Keç Tenê Guhdariya Qehremaniyên Birayên Xwe Dikin
Evîn Berçem - 6 Feb 2010 Germiyan dixwest rojekê wek birayê xwe bi serbilindî di mala xwe de behsa kesê ku jê hez dike bikira, lê bi xwe dibêje ku ev tişt: "Xewn e". Germiyan a 24 salî dema xwest Hoşyar ê birayê xwe biceribîne, lêdaneke zêde xwar û heta niha jî şûna lêdanên birayê wê liser laşê wê diyar in.
Navbirî piştî ku bi yekcarî bo wê hat îspatkirin ku kur û keç di civaka Kurd de qet ne wekhev in: "Min tenê hinekî behsa evîndarê xwe kir, birayê min, min da ber daran." Germiyan zêdetir bi wê yekê dilgiran e ku birayê wê herdem bi serbilindî li malê behsa keçika ku jê hez dike, dike: "Herwiha wêneyê wê daniye ser mobila xwe û pêşanî me dike."
Cudahiya di hundirê xêzana Kurd de, hezaran keçên wek Germiyan bêzar kiriye û hez dikin bi yeksanî reftar li gel wan bê kirin û êdî razên wan jî desteserkirî nemînin.
Gona ya 22 salî çavnebariyeke zêde davêje birayê xwe ku serbest e herdema bixwaze behsa peywendiyên xwe yên evîndarî bike: "Herwiha dema di navbera wan de xirab dibe jî, ji min dipirse: Ez çawa wê haş bikim?" Gona dibêje dema ew mijul dibe bi dîtina çareseriyekê bi birayê xwe heta ku bikaribe li gel evîndara wî haş bibe, dilê wê tê dagirtin: "Jiber nizanim ezê pirsgirêkên evîndariya xwe ji kê re bêjim. Lewma rojane sedan car di dilê xwe de hawar dikim heta kengî ez û birayê xwe ne wekhev bin."
Lê kur rêgirtina li pêşiya xwîşkên xwe wek karekî rast wesif dikin û bi baweriya wan nabe keç li malê behsa peywendiyên xwe yên evîndarî bikin û hinek kur di rewşeên wisa de amade ne sezayên herî tund dijî xwîşkên xwe cîbicîh bikin.
Bextiyar Ce`fer ê 27 salî dibêje: "Ger xwîşka min behsa tiştekî bi vî awayî bike, ezê wek ku mirîşkek be serê wê jê bikim!" Bextiyar vê yekê wek rûmetbirina malbatê binav dike û bi baweriya wî ev yek derbaskirina hêlên sor ên xêzanê ye: "Malbatên me qet van axaftin û gotinan ji keçan qebûl nakin." Navbirî dibêje dema keçek li mala xwe çîroka evîndariya xwe vebêje, wek sernizmî û sivikkirina birayê xwe bike.
Herwiha Zana Elî yê 29 salî dibêje xwîşka min qet nikare behsa van tiştan bike û ger behs jî bike: "Ezê zimanê wê jê bikim". Zana bingeha vê tundûtûjiyê bi wê yekê ve girêdide ku ger keç gihan radeya behsa derdên dilê xwe yên evîndarî bi awayekî eşkere li pêşiya bira û malbata xwe bikin, "Êdî malbat rastî sernizmiyê dibe."
Pisîkolog pêdagiriyeke zêde liser perwerdeya malbatî dikin û li gor wan ev perwerde bandoreke zêde liser awayê hirzîna malbatan dike. Pisîkolog Dilşad Mehmud dibêje hinek caran di dema xwazgîniya wan de jî, keç nayên pirskirin û raya wan nayê wergirtin: "Civaka Kurdî bi awayekî tevahî kuran ser keçan re digre."
Bi baweriya derûnzan Hîwa Se`dî jî vê cudahiya behskirî hiştiye keç bi berdewamî di nav dûdilî û tirsê de bijîn, herwiha herdem şerm jî bikin: "Ev yek bandoreke xirab liser keçan çê dike."
rudaw-Lenya Mehmud |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|