RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Helbestek Ebdurehîmê Mûşî li ser zarokê Kurd: Bêrîvan Xezala Kûvî


avatar
Dêrikî - 16 Jul 2010
Ji Dengbêj Edburehimê Mûşî helbestek xweş û balkêş li ser zarokên Kurd; zarokên li serê çîya tê kuştin, zarokên di zindanande...

Bêrîvan Xezala Kûvî

Bêrîvan Xezala çiya
Tu sorgula çavkaniya

Findek vêxe di tarî ya
Heyverona ser banî ya

Min îro peyama te xwend
Ey kubara min a lewend

Te hêsrê çavê min rijand
Hinav û cergê min pijand

Megrî gula adar megrî
Zilma zalim zeft kir cîhan

Berxwe bid xezala kûvî
Berxwedan jiyan e, jiyan

Çima tu nizane gelo!
Meskenê kurda ye zîndan

Derbas nabe rojek bêzilm
Kezeb ji zilmê qelişîn

Her roj fîxan, feryad e şîn
Mezlûm bixwînê neqişîn

Megrî Bêrîvan melorîn
Ji zilmê jiyanê derîn...

Bihezaran wek te zarok
Di zîndanê de bûn dîrok

Ji bîr nabe tu wext çîrok
Lewra te nivîsand dîrok

Bes e, te dilê min sotî
Bîbikên çavê min dotî

Êdî meke fîxan, girîn
Dil peritîn bûnin birîn

Belê gunehê we nîne
Eva tesbîta zilmê ye

Xatûna kubar tu zarok
Bo azadî d'dome çîrok

Zîndana sîtem û zilmê
Mezlûm tê de nagrin hilmê

Bikin hêlîna azadî
Zilma zîndana «E Tîpî»

Feyda girînê tunîne
Şêr bin şêrê mîsal nîne

Berxwe bidin bi rim û bêr
Xweda veke derî yê xêr

Bixwazin mafê jînê, mêr:
Tev bi hevra mînanî şêr

Şêr şêre çi jin e, çi mêr
Da ku rakin zilma neyêr:

Bang ji bo Cîhana Bêdad
Ey cîhana hem kor û ker
Çima wisa maye bêdeng!

Gunehê zarokan çiye?
Gelo wek Bush wan kirin ceng?!

Kuştin Zarokên me kurdan
Bi sedan şandin goristan

Bihar li wan kir zivistan
Mesken ji wan ra qebristan.

Ê manin avêtin zîndan
Wan keç û xortên wek fîdan

Zarok hemû bêguneh in
Fîxana wan çû asîman...

Cîhanê çavên xwe girtî!
Tu wext hewar nayê ji wan

Ewqas bêwijdanî dibe?
Gelo maye hinek wijdan:

Gazî dikim li cîhanê
Bibîn evî zilma hanê!

Zarok avêtin zîndanê
Dengê edaletê kanê?

Ciyê zaroka ne zîndan
Divê bixwînin dibistan

Pêşeroja me her ew in
Reş nekin cîhanê li wan

Almanya, 14.07.2010
Ebdurehîmê Mûşî / Serhed
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia