RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Seyîd Riza (1862-1937) serokê serhildana Dêrsimê bû.


avatar
Çeto Omerî - 22 Dec 2009
Seyîd Riza di sala 1862an de, li Dersimê hate dinê. Seyîd Riza kurê Seyîd Îbrahîm e. Ew ji aliyê zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ve ders dît û mezin bû.

Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyetiyê de perwerde dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di beldeya Agdadê de bi cîh bû. Di rojên serhildana Koçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û telgirafeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, kişandin.

Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da muhaciran. Berî serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza, li hemberî îhtîmala operasyonê bi sereke eşîran re hevdîtinê çêdike ku di nava xwe de yekîtiyê çêkin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5ê Îlona 1937an de rayedarên hukumetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bang li Seyîd Riza dikin.

Seyîd Riza, di rêya Erzînganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi îdamê tê mehkûmkirin.

Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di18ê mijdara sala 1937an de, bi tevî 7 hevalên xwe ve, ji aliyê rejima Tirkiyê ve hatin dardakirin.

Wîkîpediya
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia