Banga Piştgiriyê
Berxwedan - 23 Jul 2010 Bêguman, xebatkar û tekoşerê nasdar Prof. Ismaîl Beşikçî , bi nivîsên xwe yên li ser Kurd û Kurdistanê, li seranserê cîhanê navdar e û ji ber nerîn û dîtinên xwe, bîr û baweriyên xwe yên azad û demoqrat hefde salan - ji jiyana xwe- di zindanên Tirkan de bûrandiye. Piştî ko bi qanûna 4304 a efûyê bi şert hatibû berdan; Beşîkçî dîsa bo doza kurd û Kurdistanê tê dadgehkirin û ji sedemê nivisek wî ya li ser maf û tekoşîna gelê kurd, 8,5 sal cezayê hebsê tê xwestin. Dê bîst û heştê (28)ê Tîrmehê li 11emîn Dadgeha Cezayên Giran a Istanbolê derkeve ber dadgehê.
Teqez baweriyê Ismaîl Beşikçî ji setemkarî û zordariya kevneperistên Tirkan kurtir û bi hêztir e. Tucarî zindan û girtîgeh ew ji bîr û baweriyên wî bêhêvî û radest nekirin. Bi xebat û ramana mirovên azad û demoqrat ên mîna Ismaîl Beşikçî şop û riya jiyana mirovayetiyê doz dike, wekhevî û biratiya miletan û aştiyê bi cih dike. Di roja îro de, ji ber gotara (Mafê diyarkirina pêşeroja xwe ya neteweyan û Kurd), a di Kovara di Serdema me de Civak û Hiqûq, ji Sosyologê navdar Îsmaîl Beşilçî doz hate vekirin.
Berî herkesî divê rêjîma kevneperest a turk bizanibe ko dem ne dema girtin, kuştin û talankirina mafê mirovan û ramana azad e. Divê bêye naskirin ku bi van bedkariyan rê li pêşiya ramanên azad nayê girtin. Ev kar û destzorî cihê perotesto û şermezarî û îdanê ye. Piştgirên Îsmaîl Beşîkçî, rewşenbirên kurd û tirk diyar dikin ku ew ê wê rojê li gel Beşîkçî bin û bang her mirovek demokrat dikin ku werin ber edliya Beşîktaşê û piştgiriya vî mirovê bêhempa bikin.
Dost û hevalên tekoşer Îsmaîl Beşikçî Sûriya/23/7/2010
Dem:28.07.2010 Saet:09:30 Cîh: Edliya Beşiktaşê.
NETEWE |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|