Cerdevanê hûnermendan...
Evîn Berçem - 6 Feb 2010 Hekariyan: Yilmaz li ser înkar û asîmîlekirina gelê xwe bilind bû, ew yekî nirxfirosh e...
Kurdên Hekarî li ser axiftina Yilmaz Erdoganî ya ku li hember banga Demirtaşî derketibû û gotibû „Em bi talîmatan tevnagerin!" nerazîbûna xwe li hember vî hûnermendê xwenenas diyar kirin.
Li gor ragîhandina ajansa Kurdistanî ya bi navê Yuksekova Haber, Hekariyan di gelek layan de bi dengekî bilind û bi helwesteke tund li dij Erdoganî derketin. Her wiha Kurdên Hekariyê, jiber ku Demirtaş banga Yilmaz Erdoganî kiribû û jê berhemên Kurdî daxwez kiribû, Demirtaş jî rexne kirin û gotin, „Çi karê Demirtaşî bi yekî mîna Erdoganî xwefiroş heye?"
Her wiha di malerpa Yuksekova Haberê de ev nihêrîn dikeve pêş: „Yilmaz Erdogan qaşo helwest l igel siyasetê dide nîşandan û dixweze jê azad bifikire. Baş e, gotinên Demirtaş siyasî ne, ma yên Yilmaz Erdogan bi xwe jî ne siyasî ne. Siyasî yên li hember gelê xwe bi xwe...?"
Di malpera Yuksekovahaber.comê de ev rexne li hember Yilmaz erdoganî dikevin pêş:
1. Çi karê Demirtaşî bi van re heye? Yilmaz Erdogan, Tatlises, Kirmizigul, evana nirxên me Kurdan jibo maslahatên xwe û Tirkan bikar dihînin. Evana jibîr bikin, çi tişt ji van dernakeve. Hulya Avşar ji van xwefiroşan gelek bi cesarettir û egîttir derket. Demirtaş bi gotinên xwe ketiye gafê.
2. Hûnermend bi karên şoreşî wate qezenc dikin, eve ji we re Yilmaz Guney, Nazim Hikmet... Tu jî di ortê de yî hêy Yilmaz Erdogan. Lê tu hinek zêde di ortê de yî. Kiryarên te ne aşkerekirina, ronîkirina pirsgirêkên gelê xwe ye, kiryarên te helandin û tunekirina rastiyên gelê xwe ya di nav sîstema Tirka de ye.
3. Her tişt bi alîkî ve, hela pirsiyar bikin, Yilmaz Erdogan jibo Hekariyan çi kir, kevirekî jî danî yan na?
4. Cîhekî mezin yê Hekarî ya di çand û şorişa Kurd û Kurdistanê de heye. Lê carina di nav hezar sêvan de sêveke bi kurm jî çê dibe. Yilmaz Erdogan eger nikare kesayetiya xwe, çanda xwe ji Hekarî werbigre, gotineke me ya jibo wî nîne êdî.
6. Birêz Seladîn Demîrtaş bi vê banga xwe ve xeletî kiriye. Ev zilamî (Yilmaz Erdogan) ecêb bi mîlyaran pere da wê artêşa dewleta kûr, ew saziya dewleta ku wê, apê wî zilamî kuştibû û wendakiribû, êdî hûn kesayetiya vî zilamî hesab bikin çi ye û çi nîne...
7. Yilmaz Erdogan tucarekî ye. Nirxên miletê Kurd bazar dike. Bi van zîhniyetan ve îradeya gelê Kurd nahête temsîlkirin.
8. Yilmaz Erdogan dibêje min bedel daye. Te wek Ehmet Kaya, Yilmaz Guneyî bedel dan? Naxêr. Tu yekî Hekariyekî wisa yî ku ji bilî pere û pûl çi nirxeke te nîne. Lê em te wek ji Hekarî nahesîbînin û em naxwezin te bibînin jî.
9. Yilmaz Erdogan li gor berjewendiya xwe helwest digre. Berhemek ji arz û talebê ye. Miletê Kurd xiyanetiya van zîhniyetan çi varan jibîr neke. Însanekî incax qasî vî kesî dikare bibe biyaniyê miletê xwe û nirxên xwe. Diviyabû Yilmaz Erdogan hinek cesûr bûya. Ji xwe re Hulya Avşar û Bulent Ersoyê nimûne wergirtiba. Birêz Haldun Dormen li Amedê şanoya Kurdî vedike, bila Yilmaz Erdogan hinekî xwezî şerm kiriba.
10. Xwe ji xwe şerm nake û dibêje „ew kelemçe nimûneyeke rêvekirina pirsgirêka Kurd e" bila jibîr neke ew kelemçe li îradeya miletê me dihête kilîd kirin.
11. Sed mixabin bo te, me berê ji te hez dikir, qaşo tu hembajarî me bû...Lê niha em ji te nifretê dikin, jiber ku tu xwenenas, xweînkar î.
13. Gelo ne Seladîn Demirtaş, serokwezîrê tirk Erdogan ji we re bigota fîlmên Kurdî çêbikin, ma heman bersivê bidana wî jî, em qet bawer nakin... Jiberku li wê derê berjewendî heye ma ne wisa?
13. Yilmaz Erdogan asîmîlasyona AKPê ya li ser Kurdan diçespîne. Li gor talîmatên Demirtaş tevnagere, lê li gor talîmatên Tayyîb Erdogan teqleyan davêje, jiber ku ew Kurdekî spî ye, ne tiştekî din.
16. Ev daxweza ji Yilmaz Erdoganî xelet bû, mirov sedî sed asîmîle bûye, yan jî dixweze bibe. Wan rojan derket TRT6ê û gotineke Kurdî nekir, ma ew dê çawa fîlmekî Kurdî çêbike...
KNN/Zagros Baran
Chavkanî: Yuksekova Haber |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|
|
Dino|7 Feb 2010 - 19:03 |
yaw di demên dijwar de gelek kurdên me ên hûnermend gotin û hîna jî debêjin .EZ KURDIM!!!!! Lê, ên mîna yilmaz kerdogan encax dikarin ji bo xwe kecekî ciwan bînin û bê şerm jî bêjin ku keç ji mala şêx seîde!!! (derewwwwwww) dikarin ên mîna guêlben ergenê ku tevî misto erdogan ji fransayê reviyan vegeryan tirkî û gotin ku freansa li tirkan derewan dike û dibêjê tirkan jenosîda ermeniyan kiriye. Vê tiştê înkar kirine!!! Yilmazê erdogan ji encax dikare pere biherikinî leşkerên ku tecawûzî namûsên me kirin, gundê me şewitandin!!!!!!!!!!!
Kurdino, ambargo bikin, filîmên vê xayinî seyr nekin!!! Bera ji tirkan re bimîne hûnerên wî, em naxwazin!!! Lê, bera li ser navên me jî filîman çêneke, bi navê kurditiyê zikê xwe danegire. Şatoyan li Bodrumê nekirre!!
Bela ew û heft sûlalexweyî popûlîst û perehez ji romîyanre bimînin. Qurbana Sêx seîd bin.. Bera navê şêx seîdê jî nelewitînin!!!!!!!!!!! |
|
|