Îro civata wezîrê Kurdistanê bi serpereştiya serokwezîr Berhem Ehmed Salih û bi amadebûna cîgirê wî Azad Berwarî li hev civiyan.
Destpêka civînê serokwezîr Salih li ser serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amerîkayê peyivî û serdana wî bi serkeftî bi nav kir û wek gaveke girîng ji bo xurtkirina têkiliyên navbera her du aliyan bi nav kir.
Di civînê de bi piraniya dengan biryar hate dayîn, ji bo xizmetkirina cotkaran û pêşxistina kerta çandiniyê, ji %2’ê faîza ku li ser deynê çandiniyê heye, bê rakirin. Armanc jî ew e ku cotkar bikaribin baştir sudê ji wî deynî werbigirin.
Civata wezîran her wiha biryar da ku ji niha û pê de karûbarê hemwelatiyan bi awayekî baştir, hêsantir û zelaltir bi rê ve biçin.
Di beşeke din ya civînê de qala sîstema tenduristiyê ya herêma Kurdistanê jî hate kirin û di vê çarçoveyê de qala baştirkirin rewş û mafê nexweşan hate kirin. Her wiha rezamenî ji bo dabînkirina pêwîstiyên nexweşxaneyên Kurdistanê û liberçavderbaskirina sîstema kirîna derman û pêwîstiyên bijîşkî hate nîşandan.