Romannivîs Mîr Qasimlo dibe mêvanê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê
Evîn Berçem - 6 Feb 2010
Nivîskar Mîr Qasimlo dê li Kitêbxaneya Kurdî behsa romannivîsî û wêjeya xwe bike. Ew dê li ser herdu romanên xwe ”Wêneyên keserê” ( 2008) û ”Giyanên bahozî” ( 2009) ku ji du weşanxaneyên cihê derçûne raweste û derheqî xebatên xwe de agahiyan bide.
Mîr Qasimlo ji bakurê Kurdistanê, ji bajarê Mûşê ye. Ev ji demeke dirêj e ew li Almanyayê dijî.