2009: Pirtûkên kurdî ên ku îsal derketine
Cano Amedî - 6 Jan 2010 Di sala 2009'an di nav weşanxaneyên kurdan de lebatek dixuya. Îsal jî bi ser sedî re pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hatin weşandin. Di nav pirtûkan de herî zêde pirtûkên ji bo zarokan cihê xwe girtin. Herhal di dîroka kurdan de yekem car ew qas pirtûk ji bo zarokan têne weşandin. Di vê gavê de Weşanxaneya Avestayê gaveke girîng avêt û di bin navê "Hêlîn"ê de 10 pirtûk ji bo zarokan weşand. Bi gotineke din herî zêde Hêlînê ji bo zarokan pirtûk weşandine. Şaredariya Baglara Amedê ku 8 çîrokên zarokan ku weşandin, Şaredariya Kayapinara Amedê ku 8 çîrokên zarokan weşand û dîsa weşanên Do bi du pirtûkên zarokan, Enstîtuya Kurdî ya Amedê bi çend pirtûkên ku berhev kirine di vî warî hin gavên girîng avêtin. Wekî cure ger em li ser pirtûkan tiştinan bibêjin 10 romanan û 15 helbestan xwe nîşan dane. Di vê beşê de ger em çîrokên gelêrî ku hatine berhevkirin jî li çîrokên modern bikin lê bikin herî zêde çirok hatine weşandin. Pirtûkê li ser erdnîgariyê, pirtûkên grameran û her wiha tişteke din ku em balê bikişînin ser jî alfabeya ji bo zarokan e. Wekî weşanxane jî wisa dixuye ku herî zêde Weşanên Doyê 21 pirtûk çap kirine. Weşanên Avestayê jî 14 pirtûk (10 jî ji bo zarokan), bi giştî 24 pirtûk weşandiye.
Vaye lîsteya pirtûkên 2009'an:
***Weşanên Aram 1- Neynika Dilî / Omer Dilsoz / Roman
***Weşanên Ava: 1- Kevnedostê Min Gumgumok / Şebnem İşiguzel / Ji tirkî werger: Ronî War 2- Ronahiya Zerdeştî / Felekeddîn Kakeyî / Gotar 3- Dûrsel û Marê Reş / Hogir Berbir / Çîrokên Gelerî 4- Teşî / Azad Zal / Helbest
***Weşênên Avesta: 1- Kurdê Sûriyê: Gelekî Jibîrkirî / Kerîm Yildiz / Wergera ji îngilizî: Ergîn Opengîn / Lêkolîn 2- Bendname, Li ser rûhê edebiyatekê / Remezan Alan / Rexne 3- Kurd û Welatê Wan Kurdistan/ Celadet Alî Bedirxan 4- Bûka Baranê / Gulîzer / Helbest 5- Analîza Qewlên Êzdiyan / Xanna Omerxalî&Kovan Xankî 6- Torin (Arîstokratên Serhedê ) / Rohat Alakom 7- Dotmam / Rewşen Bedirxan 8- Kurdê Rêwî / Sehîdê Îbo 9- Bi şev Mêrdîn stêrk in / Fewzî Bîlge 10- Di xew de / Cemîl Saîb 11- Meseleya Wijdanê / Ahmed Muxtar Caf 12- Hevind / Celadet Alî Bedirxan 13- Ferheng (Kurdî-Kurdî) Celadet Ali Bedirxan (du çap: bi cild û ya normal) 14- Noş / Axîn Welat / Helbest
Hêlîn 1- Qesra Spî / Mûrad Dildar / Çîrok 2- Elfabeya Min / Kamiran Alî Bedirxan / Alfabe 3- Alfabe / Mustafa Uzun/ Alfabe 4- Of Of / Çîroka Gelêrî / Nivîs û Wêne: Şukran Çaçan 5- Bexçeyê Heywanan / Nivîs: Ghislain Zuccolo, Wêne: Nicolas Hunerblaes, Wergera ji fransî: Sacha Ilitch 6- Serpêhatiyên Tom Sawyer / Mark Twain/ Wergera ji îngilîzî: Ergîn Opengîn 7- Conî û Cimêma / Bryan Guinnes e / Wergera ji fransî: Celadet Elî Bedirxan 8- Newroz /Mustafa Uzun 9- Deqên Leopar / Rudyard Kipling / Çîrok 10- Azadî / Paul Eluard
***Weşanên Belkî: 1- Otopsiya Berbejnekê / Ferzan Şêr / Helbest 2- Zimanê Zimên / Feratê Dengizî /Lêkolîn 3- Evîntirş/ Bajar Mîrzeman / Çîrok 4- Qedrî Can / Hemû Berhemên Wî /Klasîk
***Weşanên Deng 1- Dêrsim / Andranik / Wergera ji ermenî: Tîmûrê Xelîl / Rêwîtî û erdnîgarî 2- Ji dînan dîntir / M. Emin Bozarslan / Çîrokên ji bo zarokan 3- Ez kilameke melûl im / Eskerê Boyik / Helbest
***Weşanên Do: 1- Rondikên Hêviyên Wenda / Fêrgîn Melîk Aykoç / Novel 2- Rêwiyên bê welat / Ozgur Kiynak / Roman 3- Ji bo Kurdistan / Herbijî / Helbest 4- Qerebafon / Yaqob Tilermenî / Roman 5- Rojbaş Qendîl / Medeni Ferho / Çavdêrî 6- Nameyek ji bavê min re / Şahînê Bekirê Soreklî 7- Gîtara Bê Têl / Cîhan Roj / Roman 8- Mijarên Mîqro / Çiya Mazî / Çîrok 9- Axbanû / Îlhamî Ozer / Helbest 10- Koçername / Evdile Koçer / Mîzah 11- Giyanên Bahozî / Mîr Qasimlo / Roman 12- Bavfileh / Yaqob Tilermenî / Roman 13- Bi xatirê te Enqere / Atila Barişer 14- Çîroka me / Medenî Ferho 15- Çîroka Zebeşo / H. Huseyîn Denîz / Çîroka ji bo zarokan 16- Çîroka Mêkewa Di Qefese de / H. Huseyîn Denîz / Çîroka ji bo zarokan 17- Siya Dema Borî / Fergîn Melîk Aykoç / Roman 18- Hevîrtirş / Salihê Kevirbirî / Gotar 19- Teyiba Min / Salihê Kevirbirî 20- Ozanekî Cîhanî: Şivan Perwer / Salihê Kevirbirî / Portre 21- Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço / Salihê Kevirbirî / Portre
***Weşanên Doz: 1- Dîwana Hesbî / Şêx Hesîb Axtepî / Jibo tîpên latînî: Zeynel Adîbîn Zinar 2- Zarok û çîrok (Destpêka pedagojiya kurdî) / Remezan Pertev 3- Keşkol / Şêx Eskerî / Wergera ji tîpên erebî: Zeynelabidin Zinar
***Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 1- Herdem Ciwanê / Eslîxan YILDIRIM 2- Matematîk/ Hesen GUNEYLÎ / Dersa Matematîkê 3- Gayê Cot / Berhevkar Eslîxan Yildirim 4- Pîrê û Dîk / Berhevkar Eslîxan YILDIRIM 5- Rovî û Şêr / Berhevkar Eslîxan YILDIRIM 6- Pîrê û Rovî / Berhevkar Eslîxan YILDIRIM 7- Bi wêneyan Pasûr / Amadekar Mirze Mehmet Çelik / Werger û Redaksiyona Kurdî Serwet DENÎZ - Azad ZAL - Elîxan LORAN / Wêne 8- Di sedsala 20'an de Kurdistan û Sînor -I- / Eslîxan YILDIRIM / Dîrok 9- Zimanê kurdî / Azad ZAL / Gramer
***Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê: 1- Gotinên Pêşiyan / Mehmet Oncu 2- Hînker (asta duyem û sêyem) / Amadekar: Sami Tan, Ronahî Onen 3- Destpêk (abc’ya kurmancî) / Sebahattin Gultekîn / 4- Fermo bi kurdî – Fêrgîn Melîk Aykoç 5- Xanî û Newroz – H. Mem
***Weşanên Lîsê: 1- Salname / Kawa Nemir / Helbest 2- Deqên Qesas / Lal Laleş / Helbest 3- Zaremya / Îrfan Amîda / Helbest 4- Çilkên Pênûsê / Dilawer Zeraq - Çîrok 5- Dengê Xwînê / Têmûrê Xelîl / Çîrok 6- Mişextî / Adil Zozanî / Roman 7- Miriyê Heram / Bavê Nazê / Roman 8- Harry Martinson (Kulîlkvedena Gezgezkê) 9- Selma Lagerlof (Şahînşahê Portekîzê) 10- Åsa Lind (Gureqûm) 11- Mikael Nîemî (Ji Vittulayê Muzîka Popular) (Ev çar pirtûkên wergerê ji aliyê Menîce Birûsk, Serkan Birûsk, Mizgîn Bîngol û Salih Agir Qoserî ve hatine wergerandin)
***Weşanên Nûbiharê: 1- Meqamat / Herîrî / Pexşan – helbest 2- Sîyerê Nebî / Milla Cimayo Babij / Jiyan-Porteya Hz. Mihemed 3- Yezdan dizane / Mezher Bozan / Helbest 4- Rîyadu’s-Salihîn / Wergera bo kurdî bi tîpên latînî: Mele Salihê Dihî
***Weşanên Pêrî: 1- Serhidana Seyîdan û Berazan / Ahmet Aras / Dîrok 2- Gotin diçe nivîs dimîne / Roşan Lezgîn / Gotar 3- Keleşê Reş /Newaf Mîro / Pexşan 4- Kurtelêkolînek ji dîroka Kurdistanê / Kardox Agirî / Dîrok
***Weşanên Vate 1- Zifqêra Berî / Jêhatî Zengelan / Roman 2- Dejê Nimiteyî / Newzat Valêrî / Helbest 3- Mi Şêx Seîd Dî / Malmîsanij / Hevqeyvîn 4- Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî/Kırmancca (Zazaca)-Türkçe Sözlük, Grûba Xebate ya Vateyî / Ferheng
***Şaredariya Baglara Amedê: 1- Dîk û Kîso / Berhevkar: Hogir Berbir 2- Şêr û Rovî / Berhevkar: Hogir Berbir 3- Pîrê û Dîk / Berhevkar: Hogir Berbir 4- Roviyê Bêdûvik / Berhevkar: Hogir Berbir 5- Şêr û Gur û Mî / Berhevkar: Hogir Berbir 6- Zira Kerê / Berhevkar: Hogir Berbir 7- Dîko / Berhevkar: Hogir Berbir 8- Qertel û Kîso / Berhevkar: Hogir Berbir
***Şaredariya Kayapınara Amedê 1 - Qinîskê û Pinîskê- Mehmet deviren 2 - Zîzanê - Feratê Dengizî 3 - Kêzê û Mişko - Feratê Dengizî 4 - Zênka Zêra - Feratê dengizî 5 - Verg û Luye - Cihan Yıldırım 6 - Elik û Fatik - Cîhan Yıldırım 7 - Sûzê û Hirç - Azad Zal 8 - Tîsê - Azad zal
Têbinî: - Ger weşanxaneyeke me pirtûkên wan kêm nivîsandibin, yan jî nav-beşa wan şaş nivîsandibe xêra xwe bila me agahdar bikin. - Di amadekirina lîsteyê de me tenê pirtûkên ku li Tirkiyeyê û bajarên kurdan ên bi tîlên latînî hatine weşandin dan ber hev. - Navên weşanxaneyan li gor rêza alfabetîk hatiye rêzkirin. - Pirtûkên ku çapên xwe yên duyem kirine me cih nedaye wan. - Ji bo daxwaza lîsteya 2009’an a pirtûkan, weşanxaneyeke bersiveke wisa da me “Em lîsteya xwe naşînin”. Hin weşanxaneyan jî bersiv ji me re neşand.
Diyarname |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|