Cîgirê sefîrê Holendayê yê li Îraqê tekîd li ser dostîniya welatê xwe û herêma Kurdistanê kir
Çeto Omerî - 5 Feb 2010
Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaqzî li Beram Ernesto cîgirê sefîrê Holendayê yê li Îraqê kir.
Di dîdarekê de ku konsolusê fexriyê Holendayê yê li hewlêrê jî amade bû, rewşa herêma Kurdistanê û reşa Îraqê û bi teybetî amadekariyên tên kirin bo hilbijartinên parlamentoya Îraqê hat kirin û her du aliyan hêvî kir ku hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, qewle di heftê adarê de bên kirin, bi aramî û bê pirsgrêk birêve biçin û encamêm wê di xizmeta tevaya xelkê Îraqê de bin.
Têkeliyên navbra herêma kurdistanê û Holendayê, yên di warê çandî, abûrî û bazirganî de û pêşxistina wa têkeliyan mijareke din a dîdarê bû û di vê çarçoveyê de, Berwarî sipasiya hikûmeta Holendayê kir ku di gelek waran de alîkarî û hevkariya herêma Kurdistanê kiriye û hêvî jî xwast ku ew hevkarî û dostînî berdewam be.
Cîgirê sefîrê Holendayê yê li Îraqê tekîd li ser dostîniya welatê xwe û herêma Kurdistanê kir û briya demekê şandeyeke şîrket û kompaniyên holendî serdanan herêma Kurdistanê kir bû û wê şandeyê wêneyekê gelek baş û posetîv li ser herêma Kurdistanê bo Holendayê veguhast.
Herwesa şandeya holendî got ku, ji bona zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên abûrî, di van nêzîkan de şandeyeke şîrket û hompaniyên herêma kurdistanê bike û piştî çend mehên din dê şandeyeke karnasên holendî yên di warê avdêriyê serdanan herêma Kurdistanê bikin.