RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Kakşar Oremar: Du Lîder: Simko û Qasimlo


avatar
Dêrikî - 28 Jun 2010
Havîna sala 1930’yî lîderê kurda yê naskirî “Simkoyê Şikak” li bajarê Şino hate kuştin.

Havîna sala 1930’yî lîderê kurda yê naskirî “Simkoyê Şikak” li bajarê Şino hate kuştin. Ev ne cara yekê bû ku Riza Pehlewî bi awayekî nemerdane serokekî kurd dikuşt, belkî beriya wê “Qacarî” û “Sefewîyan” jî riyeke wiha dabûn ber xwe. Mîrasekî wiha wek çandekê niha jî li Îranê berdewame!..

Dîktatorekî weke “Riza Pehlewiyê Mîrpenc” ji bo sentralîzekirina îktidarê, hemû gire-girên kurd û îranî bi awayê xapandinê û hîlegeriyên xwe yên taybet, davêtin zindanên reş an jî di çaxê gotûbêjê de ew dikuştin. Simko jî dema ku bi rayedarên dewleta Îranê re li ser riyên çareseriya “Pirsgirêka Kurd” hatibû bajarê Şino, li pey planeke ji berê amadekirî, bi awayekî terorîstî hate kuştin. Di hemen salê da Ebdulrehman Qasimlo li bajarê Urmiyê hate dinê. Bajarê ku demekê paytextê desthilatdariya Simkoyê Şikak bû û li wir dîrok şahidê gelek bûyer û pêngavên mezin bû ku ji hêla kurdan ve hatibûn avêtin.

Em kurd ji dîroka xwe pend û îbretan nastînin. Dubarebûn û çenbarebûn jî me ji xewên sedsalan şiyar nake. Tevî ku bira, bav û kalikên Simko tev bi destê Sefewî û Qacariyan hatibûn kuştin, mixabin ew jî ket wê davikê û hêviyên kurdan ên azadîxwaziyê bo demeke dirêj, çilmisîn. Gotina:“ bextê ecema tuneye“ li pey kar û kiryarên wiha dûr ji pirensîpên exlaqî bû meselek ku kurd tu carî baweriya xwe bi hikûmetên Îranê neynin. Nemir Mihemed Visûqdulê (bavê Dr. E. Qasimlo) mirovekî zana û dûrbîn bû. Ew li kêleka Peşewa Qazî Mihemed bû û heya dawiya jiyana xwe wek endamekî komeleya Jiyanewey Kurd(J.K) bi sonda xwe wefedar mabû. Dema ku dibîne kurê wî Ebdulrehman ketiye pey karê kurdîniyê, şîreteke wiha jê re dike: “Kurê min em bi sedan salan in ku ecema nas dikin. Te dest bi karekî pîroz kiriye lê baweriya xwe tu carî bi wan neyne. Ger ecem rastî te hatin: an wan bikuje, an ji ber bireve an jî yê te bikujin...”
Tevî ku Dr. Qasimlo di cîhana siyasetê de xwedî tecrubeyên teorî û piraktîk bû, roja 13’ê tîrmeha 1989’an di dilê Ewropa de ji hêla terorîstên komara îslamî ve, hate kuştin. Ew di pirtûka xwe ya bi navê “Kurdistan û Kurd” de gilî û gazinan li Simkoyê Şikak dike ka “çima û çawa baweriya xwe bi Ecema aniye û rihet bi destê wan hatiye şehîdkirin”, lê tevî ku ferqeke mezin di navbera çaxê jiyana wî û Simko da hebû, ew jî ket wê dafikê û dewleta Îranê careke din gotina bav-kalan“bextê ecema tuye...” bi bîra herkesî anî. Qasimlo dîplomatekî jîr û baweriya wî bi demokrasî û aştiyê wisa bihêz bû ku xwest ji derfetê sûdê bistîne ku rê li ber xwînrêjiyê bê girtin. Lê mantiqa rayedarên komara îslamî heman mentiqa padişahên Sefewî, Qacarî û Pehlewî bû. Ew hîşta jî li ser vê siyaseta xwe ya teror û xapandinê bi îsrar in. Dagîrkerên Kurdistanê baş dizanin ku kurd wek netewe pir bi lîderên xwe yên xwedî karîzma ve girêdayî ne. Bi vê sedemê ew tim li pey nêçîra serok û mezinên kurdan in. Ger dîtin nikarin bi riya “terora şexsiyetê” wan di çavê gel de sivik bikin, êdî biryara “terora fizîkî” didin.

Li pey terora lîderekî weke Simkoyê Şikak doza kurda li rojhelatê Kurdistanê demekê bêdeng ma, lê piştre: Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şerfekendî û yên din ew rêbaza muqedes berdewam kirin. Îro jî bi hezaran “Gerîla” û “Pêşmerge” li ser vê riya pîroz dimeşin. “Simko”yek şehîd bû, lê niha bi hezaran “Simko” hene. Dijimin gere vê rastiyê bizane ku “mekteba Simko, Qazî û Qasimlo” tijîye ji xwendevanên wan yên jîr û canfîda ku êdî ji bo azadiya “Kurdistana mezin” têdikoşin. Manifestoya wan hemû xeyalên dagîrkeran pûç kirin. Bi vê re ez ji terorîst û terorperwerên Îranî dipirsim: Gelo kê feyde kir? We karî bi kuştina Simko, Qazî, Qasimlo, Şerefkendî, Ferzad û Şirîn Elemhûlî agirê doza Kurdistanê vemirînin?

Ji azadiyawelat
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google
Muhammed Yunus|28 Jun 2010 - 12:05
Hêvîdarem ku hemû partî, komele û sazîyên Kurd li ser doz û netewe ya Kurd bibin yek deng, yek helwest û li hember neyar heman reaqsiyonê nişan bidin û rawestin. Banga min bi taybet ji PKK ê re, ku evana bi çapemenîya xwe ya Tirkî axêv-nivîs êrîşî Kurdên din dike û vana dengê xwe dernaxin. Hişyarbin, Neteweperwerbin bese û dÊ serkeftinê bîne!...
Dildar Urmiye|28 Jun 2010 - 09:37
hevale kaksar spasiya te dikim bo nivisa te
birasti ji li diroka me kurdan de bebexti u nemerdiya neyaran zor buye u her veku te got bira me ya diroki ne bihez e em bi sanahi pista xwe dijmin re rast dikin u baweriya xwe li wan tinin minak we em dikarin peywandiyen navbera Simko u sarhng Noruzi bejin ku Simko ciqasi hitbar le kir u lebele ewi hemu hewlen xwe da ku wi bikuje u kir ji!!!
bo te u hemu xebatkaren kurd serketine dixwazim
pese roja me runahi ye
Dilar Urmiye

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia