RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Monologa ”Dersim-1938” di Konferansa Dersimê de


avatar
Çeto Omerî - 26 Dec 2009
Lîstikvan û senarîstê nasdar Kemal Görgu bi xwe ji Dersimê ye. Di dema xwendina destpêk û lîseyê, li Tatwan û Depe derket ser nîgargehê û lîstikên xwe pêşkêşî temaşevanan kir. Ji wê demê ve evîna şano, lîstikvanî û nivîsîna senaryoyan di dilê wî de cî bûbû. Bi temaşevanên xwe re keniya û dem hat bi wan re giriya.
Di 1976 de li Swêdê bi cî bû. Piştî xwendina ziman, li zanîngeha Stockholmê dest bi xwendinê kir. Lê şano û lîstikvaniya wî didomiya. Mîna Kurdek Swêdê, di gelek rêzefîlm û şanoyan de lîst, şopa wî di gelek fîlm û şanoyan de heye. Beşek ji fîlm û şanoyên tê de lîstiye ev in: Bela real, berättelserna från UR, gubbarnas middag, akin hittar hem, snoken 3, heder, dom, i skogan av Gud, offret, destination Nordsjö, Till Ararat, hus i helvete, kärlekens pris, i Abaraham fotspår.
Divê mirov li lîstika wî ya „Neviyên Hezretî Ibrahîm“ temaşe bike. Nêviyên Ibrahîm pêxember, gazin, rexne û qîrina me dihêne ziman û bi zimanê hunerê bilind bûye û bilind dibe. Rewşa „torinên bavê pêxemberan Ibrahîm“ tam, xweşî û zimanê hunerê dide der û ji awirek din li pirsê dinêre, me ronî dike.
Kemal Görgu aştîxwaz e. Ne tenê ji bo kurdan, ji bo aşitiya cîhanê xebatek bê westan dike. Ew endamê komîteya karger ya „Komela Artîstên aşitîxwaz“ e, her wisa di Komîsyona Swêdê ya Aşitiyê de jî cî digire.
Kurdocide Watch di 24 Çileya Paşîn 2010 de, li Stockholmê konferansek navnetewî li ser jenosîda Dersimê li dar dixe. Kemal bi xwe jî yek ji wan kesan e ku piştgiriyê dike û di programê de cî digire. Ji bo konferansê, monologek taybetî nivîsî û dê di roja konferansê de pêşkêşî beşdaran bike. Me xwe gihand Kemal û pê re li ser programa wî ya konferansê axifî.
– Dersim 1938 çi tîne bîra te û sedema beşdarbûna te di vê konferansê de çi ye?
Kemal Görgu: Ji bo min, serîhildana Dersimê banga serxwebûn û azadiya Kurdistanê ye. Dersim, gulek e ku çi caran dê neçilmise. Agir e, wolkanek e ku çi caran dê venemre. Dersîm mîna gelek herêmên Kurdistanê, dilê şoreşê ji bo mafê netewî yê Gelê Kurd e. Ji bo aşitî û azadî, û pejirand û berdewama hebûna me ye. Kula Dersimê û birîna wê mîna 44 serîhildanên Kurda hetanî daxwaziyên Seyid Riza bi cî neyên, ew birîn dê çi caran rihet nebin. Sedema tevlîbûna min di konferansê de di vê çarçoveyê de dikare bê fêmkirin.
- Hêviyên te ji konferansê çi ne?
Kemal Görgu:
Weke gelek kesan, li benda wê me ku, rastiya jenosîda Dersimê baştir bê ronîkirin û fêmkirin. Lehengên Dersimê bibîr bînin ku mîrasek wisa giranbuha ji me re hiştine. Nerazîbûn û nefreta xwe li hemberî hişkî û înkarê bihênin zimên. Şerê xwe ji bo aşitî û azadiyê bilind bikin ku armancên wan şehîdan bi cî bihênin.
kemal-g-rgu.jpg
Ji lîstika "Heder", wêne: Samer Al-Khalili
- Armanca konferansê çi ye û mirov dixwaze dengê xwe bighêjîne kî?
Kemal Görgu:
Mirovên ji bo azadî aşitiyê li cîhanê dixebitin mafê xwe û bidestxistina zaniyariyê li ser jenosîda Dersimê heye.

Turkiye nema dikare polîtîka xwe ya înkarê bide domandin. Divê guhertinên radîkal û wêrek pêk bên. Welatên endamên Nato û Yekîtiya Ewropayê-EU ne nema karin li hemberî vê înkar mafê me, çav û guhên xwe bigirin. Dema vê siyasetê bidomînin, dê nikarîbin bi dirêjahî qala armancên xwe ji bo pêşerojê bikin. Bîr û baweriya bi wan dê kêm bide û têk herin.
Di dema berendametiya Turkiyê ya Yekîtiya Ewropayê tê niqaşkirin, divê EU û Turkiyê gavên wêrek bavêjin. Pêwîst e Turkiye rûpelên neyênî yên ji dîroka xwe qebûl bike. Û uzra xwe û lêborînê ji wan gelan bixwaze ku, xwîna wan dane rijandin û zilmî li wan kirine.

Dersim îro jî ber siyaseta asîmîlekirin û zilma dewletê de dinale. Turkiye navê gund û bajarên me dane guhertin. Bi hezaran kes di gorekî de hatin binerd kirin. Em îro jî nizanin goristana şehîdên Dersimê û rêvebirê me Seyid Riza li çi deverê ne.

- Peyva ”Kurdistan”ê ji bo tê çi wateyê?
Kemal Görgu:
Kurdistan cî û warê pêxemberan e. Kurdistan dayiktî ji gelek çanda re kiriye, şahidiya pêşketina wan kiriye û bûye hedefa gelek hêzan û bi destê wan hatiye talankirin. Kurdistan cihê zanîn û kaniya însanetiya Zerdeşt pêxember e. Kurdistan Nemrûd e, Firat e, Dîcle ye û Agirî ye. Kurdistan Cudî ye. Kurdistan Haran e, kul i wir binamala Ibrahîm (Berhîm) pêxember bi cî bû û beşek ji wan berê xwe dan welatê Kannê. Kurdistan gulek e nazik e ku tevayê hesasiyeta mirovahiyê ji awira aşitî, azadî û hêviyên mezin hemêz dike. Mirovahiyê li wir gava pêşî ji bibe mirov avêt û dendikê jiyanê çand. Paşê bi destê Sumer, Med û rengên din li ser piya ma û xwe gihand roja me.

- Hinekî qala monologa xwe ya di konferansê de tê pêşkêşkirin, bike?
Kemal Görgu:
Monologek kurt, bi wate û kur e. Tê de kul û keserên me têne ziman, qirîniya dayikên Dersimê derdikeve der û êşa xerîbiyê hatiye bi cî kirin.

Gabar Çiyan & Kurdocide Watch News
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia