RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Hevpeyvîn bi hunermenda kurd Nehwend re: Mûzîk aramî û fantaziya mirovan bedew dike ..!


avatar
Çeto Omerî - 25 Apr 2010
Mûzîk berhemdana şaristanî ye , zimanek ne tenê bi lêvkirî ye lê bi awaz e jî, ku giyanê mirovan fêrî firînê dike. Mûzîk zanistiya awaz û dengên mûzîkî ye an jî, em bêjin zaniyara hemojen di neqeba awazan û dangan de ye. Bi tevlîbûna wan, pêwendiyeke germane, harmonîk dertê, bi şewazekî ku guh aram û dilgeş dike.Zaniyar dibêjin : gava em guhdariya mûzîkê dibin hin guhertinên kîmyawî di mejiyên me de tên xebtandin ku bandorê li hastên me dikin.Ew guhertin di mejî de bi riya Alondrofen tê bicîkirin, ku hestê êş û merez ji giyanê me radike.Û ji bilî vê jî,mûzîk aramî û fantaziya mirovan bedew dike.

Giringtirîn alav di mûzîkê de : peyv, rîtm,awaz,lihevhatina berz û nizmî ji notên mûzîkî ye û bê guman deng jî ,rolek mezin dilîze.Ev dihlê em serdana stran bêjiyê ku ew jî berhemdana mirovan e bi sê alavên,muzîk,awaz û deng bikin.Di van salên dawî de ,li Rojavayê welatê me, pêlek bi lehîr ji pêşketin û hatina dengên nû û yên kevin pêşberî me ku di vê dema dawî bextewarî lêvên xwe ji wan re vekir û keniya.Yek ji van hunermendan ku bi salan e di warê mûzîkê de mijûl dibe, hunermenda hêja Nehwend e,torina birayê helbestvanê gewre Cegerxwîn e, ku xwendina Endezarî ye ji zankoya Mosko qedandiye .
Nehwend hunermendek ji nêzîk ve wê û hevjînê wê hunermend Serbest ji rojên zankoyê li Mosko nasdikim .Dengê Nehwend xwedî mîlodiyeke ji awazên rêzkirî ,xwedî germbûnek ku her guhdar pê dilşad dibe.Tu sedem bi xwe nîne ku wê hişt bibêje ,,dixwazim bibim hunermend,, bi hêsanî dikarim bibêjim ,ji biçûkbûna xwe ve têgihîşt ku tenha bi hunerê kar e kesayetiya xwe derbirîne û bi rastî jî pê dikeve.

Bi bê dudilî gava distrê bi bextewariyeke mezin hest dibe û pêre bextewar bû ku piştgirtî ji malbat , heval û hogirên xwe û bi taybetî ji hevjînê xwe werdigre. Ji bilî vê talenta wê ,derfet bi destdixe ku derkeve di şahiyên newrozê de, pêşberî hezaran ji xwendevanên kurdistanî li Mosko û ew bû gava yekemîn têkve cîhana hunerê bi rengekî fermî.Pêvajoya hunera wê bi kelem û zehmetiyan derbas bû weke her hunermendek kurd yê resen,nexasim zehmetiyên jiyana rojane li benemayînê.Bi mûzîkê re mezin bû û vaya morek ji her serkeftinekê re ye . Nehwend mûzîka ku xwe pê derdibirîne pop binav dike û ta niha sê duet ligel Serbest afirandiyê :
sala 1997 ( bûk û zave),2002 (were lo) 2006 (Qamişlo),û di sala 2010 de albuma xwe ya yekemîn (Ne ji te be)derxist. Awaz hevjînê wê Serbest daniye û peyvên stranê Nehwend danêr e,û bi piranî ew stranên xwe dinivîsîne ligel hin helbestên dîtir ji helbestvan Cankurd,Nezîr Palo û w.d….. stranbêjiyê kirye.
Stran bo wê derbirîna hebûnê û kesayetiya xwe têde dibîne, pêwendiyên wê yê jiyana rojane pêve girêdaye.

Wisa dûrî çiroskên navdariyê(şohiret) ji alavên ragihandina kurdî û dilgeşiya wê ,ew bi heskirin karê xwe dike,weke kurd dibêjin kevir ê giran ji cihê xwe naleqe. Albuma ,, Ne ji te be ,,guhdaran pir dilgeş kir,çimkî guhdar hest dibe ku Nehwend ji giyanê xwe distrê. Awaza strana ,,Ne ji te be ,, ji hestê rîtma peyvê bi rengekî harmonî di neqeba awaz û peyvê de cî digre.Ev stran weqas nerim û nazikê ku dil û ûrê guhdaran bi ser dê çû li gor program 10 TOP di KOREK TV de, rêza 8an anî û vaya serkeftinek e tevlî ku rêklam jêre hîç ne bûbû . Me xwest Nehwend ji nêzîk ve bo nêrîna giştî re ,jiyan û nêrînên wê di jiyanê de pêşkêşbikin û bi taybetî bagaca wê ya hunerî li ber çavên xwêneran raxîn in.


1- Nehwend Te huner hilbijart an jî, ew te hilbijart?
ez û huner her dem heval bûn.
2-Bi nêrîna te di vê celaba hunerî de çine pîvanên serkeftinê?
gava ku, ew huner neyê jibîrkirin bi demê re .
3-Dengbêjên herî şêrîn li ber dilê te kî ne?
Gelek in....û her yek ji wan cîhek girtiye di dilê min de .
4-gelo mûzîka kurdî gihaye wê radeyê ku havil û giyan me aram bike ?
ji mêj ve ,mûzîk û strana kurdî aramiyê dixin dilê me de ,numûne weke nemir M.A.Cezrawî û M.Şêxo,Hesen Zîrek ,Şivan Perwer, Feqê Teyran û mamostê mezin Dilşad Seîd bi mûzîka xwe û gelek wek wan hene.......

5-çima weşana albuma te ya bi navê ,,Ne ji te be ,, dereng ma û çi alozî derketin pêşiya te?
gelek astengiyên me kurdan hene ,yek ji wan jî ,berhemên hunermendan e,mixabin ku pir hunermendên me bê xwedî man e,ez bawerim gelek ji wan jî bê berhem dimîn in .

6-kîjan stran ji yên te li ber dilê te şêrîn e ?
her stranek perçak ji jiyana min ne...ji ber vê yekê jî hemû weke hevin bo min.

7-Mûzîk û hunermendên rojava gihan çi qonaxê bi nêrîna te?
Bi rastî Qonaxeke serkeftî ye û ji zûve ava dikin...û hîn jî tê avakirin ....

8-Bandora kî bû ku hişt telikdarê mûzîkê bibî?
Ciawaniya mûzikê di jiyanê de! .
9-kî ye ew kesê di hunera dengbêjiyê de bo te rêber e?
Gelek in, û ez her tuştên xweş guhdar dikim.

10-Tucar tu poşman bûyî di pêvajoya stran bêjiyê de?
Na ez poşman ne bûme ji ber ku, huner bo min dermanê hemû derdan e.

11-Tiştê herî giring di malbata hunermend de, çiye?
Hezkirin e.
12-cara dawî ku tu giriyayî kengî bû?
Îro, ji ber ku ez her roj digirîm.
çima?
ji ber di jiyanê de rûdanên pir bi êş diqewimin ,bêçare ne
tenê dikarim bigrîm ji berku, guhertina wan ji destê min nayê.

13-cara dawî ku tu ji Serbest xeyîdî kengî bû ?
rojek derbas nabe ku, ez jê naxeyîdim.
Gelo sedem çiye?
ji ber Serbest, min gelek dixeyîdine hhhhhhhh .
14-Bextewarî bo te çiye?
Ez bê şansim , bextewarî nas nakim .

15-kesên ku mînak in di jiyana te de bi peyvekê,kî ne?

nehwend-2.bmp

Kalikê min Cegerxwîn:vîn .
bavê min: berpirsiyarî .
diya min: hezkirin.
Serbest: sebir ,aramî,
Lorîn(keça wê): girêdana min bi jînê re.

16-kêjan dengbêj li ber dilê tê şêrîn e?
Ji kurdan Mehemd Şexo,Mehemd Arif Cizrawî,û ji navnetewî Brayn Adams,Celine dion .
17- Şîreta te bo dengbêjin nûhatî çiye?.
weke xwe bimîn in.
18-gotinekê te ya dawî bo heskirên xwe tu dikarî bêjî ?
ez bi hêvî me,ku min stranên xweş ji wan re pêşkêş kirbim.
Nehwend Ez spasiya te dikim bo vê hevpeyvînê
Spas bo te re jî.

Hevpeyvîn: Bêkes Têlo.

Netewe
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google
Ali BURAN|26 Apr 2010 - 16:24
Bi rastî ez gelek dilxweşbum.Merov dema tişte wisa dxwîne gelekî hisdar U kefxweşdibin.Spas ji bo ve' xebate'..Serkeftin

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia