Kutbettîn Arzu: " Berê ji kart-kurtê re digotin Kurd,lê,îroj tv:ê kurdî heye"
Evîn Berçem - 7 Feb 2010
Parlamenterê AK-Partiyê ê Dîyarbekrê Kutbettin Arzu ragihand ku partiyên mûhalefet dikeve liber pêşniyariyên- zagona li ser zarokên girtî û dibêjin ku ger av zagona nûh bê pejirandin divê mehkûm carekî dinê bên dadgeh kirin û Abdullah Ocalan jî dikare ji vê zagonê îstîfade bike.
Kutbettin Arzu êrişên li navenda BDPê jî şermezar kir û got ku ewî nêzîk de here serdana mexdûrên BDPê.
Kutbettin Arzu di civîna rojnamevanên "guneydogu" li Dîyarbekrê de weha got:
-Nûha li Xabûrê,Hezîlê,li terma digerin. Nûha li Dîyarbekrê fermandarek tê dadgeh kirin û li girtîhê ye. Li Erzoromê fermandarek tê dadgeh kirin. Ji ber ku dadgerî berdewam dibe ez naxwazim ti şîroveyan li ser sûcdar bûn/nebûnî wan bikim. Ez dixwazim bêjim ku Tirkîye ji ku hat heta vê derê û divê em vêya bibînin. Jiber ku şaredar li Dîyarbekrê hatin kelepçe kirin, wezaretê karûbarên navxwe lêpirsîn vekir. Berê mirovan li bîrên asîtan de wenda dûbûn û em ji wê pêvejoyê hatin heta vê merhelê.Ev mersela prosese.Berê dema meşa li ser berfê de dengê "kart-kurt"e re digotin Kurd û digotin Kurd nîne. Îroj tv:ê kurdî heye. Ev kafiye? Helbet divê em hîn zêdetir biçin. Ev pêvajo heta pêkhatiya "Wekhevî ji bo her kesî,dadwerî ji bo herkesî, azadî ji bo herkesî" bicîh bê dê berdewam bibe.