Di Merasîmekê De Ansîklopediya Hewlêr Hat Ragehandin
Evîn Berçem - 7 Feb 2010 Doh di rêûresmekê de bi amadebûna berpirsên fermî û dezgahên ragehandinê li hola Otel Şhraton a Hewlêrê Ansîklopediya Hewlêrê hat ragehandin. Merasîm bi amadebûna jimareyek ronakbîr, hunermend, hunerdostên Kurdistanê û rojnamevanan birêve çû.
Bi rakirina Ala Kurdistanê li ser Ansîklopediya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resul Elî ve merasîmê dest pê kir. Di vê derbarê de Serokê Lijneya Bilind a Amadekariya Ansîklopediya Hewlêr Dr. Ebdulla Elîyaweyî di axaftinekê de sipasiya wan mamoste û pisporan kir ku rolê wan di berhemanîna wê pirtîkê de hebûye û herwiha sipasiya Kosret Resul Elî jî kir bo wêya erkê çapkirinê li xwe girtiye.
Di merasîmê de Kosret Resul jî axaftinek kir û got: ‘’Derçûna Ansîklopediya Hewlêrê projeyeke dîrokî ye bo xelkê Kurdistan û Hewlêrê. Hewlêr yek ji wan bajarên qahreman e ku bi dirêjahiya dîrokê zindî maye û ji hîç dijminekî re serê xwe netewandiye. Xelkên bajarê Hewlêrê jî mêvandost û xiştivî ne. Ji ber her kesek berê xwe bide vî bajarî demeke kurt dibe Hewlêrî.’’
Ansîklopediya Hewlêrê ji 10 beşan pêh hatiye: Kesayetiyên navdar, folklor, wêje û biyografya nivîskaran, huner û biyografya hunermendan, şaristaniya civakî, tax, tendirûstî, geştname, bîrewerî, şaristanî, dîroka hevdem û dîroka kevin, şwênwar û kelepur, Hewlêr di ansîklopediya cîhanê de û cografya.
rudaw |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|