RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Bêwar Mirgewerî /Mirgewerê Dil biêşê


avatar
Evîn Berçem - 22 Apr 2010
Mirgewerê Dil biêşê ,Dil keserê ...
Mirgewer to ey Axa Jînê ,
Warê te li sînorê sê birînê
Çîya û Deştên te tev Sor gulin ,
Qîz û xortên te ,tev sîmbolin
War û Kanîyên te tev Cenetin
Rûbarên te ,tev bi bereketin.

Dalampera Serbilind Warê Peymane,
ev Peymana çar Perçê Kuredistane!?
li wî warî ku Warê Kurdane,
Wan sûnd xwar Kurd tev Birane?
Mirgewerê Dil biêşê ,
Dil keserê ...

li Rojhilatê te Gelîyê Xane ,
cihê Qasimlo û Lepzêrînane
li Rojawayê te Şemzînane ,
Warê Nehrî Û Şêx Ûbêydolayane
li Bakûrê te Deşit û Tirgewer ,
ev Warê Zerdeştê Kurdane
li Başûrê te Xaka Barzane ,
ev Qibleya tew Kurdane!

Mirgewerê Dil biêşê ,
Dil keserê ...
derdê dilê Bêwar zorin û gelek ,
xemê dilê Bêwar bûne Birc û Kelek

Bêwar Mirgewerî

Netewe
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google
Dildar Urmiye|23 Jun 2010 - 20:34
spasia te hevale hunermend dikim birasti ew helbesta te gelek xwes bu ,hemu dewere kurdistane cenete,u mirgewer ji gelek xwes e.
serketin
Dildar

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia