Sîlîndirê 2500-salî û pevçûna dîplomatîk di navbêyna mûzeyê netewî ê îranî û British Museum
Evîn Berçem - 9 Feb 2010
Mûzeya netewî ê Îran têkiliyên xwe bi British Museum re veqetand. Li gor nûçeyê BBC-News British Museum berî çendekî sîlîndirekî ê dîrokî bi 2500-salî ji mûzeyê îranê deyn kiri bû, lê, hîna vê xezînê dîrokî şûnde nedaye.
British Museum vê helwestê îranê dicîh de nabîne û dibêje ku lêkolînên liser sîlîndirê divê heta havînê berdewam bike.
Lê, Îran vê rohnî kirina British Museum napejirîne û gazinek di vê derheqê de dişîne Unescoyê. Herweha bi nameyekî digihije hemû mûzeyên cîhanê û daxwaza veqetandina têkiliyên xwe bi British Mueum re dike.
Tê gotin ku ev bermayî ji qiralê faris Kyros, dema desthildariya Nînovayê, ye.
Bi eslê xwe bermayiyekî asûriye û toleransa olî û mafê mirovatiyê temsîl dike.