RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Şêx Seîdê Pîran serokê serhildana 1925 an bû..


avatar
Çeto Omerî - 22 Dec 2009
Şêx Seîd şoreşgerekî Kurdistanê bû. Di sala 1925'an de li bakûrê Kurdistanê serhildana Şêx Seîd da destpêkirin.

Li hember zorbetî û îxanetên Kemalîstan kalê Şêx Seîd (Rh. a) 13ê Sibatê sala 1925an de serî bilindkir. Mucahîdên Kurdistanê bajêr bi bajêr axa Kurdistanê ji destên dewleta Romiyan derxistin. Êrişê ser Amed (Dîyarbekir)´ê kirin û bi mehan Amed muhesere kirin. Mukavemetek dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera Şûrayê hat rakirin. Mucahîd pêl bi pêl derbasê Başur û Rojavayê Kurdistanê bun. Rêberê Hereketê Şeyx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başur bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewamkirina cenga awarte û xeyri nîzamî bû. Bi ixaneta Bînbaşî Kasim (Bacanaxê Şeyh Seîd) Serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin girtin.

10ê Gulana 1925an de wan derxistin Mehkemeya Dîyarbekir (Şark Îstiklal Mahkemesi). Nêzîkî pêncî rojan mehkema wan dewam kir. 28ê Hezîrana 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara îdamê da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û cennetmekan Şeyh Seîd 29'ê hezîranê 1925'de li taxa Dağkapi hatin dardakirin.

Wîkîpediya
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia