl neke. Min hingî bi henekan ji Muhsîn re got, an ev zilam dîn e, an em dîn in. Lê paşê ez lê fikirîm ku Beşîkçî derwêşek e, derwêşekî karê xwe ye.
Di eslê xwe de piraniya entelektuelên ku dibin qurbanên fikrê xwe derwêşê karên xwe ne. Wek te jî kerem kir, me îsal ev xelat da Dawit Isaak. Dawit Isaak rojnamevanekî bi eslê xwe ji Erître ye, li Swêdê dijiya û welatiyê swêdî bû. Ji bo ku di gotarekê de desthilatdariya Erître rexne kiribû, ev zêdeyî heyşt salan e girtiye û kes nizane bê çi bi serê wî de hatiye. Lê li Swêdê piştgiriyeke mezin ji Dawit re heye. Ez dikarim bêyî dudilî bibêjim ku di dîroka Swêdê de pêştgiriyeke evqasî mezin heta niha ji tu kesî re nebûye. Me jî îsal Dawit Isaak maqûl dît û me xelata Tucholsky da wî.


firat-ceweri1.jpg
"Di eslê xwe de piraniya entelektuelên ku dibin qurbanên fikrê xwe derwêşê karên xwe ne"


– Ji bilî Dawit Isaak tu navên din jî hebûn?

– Belê, ji xwe em hemû endamên Komîteyê bi navên xwe diçin civînê. Em heryekê navekî du navan hildibijêrin, li ser wan navan agahdariyan bi dest dixin, di civînê de li ser wan şiroveyên xwe dikin û kîjanî/kîjanê bêtir heq kiribe, em xelatê didin wê/wî. Îsal berendamên me ji Îranê, Çînê, welatên Afrîkayê û Rûsya spî hebûn, lê me ji nav wan yê herî maqûl Dawit Isaak dît. Me got, heke tiştek bi serê Dawit Isaak de hatibe, yanî ew di zîndanekê de hatibe kuştin jî, qet nebe bila ev pere ji zarokên wî re bimîne. Ya din ew welatiyekî me ye, lê li devereke dûr ji azadiya xwe bûye, di zîndanên tarî de bi hêviya çirûskek ronahî û hêvî ye. Belkî ev xelata me jê re bibe nîşana mizgîniyekê.

– Çalakiyên navnetewî/enternasyonel a PEN çêdibin? Bi taybetî mijar li ser çi ye?

– Hemû PENên dinyayê endamên PENa navneteweyî ne jî. Hemû PENên dinyayê li gora daxwazên xwe çalakiyan dikin, lê PENa navneteweyî jî di warê edebiyatê û azadiya fikrê de çalakiyan li dar dixin. Wekî din jî salê carekê, her salê li welatekî kongreya PENa navneteweyî çêdibe û PENên hemû dinyayê beşdarî van kongreyan dibin. Ev kongre jî dîsa di çarçoveya azadiya fikrê û rizgarkirina nivîskaran ya ji zîndanan e. Ev kongre îsal li Linzê, wê di sala 2010an de jî li Tokyoyê çêbibe.

– PEN mafê nivîskaran diparêze. Li hember qedexeyiyên li ser nivîsandina nivîskaran e. Em dikarin bêjin PEN bi komîteya xwe a zindanê, bi xwedî derketina hevalên xwe ên nivîskar li her deverên cîhanê, dişibe Amnesty International, lê tenê nivîskaran diparêze.

– Rast e, PEN jî mîna rêxistina mafê mirovan Amnesty International e. Ji xwe herdu rêxistin ji eynî çavkaniyê ne, yek di bin tesîra ya din de ava bûye. Mafên mirovên normal jî û ên nivîskaran jî ji aliyê dîktatoran ve tên binpêkirin. Lê PEN bêtir konsantreyî parastina mafên nivîskar, şaîr, rojnamevan û xebatkarên kulturê bi giştî ye. Herçî Amnesty International e bêtir bala xwe dide binpêkirina mafên mirovan bi giştî. Bêguman ev lêxwedîderketin kategoriya xebatkarên kultê jî hemêz dike.

– Di hevpeyvîneke xwe de, te îzolasyona nivîskarên sirgûnê aniye zimên. Nivîskarên di welatê xwe de navdar in li Swêd, ji ber ku bi zimanê xwe dinivîsin di nav tengasiyê ne. Bi saya hejmara nivîskarên sirgûnê edebiyata swêdî jî bi gelek zimanan tên wergerandin. Lê, nivîskarên sirgûnê bi xwe di nav îzolasyonê de ne. Gelo ew îzolasiyonê bi xwe ava dikin? Ez dibêjim nivîskarên sirgûnê bi xwe jî pasîf in. Em Te bînin ber çavê xwe, Tu jî nivîskarekî sirgûnê yî. Lê, Te hem bi salan kar û barên kovara Nûdemê kir, hem nivîsand û hem jî xwe ji çanda/jiyana swêdî dûr nexist.

– Berî her tiştî divê em zehmetiyên sirgûnê qebûl bikin. Sirgûn, an jî wek kurd dibêjin ”xerîbî kirasekî ji êgir e.” Ew kiras xwediyê xwe roj bi roj dişewitîne. Sirgûn gelek nivîskaran tîne ser sînorê krîzan, wan li dîwarên depresiyonan dixin. Gelek nivîskar li sirgûnê dimiçiqin, gelek xwe dikujin. Sokrates ji berdêla çûyina sirgûnê qîma xwe bi tasa jehrê anî û xwe kuşt. Kurt Tucholskyê ku em li ser navê wî xelatê belav dikin, xwe kir qurbana zehmetiyên sirgûnê. Bêguman hin nivîskar jî hene ku hemû zehmetiyên sirgûnê ji xwe re dikin çavkaniyên nivîsandinê. Ez bi xwe jî bi xêra edebiyatê li ser lingan mame. Di dema hemû têkçûnên xwe de min xwe spart edebiyatê. Ji xwe ez bi armanca nivîsandina kurdî derketibûm sirgûnê û min li sirgûnê ew firsend bi dest xistibû. Hin nivîskar derdikevin sirgûnê ji bo ku zimanekî din bi dest bixin, ez li sirgûnê li zimanê xwe geriyam. Ez gelek nivîskarên sirgûnê ên ku li Swêdê dijîn nas dikim, ew li welatên xwe navê mezin in, naskirî ne û kitêbên wan pir têne firotin, lê li Swêdê îzole ne, kes wan nas nakin û gelek ji wan hê bi swêdî jî nizanin.


firat-ceweri2.jpg
"Sirgûn, an jî wek kurd dibêjin ”xerîbî kirasekî ji êgir e.” Ew kiras xwediyê xwe roj bi roj dişewitîne. Sirgûn gelek nivîskaran tîne ser sînorê krîzan, wan li dîwarên depresiyonan dixin".



– Dîsa di hevpeyvînê de te ji bo şikandina îzolasyonê û nasandina/balkişandina swêdiyan bi nivîskarên sirgûnê, behsa çalakiyan kiribû. Yek ji van çalakiyan, şevên şiîr û edebiyatê di bin sîya şerabê bû. Di payizê de, di restoranta kurdî de. Em bi dilxweşî dibînin ku Te sozê xwe anî cîh û vaye çalakî berdewam dikin. Tevlêbûn û ramanên nivîskarên ku beşdar bûn bi giştî çawa ye?

– Ez fikirîm, min got ez çi bikim ku ez nivîskarên sirgûnê derxim, wan û nivîskarên swêdî bînim ba hev û wan bi raya Swêdê ya giştî bidim naskirin. Yek jê min got ez bi riya kovarên swêdî ên edebî hejmarên taybetî li ser nivîskarên sirgûnê çêbikim û bi wê riyê wan derxim. Ya din jî, min got ez li Stockholmê, bi tevlêbûna nivîskarên swêdî û ên sirgûnê bi riya çalakiyan wan bînim ba hev, hem wan bi hev bidim naskirin, hem jî edebiyathezan bînim ba wan. Min sala pêşî ev aktîvîte bi projeya Shahrazadê ya Stockholms Kultuforvaltningenê kir. Paşê, min got em PEN bi xwe bikin. Bila şaîr rehettir bin, bila têkilî di navbera şaîr û şaîran û şaîr û şiîrhezan de çêbibe. Ez hê di dema Nûdemê de li tiştekî welê difikirîm. Heta min digot ez ê vê li Diyarbekirê bikim. Aniha dengê min diçe ên wir, bila dest pê bikin. Bi kurtî min got ez şiîr û şerabê tevlî hev bikim. Ji ber ku piraniya şaîrên Rohilatê xwe spartine şerabê, bi şerabê û di siya serxweşiya şerabê ya sivik de şiîrên xwe ên nemir afirandine; herweha pê gihîştine Xwedayên xwe û evînên xwe. Ne bêsebeb e ku Şemsê Tebrîzî li Konyayê alimekî wek Mewlana Celaledînê Rûmî dişîne meyxanê da şerabê bikire.
Stockholm bajarekî kulturê ye, şevê bi sedan çalakî lê çêdibin û ji bo ku mirov bikribe çalakiya xwe balkêştir bike û mêvanan bikişîne, divê mirov tiştekî nû bîne. Min li şiîrê xwarin û şerab zêde kir. Xwarina xweş, şiîrên xweş, şeraba xweş û têkiliyên xweş; kî wê jê re bêje, na?
Lê diviyabû min cihekî welê peyda bikira, ku me hertim bêyî problem bikarîbûya çalakiyên xwe lê bikira. Heke min di xwe re bidîta, min ê li Stockholmê restoranek welê vekira, lê gava ez li restorana Şêxmus Ceylan bûm mêvan û min ev fikir jê re got, ev fikir pir ket serê wî jî û camêr xwe da ber. Îsal me du caran ev çalakî li dar xistin. Em carê du şaîrên swêdî û duduyên sirgûnê diezimînin. Cara yekê hinekî qels derbas bûbe jî, caran duduyan pir baş derbas bû, cih nemabû. Di carên bê de em ê baştir bikin. Ev çalakiya me ji niha ve di nav endamên PENê de populer bûye. Ez rojekê dev jê berdim jî, ez bawer dikim wê ev çalakiya PENê berdewam be.


firat-sirvan-162.jpg
"Stockholm bajarekî kulturê ye, şevê bi sedan çalakî lê çêdibin û ji bo ku mirov bikribe çalakiya xwe balkêştir bike û mêvanan bikişîne, divê mirov tiştekî nû bîne. Min li şiîrê xwarin û şerab zêde kir. Xwarina xweş, şiîrên xweş, şeraba xweş û têkiliyên xweş; kî wê jê re bêje, na?"


– Tu çawa şaîran hildibijêrî, şaîrên ku beşdar dibin şaîrên navdar in an ên ji rêzê ne?

– Min li ba xwe lîsteyeke şaîr û nivîskaran çêkiriye. Şaîrîn swêdî ên beşdar dibin hemû jî ên navdar in. Em ê di rojên pêş de endamên Akademiya Swêdê jî tevlî van çalakiyan bikin. Herçî şaîrên sirgûnê ne, ji bilî hin nav û kesên ku ez nas dikim, min li ser navê PEN-a Swêdê nivîseke kurt di kovara Yekîtiya Nivîskarên Swêdê Författarenê de nivîsand û ji endamên Yekîtiyê ên ne swêdî xwest ku ji bo antolojî û çalakiyên ku em difikirin pêk bînin li me bigerin, nav, adres, biyografî û zimanên ku pê dinivîsînin, bigihînin me. Piştî wê nivîsê piraniya nivîskarên sirgûnê ên endamên Yekîtiya Nivîskarên Swêdê li min geriyan û aghadariyên di derheqê xwe de gihandin min. Ev bêtir ew şaîr û nivîskar in ku Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ew wek nivîskar qebûl kirine. Ji bo ku mirov bikaribe bibe endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê divê bi kêmanî du kitêbên mirov ên bi kalîte derketibin. Piştî ku min agahdariya piraniya van nivîskaran bi dest xist, min ew li gora zimanan kategorîze kirin û her carê, bêyî ku ez tu ferqê têxim navbera ziman an kulturan, ez wan diezimînim. Piştî çalakiyan jî ez ji wan û ji hunera wan pir razî dimînim. Wekî din, hem şaîrên ku beşdar dibin, hem jî mêvan ji van çalakiyan pir razî ne. Bi swêdiyan pir balkêş tê, dibêjin, ”oy, şiîr û şerab”. Ew vê wek fikreke pir entresan dibînin. Aniha hem şaîrên swêdî hem jî ên sirgûnê êdî bi xwe li min digerin û dibêjin ew jî dixwazin tevlî van çalakiyan bibin
.
– Projeyek li ser antolojiya çîrokan ê nivîskarên sûrgûnê jî heye. Ev proje çawa diçe?

– Me behsa çalakiyên şiîrxwendinê kir, lê ev ji bo aktuelkirina nivîskarên sirgûnê têr nake. Loma, ez dixwazim wan bi riya kovarên edebî û antolojiyan jî bînim rojevê. Ji bo ku kovarên swêdî ên edebî bi nivîskarên sirgûnê re û li ser wan hejmarên taybetî çêbikin, ez bi gelekan re peyivîme. Herweha ji bo çêkirina du antolojiyan jî min û weşanxaneyeke swêdî li hev kiriye, lê pir kar jê re divê. Divê em wergêrên hemû zimanên ku nivîskarên sirgûnê ên Swêdê bi kar tînin peyda bikin. Ev demek e me dest pê kiriye û em hêdî hêdî pê de diçin. Ez hêvîdar im ku ez ê bikaribim vê projeya du antolojiyan; yek ya şiîran yek jî ya çîrokan bibim serî. Wê ev herdu antolojî jî bi swêdî bin. Em ê dû re bi beşdarbûna fûarên kitêban û bi riya semîneran hem antolojiyan aktuel bikin hem jî balê bikişînin ser nivîskarên wan. Wek min got, ez hêvîdar im ku ez ê bikaribim vê projeyê bibim serî.

– Di aliyekî de nasnameya welatekî bindest û aliyê dinê jî jiyanek di nav edebiyata Ewrûpayê de. Bêguman ev yek ji bo te dewlemendiyek e. Gelo di pêşerojê de roman/çîrokek swêdî heye?

– Ji bo nivîsandina bi zarê swêdî ez pir dereng mame. Gava ez hatim Swêdê heke min dest bi nivîsandina swêdî kiribûya dibe ku ez niha bi swêdî navek bûma. Lê ez ji bo nivîsandina bi kurdî bi sirgûnê ketibûm. Min dixwest hemû jiyana xwe di riya avakirina ziman û edebiyata kurdî de bibuhurînim. Min xwe ji gelek tiştan kir, lê min xwe li ser ziman û edebiyata kurdî kir. Aniha ez pir di nava jiyana swêdî ya edebî de me. Gelek dost û hevalên min ji nivîskarên swêdî ne. Gava em bi hev re ne, ew dibêjin, swêdiya te baş e, tu çima bi swêdî nanivîsînî? Tirkiya min ya nivîskî jî ne xerab e. Lê her zimanê ku ez pê dizanim ez nikarim pê edebiyatê binivîsînim; dibe ku ez karibim jî, ez naxwazim, tiştê ez dixwazim ew e ku ez bi kurdî edebiyateke ku li gerdûnê vedibe ava bikim.
Ez aniha hin gotaran bi swêdî dinivîsînim, hin çîrokên min jî wergeriyane swêdî û bi swêdî di radyoyên Swêdê de hatine xwendin. Tu ya rastî bixwazî, ji bo ku berhemên min wergerin swêdî ez zêde li ser nesekinîme. Ez dikarim ji bo nivîskarên sirgûnê li deriyên kovar û weşanxaneyên swêdî bixim, lê ez dikim nakim ez ji bo xwe nikarim, fedî dikim...

Evîn Berçem
Netewe
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google
MED|4 Jan 2010 - 15:58
"...dizanim ez nikarim pê edebiyatê binivîsînim; dibe ku ez karibim jî, ez naxwazim, tiştê ez dixwazim ew e ku ez bi kurdî edebiyateke ku li gerdûnê vedibe ava bikim..."

Her bijî divê ev zimanê bêxwedî bi xwedî bibe, dawyê zimöanê din jî mirov binivîse. Bijî Firat Cewerî
rezgar hawramani|28 Dec 2009 - 11:40
kurde rojhelate ji benivisin keka Avin!

biji bjiiiii
bircan karadag|15 Dec 2009 - 22:40
merhaba

gelek kêfa min tê dema ez nivîskarê kurda wulo serkeftî dibînim. hêvî dikim edebiyatame kurdan jî bikeve nav edebiyata dinyayê. min romane furat ceverî bi tirkî xwend bi navê Gec Bir Sonbahardi. bi kurdîjî eze yekîbikujim min xwend. pirr bas bû.

gelek silav dikim

Bircan Karadag
Xale Xhazi|14 Dec 2009 - 12:52
evin bercem ,
ev niviskar ciye yaw!
min hevpeyvinate en bere ji xwend. welle nizani bum ku firat ceweri hefkes jehatiye u welatpareze. her tist ji bo kurdi dike. Biji bijiiii

gelek silav,
cave te u e firat ceweri radimisim

Xale we Xhazi!

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia