Azad Zal: Enternasyonala 5’emîn û Kurd
Dêrikî - 12 Jul 2010 Enternasyonala 5’emîn û Kurd
Divê ku yekitî û wekheviya û têkoşîna hemû bindestan biparêze, bi xebatên amadehiyê yên xurt heta Adara 2015’an bi dawî bibin; cihê konferansê divê ku li navenda Kurdistanê Amedê be Li Stenbolê di navbera 1 û 4’ê tîrmehê de Forûma Civakî ya Ewropayê (FCE) pêk hat. Li ser mijara “Banga Enternasyonala 5’emîn” semînerek hate lidarxistin. Semîner ji aliyê “The League for the Fifth International (L5I)” (Yekîtiya ji bo Enternasyonala 5’emîn) hate organîzekirin. Ez jî digel gotarbêjên ji Îngilistan, Germanya, Awusturya, Nepalê û Tirkiyeyê ji Kurdistanê beşdar bûm. Ez dixwazim gotara ku min di semînerê de pêşkêş kiriye parve bikim. *** Hevalên hêja yên dinyayî em tev bi xêr û xweşî hatine Stenbolê. Ji lew re her yek ji welatekî hatiye û ev semîner bûye sedem ku em bi zimanên cuda cuda hêvî û armancên xwe li hev parve bikin. Ez ji welatê kurdên azadîxwaz Kurdistanê beşdarî vê semînerê dibim. Ez dixwazim hinek qala gelê kurd û welatê kurdan bikim.
Ji lewre heta vê dema dawîn jî gelê kurd wekî ‘gelê nepenî’ û welatê kurdan –ku Kurdistan e wekî ‘welatê winda’ tê dîtin. Ango kurd jî Kurdistan jî biyan in, kes naxwaze ku ev du nav li ber hişê wan bikeve. Ji aliyê neyar û serdestên kurdan ve ev tiştek normal e. Heta niha dema ku neyar û dilnexwaz û zalimên ku li ser kurdan zordestiyê kirine li hember rastiya kurdan xwe li nedîtinê danîne.
Ev li gorî ‘rêzikên neyartiyê’ bi awayekê tê pejirandin. Tu dibêjî ‘de neyar e, dilnexwaz e, zalim e helbet rê jê re hene’ lê dema ku yên daw û doza hevalbendiya bindestan dikin, yên ku ji xwe re dibêjin ‘şoreşger’, ên ku ji xwe re dibêjin ‘em tekoşerê azadiya hemû gelên bindest in’, ên ku ji xwe re dibêjin ‘em sosyalîst in, em komunîst in, em mafên gelan diparêzin’ li hember rewşa kurdan xwe li nedîtinê deynin û di pozîsyona neyar û zalim û dilnexwazên kurdan de bin ne normal e. Di vir de tiştek ne dirust heye.
Di dîrokê de kurd her tim bindest bûne, her tim ji aliyê dewlet û hêzên zalim û kedxwar ve hatine pelişandin, hatine eciqandin; keda wan hatiye xwarin, welatê wan hatiye talankirin, xwîna wan daye rijandin. Ji Berî Mîladê 8000’î vir ve ye kurd li ser rûyê vê dinyayê hene. Kurd avakerê çanda gundîniyê ne. Yên ku pêşî gund ava kirine kurd in. Gundê Kurdan gundê ku hêvî û armanca mirovahiyê di xwe de diderbirîne ye, gundê ku paqij û xwezayî ye, gundê ku têrî xwe dike, gundê ku jiyana mirovî afirandiye, parastiye û her diparêze. Gundê ku kurdan ava kiriye gundê jiyanê ye, gundê evînê ye, gundê azadiyê ye, gundê utopyaya mirovahiyê ye.
Di ruhiyeta tekoşîna kurdan de ‘Enternasyoneleke Xwezayî’ heye. Kurd her enternasyonalîst in. Lê çepgirên welatên serdestên kurdan li ser navê enternasyonalîzmê zorê dane kurdan da ku bikin wekî xwe. Ango “sosyal şovenî” kirine, heta pêşdetir çûne faşîzanî kirine.
Îro em dibêjin dinya bûye ‘Global Wilage’ (Gundê Global/Gulover), lê di vî gundî de cihê kurdan tune ye. Ev Gundê Gulover di destê sermayedar û dewlemend û zaliman de ye.
Gundê ku ji aliyê kurdan ve hatiye avakirin ne ev gund e. Ji ber ku gundê ku kurdan ava kiriye hêvî û armanca mirovahiyê, xwezaya afirîner di xwe de diperisîne li hember vî gundê kurdewar hemû kes xwe li nedîtinê datînin. Mîr û axayê Gundê Gulover Gundê Xwezayî yê ku kurdan ava kiriye ya talan û wêran dikin, dişewitînin, tune dikin; yan jî li hember yên ku vî karî dikin bêdeng dimînin.
Ji aliyê çar dewletên ku mîr û axayê Dinyaya Gulover dane pişt xwe ve çembereke lanetê ya nepenî li dora kurdan û welatê kurdan hatiye danîn. Çembereke bêxêrî û zilmê hatiye danîn.
Mixabin û sed mixabin ev çember çav û guh û hişê gelên cîranê kurdan, çav û guh û hişê hêz û tevgerên şoreşger, sosyalîst û komunîst û oldarên hemû olan (misilman, xiristiyan, cihû û hwd.) kor kiriye, ker kiriye û pûç kiriye.
Gava ku çav kor bibe, guh ker bibe û mêjî pûç bibe mirovahî ji utopyaya xwe dadikeve asta herî nizm. Li her çar aliyên Kurdistanê bi taybetî li bakurê Kurdistanê giyana mirovahiyê, utopyaya dahatuyê, hêvî û armanca azadiya çînayetiyê, rizgariya xwezayê tê parastin û bi ruh û bi can têkoşîna parastina nirxên mirovî tê dayîn. Divê ku li ser vê bingehê avakirin û sazûmaniya Enternasyonala Pêncemîn bê rojevê. Ku bi vî awayî nebe dê wekî yên din (di derveyê Enternasyonala Yekemîn de) ev jî têk biçe. Divê ku yekser kurd û tevgera azadiyê ya kurdan di vê Enternasyonalê de hebin. Ango divê ku ev Enternasyonal kurdan bibîne û cih bide kurdan.
Eger ku wekî yên berê li ser hişmendiya Ewropa û navendiya Ewropa ava bibe ew ê neçe serî. Ewropa, ango bi giştî Rojava qirêj û gemar e. Bi ked û xwîna çîn û gelan hatiye qirêjkirin. Dinyaya wan, jiyana wan heram e. Li Rojava ked û xwêdana hemû bindestan hatiye dizîn, hatiye talankirin.
Ji ber wê jî Rojava an jî Ewropa nikare bibe navend û navnîşana Enternasyonala Pêncemîn. Divê ku Enternasyonala Pêncemîn berê xwe bide Rojhilat, Rojhilata Navîn ango berê xwe bide Kurdistanê. Pereyê kurdan helal e, keda kurdan helal e. Hêvî û armancên ku kurd di xwe de diderbirînin bi xwîna zelal hatiye şûştin û helal bûye.
Enternasyonala ku bi piştgiriya desthilatdariya mîr û axayên Dinyaya Gulover pêk were, Enternasyonala ku bi perê heram çê bibe bi ser nakeve. Wekî pêşniyaz Enternasyonala 5’emîn dikare civîna xwe ya avakirinê li navenda Kurdistanê li Amedê pêk bîne. Kurd mêvanperwer in, kurd xwedî keda helal in, wekî şîrê dê.
Gava pêşîn a sazkirina Enternasyonala 5’emîn ji sê bingehan pêk bê ew riya serkeftinê ji xwe re veke; Naverok; divê ku yekitî û wekhevî û têkoşîna hemû bindestan biparêze (wekî ya yekemîn); Pêvajo; divê ku bi xebatên amadehiyê yên xurt heta adara 2015’an bi dawî bibin; Mekan/cî; divê ku li navenda Kurdistanê Amedê be.
Gava ku Enternasyonal û Newroza kurdan bigihêjin hev dê hezeke mezin û girse derîne holê. Bi hêviya hevdîtina li Amedê bimînin di xêr û xweşiyê de.
azadzal@hotmail.com azadiyawelat |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|