RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Ji bo Birca Belek agahdarî!


avatar
Cano Amedî - 8 Feb 2010
Wargeha Mîrê Botan Birca Belek, di 12 Reşemî 2010 an de li ser daxwaza şaredarîya Cizîrê wê ji alîyê leşkerên Tirk ve bê valakirin. Birca Belek bi sed salane ku ji aliyê hêzên Osmanî û leşkerên Tirk ve hatîye dagirkirin. Birca Belek di dîrokê de mazûbanîya çand û hûnera gelê Kurd kirîye. Lê dagîrkerên xernexwaz weke Birca Belek hemû derên pîroz di bin lingê hespan û paletên tanqan de gemarî kirine. Welatê me seran ser dagirker kirine û li her beşekî dîwarek ava kirine.

Birca Belek wargehek dîroka û pir kevnarê. Birca Belek bi mîmarîya xwe ya xusîsî û bi 365 odêyên xwe bala mirovan dikşîne û mirov heyran dimîne. Di Birca Belek de maqama deshilatdar, qerargeh, mizgeft, dersxane, zîndan, baxçeyên ajalan (heywan) û axurên hespan heye. Dîsa destgirtîyê Zînê Memê Alan jî demekê di Birca Belek hatibû zîndan kirin.

Ji bo parastin û xwedî lêderketina çand û hunera xwe , ji bo dîrok û dewlemendîya xwe divê her Kurdek li tarîxa xwe xwedî derkevê ji bo nê talan kirin û bi awayekî din disa neyê dagirkirin hişyar be.

Berî her tiştî divê şaredarîya Cizîrê û gelê Cizîrê li Birca Belek xwedî derkevin û rê nedin ku kesên talan kir wan deran xirab bikin an bi kolin. Divê gelê Cizîrê baş bizanibin ku parastina cihê dîrokî xezîna herî mezin û ya herî başe.

Em xebatkarên www.netewe.com ê pêşnîyar dikin ku ji bo parastin û restorasîyona Birca Belek, divê di serî de şaredarîya Cizîrê, nebîyên malbata Bedîrxanîyan û sazîyên Kurd serî li UNESCO bidin û li dîroka xwe xwedî derkevin.

Netewe
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia