Hevpeyvîn bi nivîskar Rûkiye Ozmen re
Evîn Berçem - 18 May 2010 Rukiye Ozmen ji Cizîra Botane. Sala 1990 ew jî, tevî malbata xwe ji welat derketiye û li Ewrûpayê cihê bûye. Bêrî kirina welat û mihacirî di serde jî evîndariya zimanê kurdî û hestên nivîsandinê ji sala 1996 û virde Rukiye Ozmena delal kiriye di nav gerdûna edebiyatê. Sala 2000 jî amadekariya berheman dest pê kiriye û edebiyatê re bûye yekdil.
Rukiye Ozmen nivîskarekî jine û kurde. Dema ez berhema nivîskarên me ên jin dixwînim, hêvîyên min jîndar dimînin... Ji ber ku jinên me bi salan keser û êş kişandine.. Di nav bindestiyê de jiyane. Neheqiyê qelîbîne...
Ez bi jinên kurd hêvî me...Ji ber ku gelek gotin hene di dilê wan de..gelek çîrok û gelek hêvîyên şikestî.. Encax jinên kurda dikarin bi hestên zelal çîrokên negotî binivîsînin...
HEVPEYVÎN: Evîn Berçem: Sedema nivîsandinê…ji kînga de dest pê kiriye?
Rukiye Özmen: Belê, bûyerên ku li der dora min rûdidan, Dema Medyayê ew berevajî dikirin. hest û fikra nivîsandinê bi min re dida afirandin. Lê ji ber nebûna derfetên berdewamiya dibistanê, xeyala min bû wekî keskesorê ku dibêjî ez nêzbûm lê ew her ji te dur dikev ê. Dema em koçberî Ewrupa bûn û şûnde, ew aso û jana bêrîya Welat di giyana min de hêdî hedî meyîn û êdî pênûsê derbirya min kir. Salên 2000 ’an û pêde êdî min amadekariya berhema kir.
 Ji ber nebûna derfetên berdewamiya dibistanê, xeyala min bû wekî keskesorê ku dibêjî ez nêzbûm lê ew her ji te dur dikev ê.
Evîn Berçem:Helbet bandora nivîskar û helbestvanên kurda li ser nivîsandina te heye?
Rukiye Özmen: Bêgoman ewin yê giyana min xame dikin, divê bêjim ku Botan jî, ji bo min dibistaneke servekirî ya çandê bû.
Evîn Berçem: Mijarên te ji çi tên?
Rukiye Özmen: Pêşnên şopan, li xwe gerîn û objektîvên dikiven ber çavên min, ew min dixine nava tevgerê, fikir û hizra min bi cure curê şeweyên wêjeyê xwe diafirînê.
Evîn Berçem: Nivîsandina te a rojane çawaye? Tu projeya kîtêbekî çi demê de diqedîne?
Rukiye Özmen: Li gor atmosfera ez têde me, bê gomen wext jî giring e, ez hewldidim ku rêzek jî be bi rojane binivîsîm . Amedekarîya pirtukekê jî bi salan didomê.
Evîn Berçem: Tu çiqes demê xwe dide nivîsandinê? Bi taybetî rojane dinivîse yan jî car caran?
Rukiye Özmen: Heta ji mintê li gor demê pilanîze dikim û hewl didim ku rojane binvîsim, ji berkû bi geşta nîvîsê ez digihim xwe.
Evîn Berçem: Rûkiye Ozmen çi dixwîne?
Rukiye Özmen: Xwendinî wekî sehrayê ye, çiqas dixwînî her tu bi tîbûna xwe dihisî. Lê giranîyê didim Wêjê ji ber berkû ew hestên min tajoyê ber bi asoyên ve.
Evîn Berçem: Tu xwendevanên xwe dinase? Gelo xwendevanên te ji kîjan kategoriyê tên?
Rukiye Özmen: Ew li gor şêwêyên berheman ji hev têne cuda kirin, çîrokên gelerî ango Şevbûhêrkan zarok, Helbest û Pexşan jî piranî ciwan dixwînin, bê goman divê em nivîskara jî ji bîrnekim.
 Xwendinî wekî sehrayê ye, çiqas dixwînî her tu bi tîbûna xwe dihisî.
Evîn Berçem: Nivîskarên kurda ên jin kêmin. Gelek helbestvanê jin hene, lê, nivîskar kêmin. Tu vê yekê bi çi girêdide?
Rukiye Özmen: Ji Baba Tahîrê Ûryan, heta vê serdema me, arşiva ku berdeste em dibînin bi piranî Helbest û dîwanin. Gelek Edîbên kurd perwerda xwe ji Medresan wergitine û edebyata kurdî li ser vî hîmî xwe bi gewde kiriye, vê yekê bandorek erênî li ser jinê jî hiştiye. Çendî ji ber ola Islamê, perwerdeya Mederesan ji jinan re guncav ne hatiye dîtin jî. Jinên Nuser jî hene, lê bi zimanê serdestan nivîsîne û dinvîsîn, xwe ji derveyî nasma xwe hiştine. Jinên nivîskar hêdî hêdî hijmara wan zêde dibin û em wan li nav masmedya kurdî de dibînin ev jî ciyê keyfxweşiyê ye.
Evîn Berçem:Di edebiyata cîhanê ê rojane de kîtêbên ku gelek difroşin bi taybetî ên aksîyonin û nivîskar jî zêdetirîn mêrin. Mêr şîdetê diafirînin, pevçûn derdixin, lêdan didin/dikûjin û biryarên dadweriyê jî didin. Gelo ji ber vê yekê ye ku jinên nivîskar ên romanên aksîyon dinivîsin gelek nayê hez kirin?
Rukiye Özmen: Heta radayekî tevil we dibim ji ber kû di feraseta hinek mêran de desthiladarî û şidet hevparin û meşrû dibînin, lê dama ev rastî ji aliyê jinan ve werê vegotinn ew bertekan nişan dikin. Ji xwe karê baş nasnama zayendî tuneye, ew bi serkeftina xwe tê nasîn.
Evîn Berçem: Gelo em bi çi awayî dikarin bala pîyasayê edebiyata cîhanê bikşînin li ser xwe? Bi berhemên klasîk, nivîskarên hemdemî?
Rukiye Özmen: Edebiyata modern jî li ser hîmê Edebyata klasîkan tê avakirin. Werger pira navbera civakane, çendî berhem serkeftîjî be dema newê wergerandin wê newê nasîn. Berhemê kurdî nayêne xwendin ji lew bizimanê biyanî jî nayên wergerandin vê dema dawî ji ber piyasê hinek bi lez bi zimanê serdetan têne wergerandin. Lê divê werger ji zimanê biyanî pir werê kirin.
Evîn Berçem: Ji xwendevanên Netewe.com ê re dikare pêşniyariya kîtêbekî bike. Kîtebekî tu xwendî be û gelek ecibandi be. Nivîskarê kurd yan jî ê cîhanê?
Rukiye Özmen: Ji yê kurdî destana Mem û Zîn ku her dibin bandora wede me. Ji yên cîhanê Girava Penguinan ku ji aliyê nivîskar Anatole France hatiye nivîsîn(1944-1924)
Evîn Berçem: Em ji malpera Netewe.comê berdewamiya sekeftinên te dixwazin û ji bo vê hevpeyvînê gelek sipas dikin.
Rukiye Özmen: Ez jî sipasiya we dikim û destxweŞiya we dikim.
Hevpeyvîn:Evîn Berçem
NETEWE |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|