Hevpeyvîn bi sîyasetmedarê swêdî, xanim Frida Johansson Metso re.
Evîn Berçem - 10 Jan 2010 Car caran em rastî mirovekî/a tên. Kêm caran û belkî jî yek caran bandora kesan/kesekî li ser me de dimîne û em tu carî ji wî/wê kesê ji bîr nakin.
Berî 4 salan min Frida li bajarê Goteborgê dît. Axaftinek dikir. Li ser pirsgirêkên mihacirên Swêdê disekinî. Li ser kesên li benda rojên ku bi azadî derkevin kûçeyên Swêd û bibin yek jî 8 milyon kesên Swêdê. Mebesta min mihacirên ku li Swêd veşartî dijîn. Frida behsa wan dikir. Çavên wê tûje hêsr bû û digiriya. Ji hevalên xwe ên swêdî re dixwest qanih bike ku kesên veşartî li benda alîkariyê ne. Keçekî temen ciwan û sîyasetmedar. Frida Johanson Metzo. Bi eslê xwe swêdiye û li zanîngeha Uppsalayê de Psîkoloji dixwîne.
Min ji bo malpera netewe hevpeyvînek bi Frida re li ser mihaciran, kurdan û li ser karê Frida ên hûmanîst kir.
Evîn Berçem: Kîye Frida?
Frida Johansson Metzo: Berê seroka” Liberala Ungdomsforbundet i Sverige ”-LUF bûm (Yekitiya Ciwanên Lîberal ê Swêdê), nûha vegeriyam xwendina xwe û li Zaningeha Uppsalayê de Psîkolojiyê dixwînim. Bloggekî min li ser penaberan/mihaciran heye (www.fridametso.posterous.com), li komîteya ”FARR”, grûba mihaciran ê komîteya penaberî li konseya dewletê de kar dikim û 25 salî me. Ji bajarê Goteborgê me, lê, nûha li Stockholmê rûdinêm.
Evîn Berçem: Pêşeroj?
Frida Johansson Metzo: Ez cîhanekî bi mihaciriya serbest û mafê penaberiyê ê hûqûqî bahwerim. Di pêşeroja nêzîk de jî çareseriyekî ji bo mihacirên bê mafê penaberî û bê maf li Swêd xwe vedişêrin; YN xwe rast bike û îmkanê bide hêza mihaciriyên karmend, mihaciriya sîrkuler, ên ku li YN ji mafê penaberiyê bêparin. Bi berpirsiyariya Cecilia Malmstromê li komîsyona YN ji bo pirsa mihaciran, bi hêvîya YN a sîyasetekî vekirî me û hêvî dikim kontrolên sînorên xwe carekî din bînin li ber çavan, derî û rêyan ji bo kesên ku hewcedariya penaberiyê ne bi fermî vebe. Herweha YN carekî din defînîsyona xwe li ser zagona mihaciran nûjen bike û pêşde bibe.
Evîn Berçem: Tu bi nêzîkbûna xwe li ser pirsa mihaciran û jîyana xwe a di nav sîyasetê de nêzîkî ciwanên mihacirên Swêdê bûyî. Krîmînalîteya, dû bêkariyê û kêmasiya sîyaseta entegrasyonê, di nav ciwanên mihaciran de zêde dibe. Sîyasetmedaran bi çi awayî vê pirsgirêkê çareser bikin?

Frida Johansson Metzo: Tû îstatîstîk tûneye di destê min de li ser krîmînîlatiyê ciwanên mihaciran û ji ber vê yekê jî naxwazim vê rêzê bibersivînim. Lê, di aliyekîdin de jî bêkariya ciwanên mihaciran pirsgirêkekî mezin e. Dema meriv li Swêd nûh be û li ser de jî ciwan be, tevlêbûna li bazara karmendiyê tengasiyên dûbare ye. Di vir de çareseriyên giştî a sîyasî divê- nûha hûkûmet ji bo ciwanen li pîyasayê kar de cihên staj peyde dike, mesrefê karmendan kêm dike, ev gavekî girînge li ser vê rêyê de. Lê, bêkarên ciwanê mihacir ne grûbekî homojenin, divê em her yekî li gorî rewşa xwe binirxînin. Alîkariyên ferdî ava bikin; kînga hatine Swêd, qebûl kirina wan bi çi awayî/dijwarî pêk hatiye,( Prosesa pejirandina mafê penaberiyê dikarê demekî gelek dirêj bistîne û li ser de jî bi îllegal jiyabin , li jîyana dibistaniyê û fêrbûna zimanê de şopa van tiştan dimîne) dixwaze çiqesî li Swêd bimîne ( mihacirekî karmende yan jî ji nûha pêve dixwaze li vir bijî) û têkildariya wan çiye?
Evîn Berçem: Çima tu hifqesî bi pirsa mihaciran mijûl buyî?
Frida Johansson Metzo: Li gorî min sîyaseta Swêd a li ser mihaciran li gorî ramanên wekheviya kesan, çewte. Jiwelatderxistina mihaciran ne tenê felaketek e, ji bo mafê mirovatiyê biçûkxistineke. Encama prosesa biryarên mafê penaberiyê a bi bêjingî û bendemayinên li qempa mihaciran mirovan jihevde dixe. Encam û armanc, ji binî de entegre kirina wan û serbestbûna mihacirî di nav globasyonê ye! Ji bo min ev tişt gelek dîyare ku biryara demokratîk a pirranî li Swêd-li derve xistina mirovan-li dûrî nasnama xwe ye û ji bo ramanên demokratîk tehlûkeyeke.
Evîn Berçem: Frida, ez dizanim ku tu ji bo mihacirên îllegal, ên veşartî, alîkariyên girîng û însanî kiriye. Tu dikare hepkî li ser doza xwe ji bo rewşa mihaciran û mafê penaberiya wan, bike?
Frida Johansson Metzo: Berî her tiştî îmkanê min bi serokatiya LUF bi hilgirtina vê pirsgirêkê çêbû- min vê mijarê bi caran û her firsendê de hilgirt. (endamê LUF ê ketin endîşeyê û gotin ku rêxistina me dibe doza yek tiştî). Berî Ewrûpaprogramê FP yê, îmkanên min çêbû û min hinek li ser sîyaseta mihaciran û yek ji programê entegrasyonê nivîsand. Bi saya LUF jî min pirsgirêka sîyaseta mihaciran bi rêxistinên lîberal di nav Ewrûpayê de hilda . Herweha min avakirina rêxistinekî de cîh girt , wek serokê rêxistinê demekî min kar kir, ”Liberala Flyktingfonden”, hersal em alîkariya pere didinhev û van pereyan jî ji bo mesrefê parêzgeran, xwarin û derman didin mihacirên ku xwe vedişêrin-ji bo ku rojekî kari bin li Swêd bimînin. Gelekî ji wan kesan/malbatan piştî demekî mafê penaberiyê sitendin û ev yek jî vêya eşkere dike: Ger ew nehatibûna gûhdarî kirin wê pêşeroja wan biba felaketek. Ji bilî van tiştan ez li komeleya ”Bêkaxizan” de aktîf bûm. Di manîfestoya wan de min axaftin kir (vê çarşemê) Li komîteya birêveberiya FARR ê cîh digirim (rêxistina sereke a organîzasyona grûbên mihaciran li Swêd). A rastî ez giranîyê didim alîkariya mihacirên şexsî/malbat ; şîret û alîkarî dikim, têkilî ji bo wan peyde dikim û ger hewce bî, ez cîh/xanî dibînim, da ku kari bin xwe veşêrin. Nûha jî heta ji destê min tê, ez bi rêya blogga xwe û semîneran li deverên cûda li Swêdê bal dikşînim li ser pirsgirêkên mihaciran, hem li ser sîyaseta Swêd li ser mihaciran û hem jî li hember /antî-SD(Partiya Nîjadî ên Swêd) semîneran didim.

Evîn Berçem: Li Tirkiyayê hûkûmet (Partiya AKP) dixwaze li ser pirsgirêka kurdan reforman çêke. Lê, partiya kurd (DTP) jî hate qedexe kirin. Rewşa rojane dijwar û tevliheve. Li bajarên kurdî dîsa gel li meydanê tije dikin û tên binçavkirin. Tu bi hatina rojên rohnî li Kurdistan a Bakûr bahwer dike?
Frida Johansson Metzo: Mixabin ez bahwer dikim ku şîdet girêdayî zordestiyên li ser gellê kurdane û berî ku ev sîyaseta li ser kurdan bê gûherîn tû çareserî tune ye. Divê zagona tirkî ji binî de bê gûherandin û mafê kurdan bê garantî kirin. Li virde, helbet, berpirsiyariya YN heye-ji ber ku Tirkiye namzetê YN e. Berpirsiyariya Swêd jî heye, berî her tiştî sîyaseta mihaciran, îroj mihacirên ku ji Tirkiyayê tê di biryar dayina mafê penaberiyê de li bersînoriyekî bê mane rast tên. Lê, divê em bala xwe tevde bidin li ser sîyaset û helwesta tTirkiyayê. Mînak: Qempa mihaciran li Maxmûr, divê bi carekî re bê çareser kirin!
Evîn Berçem: Tu vebûna kanalê bi zimanê kurdî li Tirkiyeyê çawa dibîne?

Frida Johansson Metzo: Sîyaseta Tirkiye li ser zimanê kurdî paradokseke û ji bo azadîya derbirîna bîrûbawerîyê rûmetşikandineke. TRT6 helbet helwestek erêniye, lê, kanalên din ê kurdî jî hene! Hîna kanalên kurdî ji xeynî TRT6 qedexene û ev yek jî diljêxelîneke. Endîşeyek weha derdikeve, zagona tirkî de tu pareziya vê kanalê nîne û ev kanal li gor dilê wan weşanê dike. Sîyaseta weşan û zimanê li Tirkiyayê vêya tîne li ber çavan: êrîşên wan mehkûmî wenda kirinê ye, bi teknîka rojane herkes dikare, mînak, Roj TV meyze bike.
Evîn Berçem: Gelo rola Swêd ji bo pirsgirêka kurdî de çawa be?
Frida Johansson Metzo: Meriv li pirraniya kurdên Swêdê dijî bîne li ber çavê xwe, diviya bû ku bandora pirsgirêka kurdî mezintirîn li medyayê swêdî û polîtîkayê swêdî de cîh bigirta. Li hûkûmetê Fredrik Malmê partiya FolkPartî ji bo van pirsgirêkan tûj kar dike, lê, diviya bû ku gelek kesên din jî ji bo pirsa kurdî aktîf biba. Û Swêd jî divê li parlamentoya YN zêdetir li ser vê pirsgirêkê eşkere be. Namzetiya Tirkiyayê li YN divê bibe tahdeyiyek tûjtir li ser Tirkiye, ne bi mûnaqeşeyên li ser awarteyê şertên YN. Heta nûha têkiliyên YN û Tirkiye wek pêl derbas bû, ez bahwer dikim endametiya Tirkiyeyê ji bo YN û hemwelatiyên Tirkiyê baş be- lê, divê demokrasî bi parastina mînorîteyên xwe stabîl be li Tirkiyê.
Evîn Berçem: Tu bi azadiya kurdan bahwerî?
Frida Johansson Metzo: Ez bi ava kirinên nasyon/welat û sînorên nûh gelekî napejirînim. Armanca min, rojekî, tu astengî di navbêyna mirovên cîhanê nemîne. Lê, her kesayetiyek hewcedariya xwe bi azadiyê, demokrasiyê , parastinê heye û mafên me bi van yekan ne tenê ji ber ku em li terefekî cîhanê hatine dinyayê, hebe! Bersiva min ji bo pirsa te, belê û helbet! Ez yeqîn dikim ku tahdeyên li ser kurdan rojekî xelas bibe, pêşveçûna cîhanê îzole kirin û bindest xistina gellan û kesan her ku diçe bê îmkan dike. Divê cîhan li cem milletên bindest de cîh bigirin û bi bandor herin li ser zordariyê.
Evîn Berçem: Em hepkî jî bên li ser pirsgirêka jinên kurda. Mixabin problema li ser mijara namûsê yek ji pirsgirêka kurdên Swêde. Em çiqesî keç/jinên kurda li medyayê/sîyasetê û di jiyana kar de bibînin jî hejmarek di nav tarîtiyê de jî heye. Ji bo vê pirsgirêkê divê sîyaseta entegrasyonê li Swêd çawa be?

Frida Johansson Metzo: Şîdeta li ser jinan, bi taybetî jî bi navê namûsê, divê rastî-rast bi bandor bê lidest xistin. Parastina jinan, bi taybetî di dema tehdîdê de, berî ku şîdet dest pê bike- gelekî kême. Ez dibêjim em van tiştan eşkere bikin: şîdet tu carî neyê qebûl kirin û divê jin bi doz kirina nêzîkên xwe û serîlêdana alîkariyê de nekevin di nav xwesûcdariyê. Ji ber nijadperestiya rojane li swêdê, keçên temen ciwan dikevin di nav vê bahweriyê ku ger ew pirsgirêkên xwe ji hawîrdora xwe re bêjin , hawîrdor bi çavekî neyînî li malbata wan binêrin.
Evîn Berçem: Ciwanên kurda ên ku li sîyasetê difikirin, tu çi pêşniyar dike? Dikare hepkî behsa çalakiyên LUF bike?
Frîda Johansson Metzo: LUF xwedî tradîsyonekî hêza polîtîkayê navnetewiye. Ger meriv bixwaze bi pirsgirêkên derveyî kar bike, ji LUF çêtir cîh tûne ye. Em di nav LUF ê de gerrên perwerdeyiyê û perwerdehî li ser pirsgirêkên cûda dikin. Em bi rêxistina navnetewî re, foruma LYMEC û IFLRY, xwepêşandan, civîn û axaftinan dikin. Li Swêd jî (malê) hema li ser her tiştî em mijûl dibin. Li deverên (bajar) cûda klûbên me hene û em bi hêsanî pirsgirêkan dibin heta hûkûmetê. Em kampanya amade dikin, li medyayê derdikevin, belavokan belav dikin, şanoyên derve amade dikin-azadiya me mezine û em bi her awayî dengê xwe digihijînin heta jor, kesane, bihevre û kesên din re!
Hevpeyvîn: Evîn Berçem
NETEWE |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|
|
remzi|16 Jan 2010 - 14:20 |
ez hevi dikim tu bigiheje mercek giring u bi rasti ji heviya mezin dikim ku tu ji me (kurd u kurdistane) bipareze u ji bir meke. Tiste ku min ji te fam kir tu kecek rinde u ji millete, miroven necar tu caran ji bir nake.
Spas ji bo ku tu heye u tu her hebe keca rind!
Remzi |
|
rêzan gul|14 Jan 2010 - 01:53 |
bijî welle tu her bijî
spas ji bo piştgiriyên te ji bona mihaciran û kurdan jî. dema ku ez keçên mîna te dixwînim birastî jî gelekî kêfxweş dibim. Yanî çiye: jiyan bi berpirsiyarî xweşe. dema meriv berpirsiyariya xwe ji bona hawîrdoraxwe zanibe, ew çax mirovatî xweşe.
silav û bi hêvîyên serkeftinê rêzan |
|
MED|13 Jan 2010 - 16:18 |
Bijî keça Swedî ya dad perwer, mîrov hez û çalkvan... her bijî!
Her wiha spas ji Evîn Berçem jî re, ku hevpeyvînek xweş bi çalakvana mafê Mîrovan re kirîye. Ev jî pirr başe û dibe sedema ku dostên gelê Kurd her zêde bibin. Em hêvîdarin ku hevpeyvînên wiha bi gelek kesên din jî re berdewam bibe. |
|
|