Dawîn Şervanê Simayîl Axayê Şikak Li Temenê 137 Saliyê De Koça Dawiyê Kir
Çeto Omerî - 9 Feb 2010
Li gor nûçeya Kurdistanmedia. Sibêdehiya roja 27.01.2010’an, hevwelatî Hemîd Ehmed Ebdula, naskirî bi Hemîde Goc, mêrê herî bi temen li Kurdistan û Rojhilata Navîn li gundê Çinaroka ser bi devera Sîdekan a bajarokê Soran, bi yekcarî malawayî ji jiyanê kir.
Hemîd xwediyê jinek, 4 kur û gellek newiyan e. Li gor nasnameya warê kesêtî, Hemîd Ebdula li sala 1873’ê Zayînî li Sîdekanê ji dayîk bûye. Navhatî şervan û sowar çakekî jêhat yê Simayîl Axayê Şikak bûye û gellek serpêhatî û bîreweriyên binirx bi Simayî Axa re hebûne.
Wî bi peyatî sefera gelek ji bajarên Îraq, Îran û Turkiyayê kiriye û tim hez ji şivanetî û geryan li nav çiya û zozanan kiriye. Wekî xortên wî bahs dikin, risq û xwarinên rojane yên wî, tim xwarinên kewn yên kurdî û giyayên siroştî bûne ku li devera wan de şîn dibin.Hêjayî gotinê ye ku xwedê jêrazî heya demên dawîn yên jiyana xwe li serxwe bûye û tu car ji bo nesaxiyê seredana doktor nekiriye.
Navhatî hemû temenê xwe her li gundan de qedandiye û mijûlê xwedîkirina pez û malat û heywanan bûye.Cihê xwedê jêrazî buheşta berîn be.