RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Konferansa li ser pêvajoya “rêlibervekirinê” li Tirkîye ji aliyê FKKS we hate lidarxistin..


avatar
Çeto Omerî - 8 Feb 2010
Doh 7-2-2010 de li peytexta Swêd Stockholmê Konferansa li ser pêvajoya “rêlibervekirinê” li Tirkîye ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê we hate lidarxistin. Beşdarvanên konferansê serokê HAK-PAR`ê Bayram Bozyel, serokê KADEP´ê Şerafettîn Elçî û parlementerê Şirnaxê birêz Hasîp Kaplan jî liser navê BDP bûn.

sermin-bozarslan.jpg
Konferans bi axaftina seroka Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê birêz Şermîn Bozarslan destpê kir. Şermîn Bozarslan li ser bûyerên dawî, li ser pêvajoyê û li ser girîngiya dîalogên di nava partiyên kurdan de anî ziman. Li ser navê Federasyonê xêr hatina mêvan û beşdaran kir.

civina-federesyon.jpg
Destpêka konferansê de hersê bêşdavan gala xebatên xwe kirin û paketata çareseriyê nirxandin.
Hasîp Kaplan eşkere anî ziman ku serokê PKK Abdullah Ocalan liser xebata wan xwedî bîryar e. Ango hate eşkere kirin ku BDP = PKK ye. Hasip Kaplan ji paketa çareseriyê ya hikumeta AKP ne bawere û samîmî nabîne. Hasîp Kaplan got: Di nava partiya AKP de 75 parlementer hene ku ji Kurdistanê ne, hesabê ji wan bixwazin, Ji ber ku yek ji wan heta îroj xwedî li doza xwe an jî gelê xwe deneketine. Ji xwe partiya AKP partiyek ne demokratîk e. Gava parlementerek wan li dijî siyaseta AKP pêşniyarek bîne yan jî piştgiriya gelê me bike, ew dê carekê din nikare ji AKP bibe namzet.

Şerafettîn Elçî jî li ser buyerên dawî dîtinên xwe anî ziman û got ku ev dema darbeyên leşkerî êdî bihûrî ye. Elçî qala xebatên hewbeş di nava partiyên legal yên kurdan de got: Em di meha îlona sala çuyîn ligel birêz Ehmet Turk re ciwiyan û em li ser girîngiya yekîtiyê gellek axifîn, birêz Ehmet Turk jî dîtinên me li ser yekîtiyê pejirand û bi girîngî nirxand. Me ji wan re pêşniyarek nivîskî şand, pişrî nameyên me Ehmet Turk çû bi berpirsên konseya PKK ziyaret kir. Ez bawerim berpirsên Qendîlê ji pêşniyara me re bi erênî nanerin ji ber ku heta niha tu bersiv ji aliyê BDP derneket û ne gîhaşt ji me re.

Bayram Bozyel jî weke Hasîp Kaplan û Şerafettîn Elçî behsa xebatên partiya xwe kir û pêvajoyê nirxand. Bayram Bozyel got: Em hemû kiryarên AKP xelet nabînin. Îroj di nava leşkeran û AKP de şerek heye ev tişt jibo demokratîk bûnê re û jibo berjewendiya gelê me başe. Yekîtiya Ewrupayê hikumeta tirkan mebcbûrî gav avêtinan kiriye. Em ji bîr nekin hîn ji dema hikumeta Ecevît de jibo cezayê îdamê rabe hin gavên girîng hatibûn avêtin. Dem hatiye guherandin êdî van rojên tarî şer û kuştin û darbeyan derbas dibe. Em ji pêşerojê bi hêvîne. Em xwedî bîryar û xwedî programin. Niha me bîryar girtiye ku partiya me li derweyî welat jî xwe bi rexistin bike. Belku em nikarin di nava hersê partiyên legalde yekîtiyekî xurt ava bikin lê ez bawerim ku em dikarin gellek xebatên hêja û hevbeş bi hev re bikin.
ceto-bayram.jpg

Piştî nirxandin û axaftina hersê siyasetmedaran dora pirsan hat û gellek kes pirsên cûr be cûr ji wan kirin.

Xebatkarê Netewe com`ê Çeto Omerî ji Hasîp Kaplan pirsiyar kir û got: Hun hemû xebatên xwe bi wate dinirxînin û dibêjin ku pêwîste herkes coşa gelê kurdên bakur parve bike û piştgiriya we bike. Lê Tu eşkere diyar kir ku A.ocalan li ser xebatên we xwedî bîryare, hun nikarin li derveyî dîtinên wî derkevin. Ez ji dibêjim li başûrê welatê me, parlementoya kurdî heye, ala kurdî heye, hêzên pêşmerge hene, sîstema dewletbûnê heye û berî bi çend rojan pîlotên kurdan yê şer jî çêbune. Tu dikarî nivîsek an jî gotinek Abdullah Ocalan nîşanî me bikî ku dijberiya Kurdistana başûr nake, an jî piştgîriya wan pêşveçûnan dike?
Tu dikarî bersiv bide ku çima rewşenbîrên kurdan yên weke Î.guçlu û Î. Beşîkçî ji aliyê PKK we têne tehdît kirinê?. Lê mixabin birêz Hasîp Kaplan nikarî bû bersiva pirsên me bide.

Hin kesan gotin gelo çima di nava HAK-PAR û KADEP`ê de îtîrafçiyên PKK û korûçî hene?
Birêz Şerafettîn Elçî got hin pirs hene ku em muxatap jî nagrin. Lê ew kesê ku bi pirsên xwe îddîa dike ku îtîrafçiyên PKK an jî kesên korîcî di nava partiyên me de hene bila ji kerema xwe re tenê navek endamên me bêje ku îtîrafçî an jî korîcî be.
Konferans nêzî 6 seatan ajot piştre ji Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê hemû mêvan û beşdaran dawetî xwarinê kir.

ceto-hasip.jpg

bayram-serafettin.jpg

civin3.jpg

civina-fe.jpg

Netewe
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia