RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Helbesta Jîruhar: Ez Xortê Kurd im


avatar
Çeto Omerî - 16 Dec 2009
Xwedî text û birc im
Ez bi şapik û şalim
Xebatkarê welatim

ji dîrokê arim şewat im
Deşt û zozan, bax û çimen, gul û sosin im
ji jîyanê jîn û felatim
Dîclê û feratim.

Li sîpana xêlatê mem im
Hasreta zîn im.
Ji keda dayikan im
Hevîya welat im .

Di zindana tarî sitêrk û hevî me
Ez xortê kurd im ez xwedî war im
Şer naxazim welatê xwe Dixwazim.

Aşiq perestê welat im, kelat im
Hevî ya welat im, di himbêza dayikan de
Zarokê bêsûc im, qêrîn û hawarê
Welat im Keferat im .

Xebatkarê Kurdistan im
Şêrê Amêd a şevat im, dengê Şêx Seîdê kal im
Li çarcira dengê Qadî ye kal im
Hawara dayikan û Xebatkarê Barzanî yê kalim

Li Dêrsîmê rastîya Kurdistan im
Tirsa dijminan û hawara Munzur im
Gola xwîna Şehîdan im ez

Li Agirî arim şewatim, dûmana Kurdistan im
Hawara dayikan û qêrîna zarokan im
Ez tirsa dijminan im
Ez Xortê Kurdistan û dilsozê Şehîdan im

Jiruhar Amed
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia