Tahir Sileman: Min dostek bi êtîbar, Kurdistan kadroyekî jêhatî unda kir
Çeto Omerî - 22 Jul 2010 Cawa ji Hewlêrê hatî, ez pir perîşan û xemgîn kirim. Heval rehman bahara jûyana xweye 39-da bû. Roja dewata xwe qeza kir û pir nêt-merem û armanca dilên xweva çû dunya heq. Lê li vê dinya bê êtibar em şewûtand, gelo ew bûka bê bext çawa bû, rewşa dayika pîr, xuşk û brayên wî çawane?
Par van çaxa li Hewlêrê , tevî helbijartina bum û min pir rêportaj hildabûn, par van roja min ji Heval Rehman jî hevpeyvîn hildabû û li malpera ``Netewe.com``-ê weşandibû.
Raman û xeyalên min ez birime sala 2004-a, wan çaxa Heval Rehman li Lijnaya mamosteyan kar dikir. Xortekî ziravik, bejn bilind û jêhatî bû. Min pirs dikir keko çima nazewucî?
-Ew caw dida û digot : ``Heya li Kurdistanê aramî û edlayî nebe ez nazewicim``. Min jê hevpeyvîn hilda û pirsî îdî Kurdistan arame çima nazewicîy? Emrê te 39-e , dewatê bike û gazî meke jî.
-Ew caw da û got;``Sala 2010-a ezê bizewicim`. -Ez birime mala xwe. Du qat xanî danîbu, min çavronahî û bextewerî ji Xwedê jêra xwast û min hîvî kir wekî me gazî dewata xwe bike.
Lê çavên felekê birije, armanca dilê Heval Rehman dilda ma, lê dê-xweşk û bra, qewm pismam, dost şewitant.
Rehma Xwedê lêbe.
Em wê hevpeyvînê bona xatirê Heval Rehman dubare diweşînin. Ev wene par van çaxa me kişandibû.
Netewe |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|