Belê Jiyan bê merhamet e Û qasî ku Qet tiştekî nebexşîne Baqile...
Lê min Dixwest Jiyan bê aqil be Bê merhamet nebe Ji ber ku Jana brîna dilê min heye Brîna bi çetel Ya xencerekê Yek ji di destiya wê de Hûnera qehpeyî Ya destekî ne têrkirî...
Her dem bêtir ji kûranî Her dem hinek dîsa Hilweşiyayî Mîna serabeke reş Mîna mirineke reş Ku dikeve ta ber pêçiyên min Di rûhê min re dişûje Hêy xiyanet Bes ji ber vê yekê Ez dê te ji bîr nekim
Belê Jiyan bê merhamet e Û qasî ku Qet tiştekçî nebexşîne Baqile...
Û Jibîrkirin Qasî xiyanetiyê Rûmeta mirov dişkêne Û Hişbûn Mîna jiyan Mîna hezkirin Mîna berxwedan Brînan sax dike...
Dilê min hişbe hêdî Ev şewat têta te ye Ev afat têta te ye Bes guhdariyê jiyanê bike Bila hevalbendî bimîne Hevalbendiyeke dilsoz Di navbera te şû jiyanê de.
Hezkirina rastiyê Serenceyeke bi rûmet e Bimeşe Netirse ji xiyanetiyê...
Ji ber ku ev jiyan Têra te jî Têra eşqê jî heye Çer hebe Her tişt ji wê dihê û Dîsa diçe wê...