RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Nebatxurî (Vejeteryenî)


avatar
Cano Amedî - 6 Apr 2010
Tevî ku bi giştî wiha tê zanîn vejeteryenî ji peyva “Vegetable”ê (sewze) tê lê peyva “Vegetarian” ji peyva latînî ya “vegetus”ê ya bi wateya çalak, zindî û bitendurist tê ku di sala 1842’ê de hatiye çêkirin. Nebatxurî tê wateya goştnexwarin an jî tercîhkirina nexwarina berhemên ajelan (hêk, şîr û berhêmên şîr). Di navbera salên 1830-1840’an de kampanyaya keşe Sylvester Graham li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûye sedema belavbûna nebatxuriyê. Graham, bi konferansên xwe yên li navçeyên cuda û pirtûka du cildî ya bi navê “Konferansên Li Ser Zanistiya Jiyana Mirov” ji bo pêşveçûna nebatxurî bibandor bûye. Bi ya Graham, endamên laşê mirov ji xurekan pêk tê, wî ji bo laşekî xurt cext li ser pêwîstiya temrîn, hewayê pak û xwarina xurekên sirûştî kiriye.”

Nebatxurî di nav xwe de li gor xwarina xurekan, hatiye senifandin. Grubên sereke yên nebatxurî ev in:
Vegan Vejeteryen: Vegan Vejeteryen, vejeteryenên hişk in. Ew tevî şîr, hêk û hingiv, çi berhemên ajelan naxwin.

Lakto-Ovo Vejeteryen: Ew tenê goşt naxwin. Şîr, hêk û berhemên şîr dixwin.
Lakto Vejeteryen: Ew tevî goşt, hêk jî naxwin. Şîr û berhemên şîr dixwin.
Ovo Vejeteryen: Ew şîr naxwin lê hêk dixwin.

Mirov ji ber çendîn sedeman dibe nebatxur. Sala 2002’ê di lêkolînekê de li Amerîkayê derketiye ku;

Ji %32’ê xelkê ji bo tenduristbûnê Ji %15’ê ji ber madeyên kîmyawî û hormonên nav goşt Ji %13’ê ji ber heznekirina tama wî Ji %11’ê ji ber hezkirina ajelan Ji %10’ê ji bo parastina mafê ajelan Ji %6’ê ji ber sedemên olî(dînî) Ji %4’ê ji bo parastina cîhanê Ji %3’ê ji bo zeîfbûnê Ji %1’ê jî ji bo kêmkirina birçîbûn û naştayiyê (xela) dibin vejeteryen. Dema ku ji aliyê antropologan ve lêkolîn li ser jiyana bav û kalên me tê kirin rastiya ku derdikeve holê pir girîng e. Mirovê dêrîn jiyana xwe bi komkeriyê dibihurand. Piştî demeke dirêj ji ber sedemên dijwar ên wek erdhejî, karesatên sirûştî, guhartinên kişwerî mirov koçber dibin û şêwaza jiyana nêçîrvaniyê hildibijêrin.

Dema ku lêkolîn li ser laşê mirov tê kirin ku mirov di destpêkê de bi fekî û tovan dijiya, sîstema roviyan bi şêwaza xwarinê guheriye. Bi rastbûna darê piştê re di şêwaza jiyanê de jî guhartin çê bûne û di encamê de şêwaza xwarinê jî guheriyê. Tiştekî balkêş jî di wê demê de kete jiyana me: Bi xwarina goşt re di laşê mirov de guhartin çê bûn. Laşê mirov li hemberî goşt jehrî bû û ji ber vê sedemê jî çendîn nexweşî dest pê kirin. Zindiyên goştxur pêwîstî bi roviyekî kurt heye; ji ber ku goşt dema ku di nav roviyê de pir bimîne xirap dibe, laşê mirov rastî nexweşî û nerehetiyê tê. Adolf Hîtler piştî ku nexweş dikeve di nameyekê de wiha dibêje: “Ez dilşad im, ji te re dibêjim ku niha baş im … Tiştekî cidî nebû, tenê nexweşiyeke madeyê bû û ez niha xwe bi parêza sewze û fêkiyan baş dikim.”

Di civakên nebatxur de fişara xwînê û asta kolestrola xwînê pir kêm e û ji ber vê yekê jî di van civakan de nexweşiyên dil û mêjî jî pir kêm in. Herweha di van mirovan de qelewî û nexweşiyên demara dil ya ji ber qelewiyê, şekre, kilsgirtin, îltîhabên kabikan û osteoporoz ku wek romatîzmaya pîriyê tê nasîn, kevirên kîsîkê zirav û nexweşiyên made û roviyan pir kêm in. Di van civakan û vejeteryenan de nexweşiyên pençeşêra rovî, prostat, memik, made, sîpelk û kirkirok kêm tên dîtin.(Rêxistina Tenduristiya Cîhanê-WHO, 1991) Ji vê yekê tê fêmkirin ku nebatxurî ku bi awayekî sirûştî di jiyana mirovan de hebûye, mirov bitendurist hiştiye û mirov arasteyê wê yekê kiriye ku ji sirûşt bi awayekî hêsan û bêzirar xurekê kom bike.

“Em çiqas proteîn werbigirin, xwîn jî dê ew qas ji hestiyan kalsiyumê bikşîne. Di encamê de, di nav mîzê de rêjeyeke zêde asidê ure, kalsiyum û magnezyum çê dibin. Ev biyokîmyayeke pir hêsan e. Bi salan e hatiye selmandin, dema ku jin xwarineke ku proteîneke zêde tê de ye bixwin, di çend saetan de rêjeyeke zêde ya mîneralên ji bo jiyanê bisûd in, di nav mîzê de ji nav diçin. Piştî xwarineke nebatî, kalsiyum di nav mîzê de nayê dîtin, eger hebe jî pir kêm e.” (Toomey, J., 2001).

Di van risteyan de bi awayekî aşkere tê nîşandayîn ku proteina ku ji goşt tê wergirtin, di dema nexweşiya ostreopozê de kalsiyuma ku ji bo laş pêwîst e, nahêle. Lê belê ev jî rastiyeke din e ku wiha diyar e zanistên îro pûte bi vê rastiyê nadin, ji çavsoriya şîrketên dermanan bigire, bi hinceta sedemên “taybet” ku ji ber daxwazên ku kirine têge, çendîn hincet hene.

Ev rastiyeke ku osteoporoz, di vejeteryenan de nayê dîtin. Di encama lêkolînan de ev rastî hatiye selmandin.

Dema ku em laş û erkên mirov li ber çav bigirin, hin rastî tên dîtin. Wek mînak em bala xwe bidin şêwaza devê xwe: Eger em li rêzbûn, şêwe û bikêrhatina didanan binêrin, em dê fêm bikin ku ew ne ji bo goşt xwarinê ne! Profosör Gasendi, di nameya xwe ya bo Von Helmont de wiha gotiye: “Min fêm kir ku şêweya didanên mirovan ji bo xwarina goşt nehatine afirandin. Çimkî hemû didanên zindiyên ku sirûştê ji bo goşt xwarinê afirandine ji hevdu cuda ne. Lê tenê didanên yên ku ji bo xwarina sewze û fêqiyan hatine afirandin kurt, rêk û nêzî hevdu ne. Her weha bi awayekî yeksan ji dûrî hevdu ne.”

Şêweyê devê mirovê dêrîn pir cuda bû. Şêweyê devê homosapiensan bi temamî ji bo xwarina fêkî û tovan bû û hêj jî wiha ye. Dema ku şêweya didanan bê vekolîn, wek ku Profesor Gasendî dibêje, em di mirovan de didanên candarên goştxur nabînin.

Vejeteryenê navdar Kolizos jî wiha nivisî ye:

1- Mirov bi tu awayekî ‘ajelekî’ goştxur nîne û wek sirûştî candarê herî aram e.

2- Kuştina ajelan bingeha xeletî û cînayetên wî ne. Bi heman şêweyî xwarina ajelan dibe sedema neçêbûn, zûnexweşbûn û emrkurtiyê.

3- Ev hovitî çarenûsa wî kirêt dike, wate jiyaneke hetahetayî tune dike.

Ev hevok di nav xwe de bersiva pirsa “çima?” didin me.

Tê gotin ku mirov candarekî him goştxur, him jî giyaxur e. Lê belê, îro em dikarin pir tiştan hilbijêrin. Eger em vê mijarê digel dema destpêkê bidin berhevdu, pêwîstiya me mirovan bi goşt nîne. Ji ber ku mirovê dêrîn, ji ber sedemên derveyî xwe û berhêlîkirina faktorên derve dest bi xwarina goşt kiriye. Lê belê niha cîhana ku em li ser in, em xwediyê çendîn vebijark in. Wate xwarina goşt, êdî ji pêwîstî derketiye û bûye “çêja” devê mirovan.

Li gor nûçeyeke rojnameya New York Timesê ya hêjmara 15’ê gulanê ya 1979’ê, li gor yek ji antropolojîstên Zanîngeha Johns Hopkinsê Dr. Alan Walker, hin belge hatine dîtin ku bav û kalên me Homo Sapiensan, Homo Erectus him goştxur him jî giyaxur in. Lê belê di lêkolîna li ser mirovan de bi dirêjiya 12 mîlyon salan, diyar dibe ku didanên wan yên giyaxuran in. Ev candar berî me bi xwarina fêkiyan dijiyan lê fêkiyên wê demê ji yên îro bisûdtir bûne.

Guhartinên di nav hezaran salan de, di nav laş de jî guhartin çê kirin. Yek ji wan guhartinan nexweşiya “obezite”yê (nexweşiya qelewiyê) bû. Editorê Kovara Kardiyolojiyê ya Amerîkî William Clifford Roberts di nivîseke xwe de wiha dibêje: “Dema ku em ji bo xwarinê ajelekî dikujin, di rastiyê de ew me dikuje, çimkî kolestrol û rûnê ku di nav goştê wan ajelan de hene, digel laşê me giyaxuran nagunce.”

Bi rastî jî ev yek digel teknolojiya serdemî û şêwaza jiyana me ji bo nexweşiyan deriyekî vedike. Di nav hûrgiliyên ku girîng nayên dîtin de em ketine nav çerxeke bêsûd û tenê bi ajoya têrbûnê jiyana xwe didomînin û em şîfreyên laş ku di nav cewhera me de hene, jibîr dikin.

Dema ku em di dîrokê de li vejeteryeniyê dinêrin, tabloyeke mezin ava dibe. Bi sedan sal in çendîn kesayetên zanistî, olî, dewletî û fîlozof vejeteryen bûne: Buda, Zerdeşt, Pisagor, rahîbên zerdeştî, zanistên hîndî, kahînên misirî, fîlozofên yunanî: Homeros, Sokrates, Eflatun, Aristo, Plutarch, Seneca, Markorol, Virgil, Zenen, Ovid, ruhbanên mesîhî, fîlozofên îslam û mutasavvifên wê: Hz. Ali, Ebu Alî Sîna, Nasirî Xusrev, Şêx Necmettinî Razî, Ebu Ala Ma'arrî, Şêx Attar, Mevlana, Gaybî, Êzdî, Mezdek, Bacon, Kornaver, Gasandi, Milton, Sudenberg, Newton, Pascal, Fenelon, Monteyn, Anketil do Peron, Sari Nedyiye, Jean Jack Roussea, Franklin, Seli, Lamartin, Vagner, Misle, Chopenhaver, Tolstoy, Faber, Reclus, Bosue, Volter, Edison, Metterling, Carpenter, Leonardo Da Vinci, Gandî , Einstein, Adolf Hitler, tênê hinek ji wan in.
Vejeteryenî, li gor texmînan 2 hezar sal bêrî Îsa li Hindîstanê bi ola Hînduîzmê re ji bo pêşketine ruhanî bûye pêwîstiyek.

Buda jî di yasayên xwe de wiha dibêje: “Nekujin, hez bikin. Bazneya peresandina candaran xirap nekin” û dibêje jî: “Divê goşt bi sê şêwezan neyê xwarin: Bihîstina dengê ajelê ku tê kuştin, dîtina kuştina wî an jî ji bo kesê ku bixwe were kuştin.”

Giyaxurî di şaristaniyên Asyayê de ku giringiyê didin bawerî û peresandina ruhî, ciheke taybet hebû. Di nivîskên Bhagavat Gîtayê de tê gotin ku xwarin şikl dide kesayet, ruh û zêhnê mirovan. Wiha tê bawerkirin ku şêwaza xwarina nebatxuriyê zêhn aram dike û di riya spiritual(ruhî) de jî lêhûrbûna mirov li ser xwe, hêsantir dike. Herweha, di nivîskên Vedîk û Puranîk de tê gotin ku ajel jî xwedanê ruh in û kuştina wan dê bibe sedema karmayê(*).

Gotegotên Paisiyan jî qala wê yekê dikin ku Zerdeşt jî giya û şîr dixwar. Di pirtûka Debîstanê de jî wiha hatiye nivîsin: “Êzdiyên mezin devê xwe nedidan goşt. Çimkî goşt xwarin taybetmendiyeke mirovan nîne. Kêngî ji bo xwarinê ajelek bê kuştin, ew dê bibe taybetmendiya wî û ev xwarin dê wî bike dirinde.”

Ev bawerî cext li ser xaleke girîng dike: “Em çi dixwin wiha li me tê”, ev yek di nav xelkê de bûye baweriyek û egera rasbûna vê jî zêde ye. Em nikarin rastiya bawerî û efsaneyên demên qadîm ku heta îro mane, red bikin. Eger em vê meseleyê vekolin nikarin bêjin jî candarekî goştxur enerjiya nav goştê ku dixwe, wer nagire. Di lêkolînên li ser şaristaniyên dêrîn de em dibînin ku çendîn rîtuelên bi vê mebestê hene.

Hin şaristaniyan baweriya xwe bi wê çendê dianîn ku mirov çi bixwe dê enerjiya wî bigire. Wek mînak, dema ku goştê ajelekî bihêz bê xwarin dê ew mirov bibe xwediyê hêza wî. Hêj jî ev bawerî di roja me de hene, nemaze li hin welatên Asyayê tên dîtin. Wek mînak, li Japonyayê bawerî wiha ye, dema ku zilamek penîsê ajelekî gir û bihêz bixwe dê wek wî ajelî bihêz bibe.

Pîsagorîst di sedsala 6. de bi sedema nirxên etîk û tenduristiyê vejeteryenî hilbijartine. Wan hêjîr, sewze, fekî, hingiv û nan dixwarin. Fîlozofê navdar Pîsagor ku heta sed saliya xwe jiya, wiha digot: “Ey mirovê fanî! Ji xwarineke wiha pîs(goşt) bitirse!”

Li gor helbestvanê romayî Ovid, Pîsagor wiha gotiye: “Heta ku mirov candarên din ên li ser rûyê dinyayê bikujin, aştî û tenduristiyê fêm nakin. Çimkî mirov heta ku zererê bidin ajelan, dê hevdu jî bikujin. Di rastiyê de, yê ku tova qetl û êşê diçine nikare, hez bike û kêfxweş bibe.”

Plutarch jî nêrînên xwe wiha aniye ziman: “Ey kujerê li dijî sirûştê! Ma tu ji bo xwarina hemcinsên xwe hatî afirandin? Ev çi rik e? Candarên ku xwediyê masûlke û hestî ne, hestiyar û zindî ne. Ji nefreta ku ji ber xwarina goşt çêdibe bitirse…”
Nebatxurî bi awayekî cidî di nav yahûdîtiyê de jî cih girtiye. Qanûna yahudîtî xwarina goşt û berhemên şîr bi hevre qedexe kiriye. Di roja me îro de jî hin cihû goşt naxwin. Ev yek vedigere Afirandinê(Genesis). Di wê çîrokê de, ji Nûh û malbata wî re goşt xwarin tê qedexekirin.

Yek ji lîderên mesîhiyan Reverend Andrew Linzey îdîa dike ku Îsa nebatxur bûye. Li gor Încîla Ebionitan, Îsa piştgirî li nebatxurî kiriye û qurbankirina ajelan di mesîhîtiyê de ji hole rakiriye û tu caran goşt nexwariye. Di nivîskekê de ku vê dawiyê de hatiye dîtin, Îsa wiha gotiye: “Û her qurbanê ku bi hovane hatiye kuştin, laşê ku diçe nav, dike gora xwe. Eger rastî bê gotin, kî bikuje, ew dê xwe bikuje û kî goştê ku hatiye kuştin bixwe ew dê laşê mirinê bixwe.”

(*)Karma peyveke Sanskrîtî ye û tê wateya ‘çalakî’ û ‘tevger’ê. Wek felsefeya Yogayê her karekî kardanaweyek(reaksiyon) heye. Karma di edebiyata Vedîk de ji bo pênaseya ‘qanûna çalakiyê ya gerdûnî’ tê bikaranîn. Li gor vê qanûnê her çalakiyeke mirovan karekî çê dike û piştî vî karî jî kardanaweyek çê dibe.

Nivîskar: Didem Çivici (Kovara INDIGO)
Ji tirkî bo kurdî: Hesenê Simê

Dengê azad
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia