Huner û hunermend, helbest û helbestvan, rewşenbîr û hwd. jibo jiyanê ne. weke ku mamoste Îbrahîm Ehmed gotiye: Ne jiyan bo mirdin balam mirdin bo jiyan e Lê gava ku hunermend piştgîriya xwînxwaran bikin. Tu alaqeyên wan ne bi hunerê û ne jî bi mirovantiyê re dimîne.
Serokê BDP birêz Selahettîn Demîrtaş radibe di kongreya partiya xwe de bangî Mahsun Kirmizigul û Yilmaz Erdogan dike û dibêje êdî bi zimanê dayîkên xwe fîlîman çêkin. Bila Selahattîn Demîrtaş bangî hunermendên kurdan bike û jibo xebata wan alîkar be.
Mahsun Kirmizigul ev çend salên dawiyê de fîlîmên civakî çêdike, temaya fîlîmên wî li ser civaka me ye. Lê fîlîmên wî bi zimanê tirkî ne. Mahsun Kirmizigul mirovek ligorî kapasîteya xwe mirovek demokrat e, gava çû û li Kurdistana başûr de konser da, bi kêmanî ne tirsiya çû û di bin siya ala rengîn serokwezîrê vê demê birêz Neçîrvan Barzanî ziyaret kir. Piştî vê demê heta niha 2 fîlîm çêkiriye, Beyaz melek (Ferîşteya Sipî) û Guneşe yolculuk (Rêvingiya rojê). Di her dû fîlîmên xwe de Mahsum kerekterên kurdan derdixe li ser perdeya sînemayê.
Lê Yilaz Erdogan bi eslê xwe kurde lê bi hestên xwe tirke. Ji ber ku di hilbijartinên 2003 de ji gelê Colemergê xwestibû ku dengên xwe bidin partiya CHP. Gava nîjadperestan jibo leşkerên tirkan (Mehmetcîkle dayanisma kampanyasi) kampaya alîkariya aborî destpê kirin kesên weke Yilmaz Erdogan û Îbrahim Tatlises jî bi pereyên xwe piştgîriyê dabûn Mehmetcîka tirkan.
Îroj jî naxwaze fîlîmên kurdî çêbike ji xwe ne pêvîste jî jiber ku fîlmçêker û senarîstên kurdan ku bi eslê xwe û bi hestên xwe kurdin hene û roj bi roj jî zêde dibin.
Gelî kurdên welat perwer kesên populîst weke Yilmaz Erdogan û Îbrahîm Tatlises boykot bikin. Bila kesên weha bi çend gotinên xwe yên xweş û derew we nexapînin.