RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

şandeyeke herêma Kurdistanê ber bi Washingtonê bi rê ket


avatar
Çeto Omerî - 23 Jul 2010
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ber bi Washingtonê bi rê ket ku dê digel berpirsên Amerîkayê li Koşka Spî, Kongres û wezaretên derve û berevaniyê bicive.

Biryar e li Washingtonê serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û nûnerê hikûmeta Herêmê yê li Amerîkayê Qubad Talebanî hevalbendiya Husên bikin.

Fuad Husên bi mebesta diyarkirina nêrîn û dîtinên Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê li ser pêşhatên dawî yên Iraqê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Washingtonê dê di çendîn navendên hizrî yên li Washingtonê de semîneran saz bike.

Herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dê digel berpirsên Amerîkayê rewşa navçeyê û paşaroja pêwendiyên di navbera Iraq û Amerîkayê gotûbêj bike û çendîn hevdîtinan jî digel medya û kanalên ragihandina wî welatî saz bike.

KRG.(NH)

Netewe
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia