RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Rojnameya WAR wê weşanê xwe bi alfabeya latînî jî bi dome


avatar
Cano Amedî - 8 Feb 2010
Rojnameya War rojnameyeke rojane û bi kurdiya zarava kurmancî û li Dihokê bi alfabeya erebî derdikeve û hejmara wê ya yekê di 1/10 2009-ê de derket û heta niha 86 hejmar jê derketine. Rojnameya War li vê dûmahiyê mizgînî daye xwendevanên xwe ku dê babetên rojnameyê bi alfabeya latînî jî di malpera rojnameyê www.rojnamawar.com de belav bibin û her xwendevanekê ku kurdiyê bi alfabeya latînî dixwîne dê bi vî awayî bikare hemî babet û naveroka warê binase û bixwîne. Sernivîskarê rojnameya "War"ê Fazil Omerî li ser vê gava giring ya rojnameya Warê weha ji Kulturnameyê re axivî:

"Em dê rojnameya Warê bi tîpên latînî li ser saytê rojnameyê belav kin û ez bawer nakim ji evê heftiyê derbas bibe. Eger arîşeyên înternetê peyda nebin dê ev biryar bikeve di warê cihbicihkirinê de û ev hemî babetên naveroka Warê bi xwe ve digire, ji bilî hindek tiştên mehelî nebin wek reklam û agahdarî ku pitir navxweyî ne. Û merem ji vê bizavê jî ew e ku xwendevanê me yê kurmancî û bara pitir yên ji derveyî welatî wek kurdên li Sûriya û kurdên sovyeta berê û yên Ewropayê ku bara pitir neşên ji ber tîpên erebî bixwînin, êdî ew jî dê şên Warê bi rêka saytê Warê li ser înternetê li hemî cihan bi pîtên latînî bixwînin.

Têbîniya Kulturnameyê: Kulturname vê gava rojnameya Warê û sernivîskarê wê Fazil Omerî pîroz dike û hêvîdar e gelek kes û aliyên dî jî gavên ji vî rengî biavêjin û ber bi bikaranîna yek alfabeyê di nivîsandina kurdiyê de biçin. Lê Kulturname herweha hêvîdar e ku War di vê gava xwe de alfabeya Bedirxaniyan, ya ku kurdên bi latînî dixwînin û dinivîsin bi kar tînin di malpera xwe de bi kar bînin û rê nedin çêbûna alfabeyeka alternatîv ku bibe egera zêdekirina problemên me yên zimanî.

kulturname
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia