RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Hevpeyvîn bi Kendal Nezan re..


avatar
Çeto Omerî - 28 Apr 2010
Kendal Nezan, Nebûna cepheyeke kurdî ya yekgirtî jî bo çareserîya pirsgirêka Kurdîstans astengeke girîng e.

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij


Di warê siyasî de, nebûna cepheyeke kurdî ya yekgirtî jî astengeke girîng e. Hikûmet dixwast ku bi awayekî DTPyê bike yek ji muxetebên xwe yên kurd. Lê ew niyet ji alî hakimên mehkemeyên bilind, ku piranî kemalîstên neteweperest in, hate sabote kirin. Ji xwe DTP jî ji ber kêmasiya serxwebûna xwe ya siyasî ji vê rolê re ne amade bû û eşkere diyar kir ku ji bo wan muxetebê vê pirsê ne ew e, lê Îmralî ye, ango Abdullah Ocalan e.




Seyîdxan Kurij: Tu dikarî li ser projeya Hikûmeta Tirk “Rêvebûna Demokratîk” dîtinên xwe bînî ziman? Tu vê pêvajoyê çawa dinirxinî?

Kendal Nezan: Seyîdxan Kurij:
Qasî ku ez tê digihêm vebûnek heye lê projeyeke diyar nîne. Vebûn, vebûna gengeşe û minaqeşeyê ye, destpêka diyalogê ye, li ser rê û awayên çareserkirina pirsa kurdî û pirsgirêkên din ên ku bi salan hatine veşartin, ne hatine ser ziman.

Ji havînê ve serekkomar Abdullah Gul, serekwezîr Tayip Erdogan û wezîrên wan niyetên xwe yên çareserkina pirsa kurdî di çarçeweya demokrasiyê de diyar dikin. Piştî vê danezan ango beyana niyetên qenc guhên xwe vekirine guhdariya rewşenbîr û hunermendan û hawirên siyasî dikin.

Vebûna resmî ya guhên berpirsiyarên hikûmetê rê û cesaret da ji bo vebûna zimanan.. Gelek kes êdî di medyayan de bê tirs û tabû pirsa kurdî minaqeşe dikin, dîtinên xwe li ser awayên çareserkirina wê diyar dikin. Ev destpêka pêvajoyeke demokratîk a kêmdîtî û balkêş e. Ku ev pêvajo bê domandin û geş kirin, heye ku zemîn amade bike ji bo avakirina mutabeqeteke civakî ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsa kurdî.

Lê gelek astengên mezin hene li ser vê rêyê. Astengên siyasî : partiyên muxalefetê, CHP û MHP bi xurtî li dijî vê pêvajoyê ne. Leşker her çend bê deng be jî behsa “xetên sor” wekî perwerdeya bi zimanê kurdî dike. AKP bi xwe koalîsyonek e; tê de gelek kesên ku ji senteza tirk û îslamê tên, û dilê wan bar nade ku mafên Kurdan bên nasîn. Erdogan çiqas lîderekî xurt be jî, ku bixwaze jî, nikare her tiştî bi partiya xwe û bi helbijêrên xwe bide qebûl kirin.

Dîsa di warê siyasî de, nebûna cepheyeke kurdî ya yekgirtî jî astengeke girîng e. Hikûmet dixwast ku bi awayekî DTPyê bike yek ji muxetebên xwe yên kurd. Lê ew niyet ji alî hakimên mehkemeyên bilind, ku piranî kemalîstên neteweperest in, hate sabote kirin. Ji xwe DTP jî ji ber kêmasiya serxwebûna xwe ya siyasî ji vê rolê re ne amade bû û eşkere diyar kir ku ji bo wan muxetebê vê pirsê ne ew e, lê Îmralî ye, ango Abdullah Ocalan e.

Astengên qanûnî jî gelek in. Heye ku AKP zorê bide parlementerên xwe û hin qanûnan biguhêrîne ji bo hin mafên Kurdan bên nasîn. Lê ewê ev guhartin ji alî Mehkemeya Qanûna Bingehî, ango Destûrê, bên betal kirin ji ber ku ew Destûr piştî darbeya eskerî ya 1980 ji alî generalan ve hatiye ferz kirin û înkara Kurdan û mafên wan yek ji bingehên wê ne. Arîtmetîka Parlamana Tirkiyê rê nade ji bo guhartina vê Qanûna Bingehî an amadekirina yeka nû û demokratîk.

Di nav van astengên dijwar de qabiliyeta manewra ya hikûmetê teng dixuye. Ew dikare hin nîzamnameyan biguhirîne, bi hêviya ku dezgehên civaka sivîl van deriyên nîv-vekirî heta dawiyê vekin, zorê bidin hin deriyên din û bi saya van dînamîkên civakî û fikrî wijdanê civakê ji bo guhartina qanûn û destûrê amade bikin.

Di vî warî de vekirina TRT6ê û destûra weşana 24 saetan bi zimanê kurdî ku berî çendekî dane 14 radyo û telvîzyonên herêmî gavên girîng in. Di hin zanîngehan de xwendina zimanê kurdî dest pê kiriye, hin zaningehên din didin zanîn ku ew xwe ji bo danîna beşên kurdolojiyê an estîtuyên kurdî amade dikin.

Ev hemû pêşveçûnên baş in û cara pêşîn e ku di dîroka Komara Tirkiyê de diqewimin. Divê ku em ewan di çarçeweya dîroka siyasî ya Tirkiyê de binirxînin û ji bîr nekin ku ta sala 1991an bi kurdî axaftin û nivîsîn li Tirkiyê qedexe bûn.

Ev pêşveçûn, bê guman, bersîva daxwaziyên bingehînên Kurdan nadin, pirsa kurdî çareser nakin, lê gavên hêja ne di riya dirêj û dijwar a çareseriyeke aştiyane û demokratîk de.

Bi kurtî, vebûna demokratîk, vebûna guh, dil û zimanan e, destpêka pêvajoya minaqeşekirina pirsa kurdî ye. Ev pêvajo dikare hewayê nerm bike di navbera Kurd û Tirkan de, di navbera Tirkiyê û Kurdistana Başûr de, di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropî de û zemîn amade bike ji bo avakirina mutabeqeteke civakî ji bo çareserkirina prisa kurdî.


Seyîdxan Kurij:Gelo ew projeya Hikumeta AKP ya, yan ji ya dewletê ye?

Kendal Nezan:
Ez bawer nakim ku projeyeke dewletê hebe. Proje li ser bingehê lêkolînên zanistî tên amadekirin, amancên wê, metod û awayên bicîhanîna van amancan di demên kurt, navîn û dirêj de tên tesbît kirin, ji vê bûnê stratejiyek tê amade kirin û îmkanên pêwist ên malî, îdarî, qanûnî, siyasî, dîplomatîk tên seferber kirin.

Ji bo nimûne projeya Mustafa Kemal hebû ku Tirkiye bibe dewleteke yek ziman û yek kultur û di vê çerçewêyê de Kurd bên asîmîle kirin. Ew vê projeyê kir polîtikaya dewletê û li wê gorê stratejiyeke piralî amade kir û bi kar anî.

Dîsa kesekî wekî Fethullah Guven xwedî projeyeke taybetî ye û ji bo bicîhanîna wê bi awayekî sîstematîk dixebite.

Ez di vê maneyê de hê tu projekeke dewletê ji bo çareserkirna pirsa kurdî nabînim.

Lê tê gotin ku berpirsiyarên siyasî û leşkerî yên tirk gihîştine wê baweriye ku pirsa kurdî bi şer safî nabe, divê ku tedbîrên siyasî, çandî û aborî bên standin.

Ev tedbîr ewê çi bin hê jî ne diyar e. Ji xwe dezgehên dewletê bi xwe ne yekdeng in û di navbera wan de şerekî carna kerr û veşarî carna jî eşkere ji bo karîn û dest elatê heye. Ev şer di mehên dawîn de hê geştir bûye.

Heke AKP bikaribe di vî şerî de serkeve, serweriya hikûmeta sivîl li ser hêzên eskerî û mehkemeyên bilind ên kemalîst bide qebûl kirin, ewan bixe jêr kontrola hikûmetê, ewê zemîn amade bibe ji bo bicîhkirina demokrasiyeke rastîn. Wê demê pirsa kurdî jî dikare zûtir çareser bibe.

Ku biser nekeve, ewê Tirkiye bi niv-demokrasiyeke kulek riya xwe ta demekê bidomîne lê çaresernekirina pirsa kurdî, dikare di nav salan de bibe sedemê şerekî naxweyî di navbera Kurd û Tirkan de li bajarên mezin ên Trikiyê.

Seyîdxan Kurij:Tu polîtîkaya AKP samîmî dibinî ?

Kendal Nezan:
Di siyasetê de ji samimiyetê û niyetan bêtir, kirin girîng in. Ez tenê li gavên ku tên avêtin, li kirinên hikûmetê dinêrim.

Seyîdxan Kurij: Divê Kurd hembera vê projeye polîtîkayekê çawa bimeşin, an ji helwesta Kurdan çawa be?

Kendal Nezan :
Ez di wê baweriyê de me ku divê ku em berpirsiyariya xwe zanibin, bêdeng nemînin, beşdarî minaqeşeyê bibin, dîtin û rexneyên xwe diyar bikin.

Nabe ku em bi « çengekî mewîj » bixapin, bi çend pêşveçûnên ku dilên me xweş dikin, devê me şîrîn dikin qîma xwe bînin bêjin « mala we hezar car ava, we her derdê me derman kir ! ».

Lê di aliyê din de, helwesteke maksimalîst jî ne baş e. Siyaseta « ya hemû ya hîç » pirîcar bi hîçê xelas dibe. Hin gav hatina avêtin, tên avêtin, divê ku em li wan xwedî derkevin, piştivaniya pêvajoyê bikin.

Gava ku serekwezîrekî tirk ê bisilman hebûna ziman û kultura kurdî qebûl dike, pesnê Ehmedê Xanî dide, televîzyoneke dewletî bi zimanê kurdî datîne, rê dide televîzyon û radyoyên xisûsî ku bi zimanê kurdî weşan bikin, gava ku wezîrê wî yê derve diçe Hewlêrê, li gel Serek Barzanî li jêr alaya Kurdistanê pesnê dostayetiya Kurd û Tirkan dide, divê her Kurdê xwedî berpirsiyarî û wijdan girîngiya van jestan bizane û bêje : « Mala we ava. Ev karekî hêja û pîroz e. Em piştîvaniya we dikin herçiqas pirsa kurdî bi van çend pêşveçûnan çareser nebin jî, ev gavên berbiçav in di riyia çareseriyê de ».

Em ji bîr mekin ku partiyên muxalefetê wek CHP û MHP, medya û dezgehên neteweperestên tirk, beşeke mezin a raya giştî ya tirk serekwezîr Erdogan û partiya wî bi « xiyaneta weten » sûcdar dikin ji bo gavên ku ji bo nasîna zimanê kurdî tên avêtin.

Ku Kurd piştîvaniya vê pêvajoyê nekin, li dij derkevin, ewê xesarê li doza xwe bikin. Erdogan dikare bêje « ez vê zehmetê ji bo demokrasiyê û ji bo we dikşînim, ku ne xema we ye, qet ne xema min e jî ! ».

Bi kurtî, pêşniyara min ew e ku em Kurd piştîvaniyeke rexneyî bidin pêvajoya vebûna demokratîk, bê deng û bê helwest nemînin.

Em wekî dema Ozal nekin. Gava qedexeyiya li ser zimanê kurdî rakir û destpêkir got ku dixwaze prisa kurdî çareser bike, çend kesên wekî min gotin « Aferîn ! Emê piştîvaniyê bikin ». Piraniya Kurdan gotin « haya we jê hebe ! Ew ne samîmî ye ! » û ku Ozal çû destpê kirin li çokên xwe xistin, gotin « heyf bû, ji kîsê me çû ! ».

Em ji bîr mekin ku AKP çend ji bîr û baweriyên me dûr be jî li Tirkiya îroyî de alternatîva wê koalîsyona CHP-MHP ye, her du partî jî dijminên xedar ên Kurdan in.

Seyîdxan Kurij:We dawiya heftê li Parîsê bi navê ''Endametiya Tirkiyê a Yekitiya Ewrûpayê û Vebûna Demokratîk'' konferansekê pêk anîn. Armanca vê konferansê çi bû?

Kendal Nezan:
Amanca konferansê agahdarkirina raya giştî ya kurdî û fransizî li ser hêvî û astengên pêvajoya vebûna demokratîk e. Şexsiyetên bijareyên kurd, tirk, ewropî, amerîkî berpirsiyarên siyasî di çerçeweya minaqeşeyeke piralî û demokratîk de nêrîn û analîzên xwe pêşkêş dikin, guhdariya hev û din û ya beşdarên konferansê dikin. Bi saya beşdarbûna medyayan ev minaqeşe û mesajên konferansê digihên bi milyonan xwendevan û temaşevanên kurd û tirk, rê didin ku ew çêtir ji hev û din tê bigihên.


Seyîdxan Kurij:Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistan an ji bi giştî ji bo çareserkirina pirsgirekên civakî- siyasî rola konfenasên wisa çi ye?

Kendal Nezan:
Pirsên navbera mirovan û civakên mirovî, di dawiya dawîn de bi riya diyalog, munaqeşe, gotûbêj, hebûna hevûdu nasîn û lihevkirinê çareser dibin. Civîn û konferans demên girîng ên diyalog û amadekirina raya giştî ne ji bo lêgerîna çareseriyên aştiyane û demokratîk.


Seyîdxan Kurij:Hûn wek ênstîtû encama vê konferansê çawa dinirxinîn?

Kendal Nezan:
Em bawer dikin ku konferaseke serketî bû. Li saloneke dîrokî ya Parlamana Fransa çêbû, ew ji bo prestîja Kurdan li hemberî Tirkiyê girîng bû. 22 şexsiyetên kurd, tirk û ewropî, amerîkî û qasî 400 guhdar û rojnamevan beşdar bûn. Ji bo cara pêşîn berpirsiyarekî AKPê, Mîr Dengîr Firat beşdarî konferanseke Enstîtuya kurdî bû û axaft. Kesên ku nikaribûn werin, wekî Osman Baydemir, şaredarê Diyarbekirê, bi riya videoyê bi kurmancî dîtinên xwe pêşkêş kirin.

Wergerên hevdemî (simultane) bi zimanên kurdî, fransizî, îngilîzî û tirkî rê dan ku ev kesên ji ziman, kurltur û welatên cihê baş ji hev fahm bikin. Beşdarên tirk ji profesyonalîzma organizasyona me û sewiya bilind a minaqeşeyan ecêbmayî bûn. Beşdar hevûdu baştir nasîn û di navbera wan de peywendiyiên dostane peyda bûn. Ev hemû encamên girîn in.

Seyîdxan Kurij: Di dawiya konferansê de tu daxûyanî an jî belavokekê hevbeş hat weşandin?

Kendal Nezan:
Konferanên me, yên agahdarî û diyalogê ne, piralî û pirdeng in. Di dawiyê de tu daxuyanî an belavokk nayên belav kirin.

Seyîdxan Kurij: Li Ewropa mîlyonekê zêdetir Kurd dijin? Di pêvajoya Endametiya Tirkiyê a Yekitiya Ewropayê û bi taybetî jî ji bo biriya demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurdistan Kurdên Ewropa dikarin çi bikin? Hûn di vê pêvajoyê de rola Kurdên Ewropa çawa dinirxinîn?

Kendal Nezan:
Pirsa kurdî êdî enternasyonalîze bûye, bûye pirseke ewropî û pirseke cîhanî. Di vî warî de Kurdên Ewropa dikarin roleke mezin bileyizin. Herkes di tenga xwe de, xwendekar li lîse û zanîngehan, karker li nav sendîkan, milîtanên siyasî li nav partiyên ewropî, nivîskar bi qelema xwe, hunermend bi hunerê xwe, sermayedar bi sermayê xwe xizmeta nasandina doza kurdî bikin, bi civîn û çalakiyên cihê yên akademîk, kulturî an siyasî raya giştî ya welatê xwe agahdar bikin, wê bikin dostê gelê kurd, komeleyên dostanî ya kurd û alman, kurd û swêdî hwd deynin û bi riya wan tesîrê li ser siyaseta welatê xwe bikin ku ew di peywendiyên xwe û Tirkiyê de mafên Kurdan ji bîr mekin. Ku her Kud li doza kurdî xwedî derkeve ewê gele kurd di demeke nêzîk de bigihê azadiya xwe.

Not : Kurtebeşekê vê Hevpeyvînê di kovara « Rûdaw » ê çapa Ewropayê de wek raport hat weşandin.

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google
Murad Çalı|29 Apr 2010 - 09:24
Ez jî beşdarî fikr û ramanê we dibim. Siyaset karê kesên biaqile, kesê asîle, kesê welatperwere, stratejistei xwedî vizyone, xwedî çande... Ger ew siyasetmedar di bin emrê pera (dirav), şexsiyetan, grûban, nezanan de be ewnikare ji pêşerojêre tiştekî bike.

Divê siyasetmedar li gor berjewendîyê netewe ya xwe tevbigere, ne li gor berjewendiyê xwe yê kesane. Weke DTP (%75)... Dirokê naletê li wan kesa bîne, qe meraq mekin!...

Her bijî Kendal Nezan

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia