Sûnetkirina keçan..vê car dengek ji Îranê hat...
Evîn Berçem - 20 Jan 2010 Xwendekarên Ezîz,
Mesajên min ji Îranê hene ji bo we, bi zimanekî hêsan hate nivîsandin-dûrî gotinên mezin û vegotinên mezin. Dizaninm ku dema we navê Îran bihîst ramanên we dê biçe cihên din, wêneyên devera ku hûkûmet û zagonên cûda, rewşekî cûda dijîn. Çawa cûda?
Çi zanim, belkî jî tu bi min reye ku "hinek" astengî li hember jiyana rojane li civaka îranî de hene.. Dema zagonên îranî ji bo te jî derbasdar be, tu ê gelekî xemgîn be-bi taybeti ger tu jin be.
Di jiyana rojane li Îranê xweşî jî hene-xwarinên xweş, mêvanperweriyekî xweş, kûltûra dewlemend û dîroka mûltî-kûltûrî li Îranê.
Lê, ger tu profesyonelek bî, aktîvîstek bî, nivîskarek bî, ûhwd. û bixwaze gûhertineke li Îranê pêk bîne û tiştê tu dibêjî li hember zagonên hûkûmetê bî, yan jî, li hember melleyan bî-wî çaxê tû hîn zêdetirîn fam bike ku astengî zêdene.
Gelek çîrok hene li tariyê de û tên veşartin û gelek çîrokên xweş jî hene di civakê de,, çîroka sûnet kirina keçan yek jî yek çîrokane. Çîrokên li ser sûnet kirina keçan ne çîrokek xweş ji jîyana malbatiye. Çîrokek ne xweşe.
Çîroka sûnet kirina keçan xerab kirina pêşeroja keçên îranî ne. Mîna keçekî tên jiyanê û şertên şerîatê wan dike însanên nîvce. Tên biçûkxistin û ji mafên bingehîn ê mirovatiyê bêpar dibin. Em ne mecbûrin ku rewşa wan ê xerab û ji mafên xwe ên seksûel bêpar, û herweha, bi mêrekî re-bêdilî tên zewicandin, bipejirînin!
Cara pêşîn me rêxistinek di vê derheqê de lidar xist û nûha em aktîfin. Grûba me ji însanên temen ciwan hatiye lidarxistin û em ne gelekin, lê, dîsa jî em girîngin û ez jî yek ji wan kesa me.
Em bê rawestandin xebitîn, tû fînans nîne,lê, em digihijin gelek rêyên gûndên bêkes.
Me bi hezaran hevpeyvînan bi jinên etnisîteya cûda re kirine. Jinên tirk, kurd, balûş û ereb. Em bi wan re dipeyivin û dibêjin kû bera nehêlin keça wan bên sûnet kirin. Em bi melleyan re jî peyivîn û karê me bi rastî jî gelek dijware. Car caran me cîh nedît ku em tê de razên.
Raman bike: Tu hatiye Îranê û tu li tiştekî digere, te dît û nûha jî tu dixwaze derkeve derve û ji bo armanca xwe kar bike. Tu bi cihên fermî re dipeyive û dixwaze dîalogekî veke, lê, hercaran derî nîşanî te kirine. Ti fînans nîne û piştgiriyek gelek kêm ji kêlîka civakê de heye. Tê ê çi bikira?
Gelek pispor, bijîşk, profesor, hemşîre û kesên ji zanîngehan, nexweşxaneyan çalakiyan, hûkûmetê û enstêtuyan tiştan dibêjin. Dibêjin ku li Îranê sûnet kirina keçan tune ye. Dibêjin ku Îran misilmane û bûyerên weha tenê li Efrîqayê diqewime.
Înkar kirin çima? Gelo ev profesorên li kûrsîyên xwe de rûniştî-haya wan ji derûdora xwe nîne?
Çi zanim.. bersivên min ji bo pirsên min nîne.. Lê tiştê min dîtî, ez dibêjim. Ez şahid bûm û ez dinivîsim.
Ez dibêjim, min dît û ez dibêjim-herweha-ez bangî her kesên ku dixwazin berpirsiyariyên xwe bicîh bînin-dikim. Belkî em gûhertinekî, bihevre, bicîh bînin. Em bihevre bi hêzin.
Silav:
Kameel Ahmady
Anti FGM IRAN projekt
www.antifgmiran.net
Email: iranfgm@gmail.com
Netewe |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|