RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Di Foruma Kurd de nîqaşa 'Hîzbullah'ê


avatar
Berxwedan - 24 Jul 2010
Di Foruma Pirsgriêka Kurd a li Diyarbekirê ji hêla Ozgur-Derê ve hate organîzekirin de, ji be rku nivîskar Nejat Ozdemir got, "PKK'ê mafêjiyanê neda Hîzbullahê", tengezarî derket. Hin beşdaran salon terikand.

Şaxa Diyarbekirê ya Saziya Ramana Azad û mafên Perwerdehiyê (Ozgur-Der), îro li Salona Konferansê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn "Foruma Pirsgirêka Kurd" li dar xist.

Ronakbîrên kurd ên ramana wan a îslamî li pêş beşdarî forumê bûn. Neviyê Şêx Seîd Abdulîlah Firat, Cîgirê Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Necîp Yildirim, Serokê Saziya Ronahiya Hêviyê ya Wanê Abdurrahîm Orhan, ji nivîskarên Ji Keleha Amedê banga Heq prz. Nejat Ozdemîr beşdar bûn û her yek ji wan pêşkêşkirinek kir.

forma-k-rd-2.jpg

Ji Herêma Kurdistanê Alî bapîr jî beşdarî forumê bû.

Nesîp Yildirim ku diyar kir ji roja Komara Tirkiyeyê ava bûye ve kurd rastî neheqiyên mezin tên, ji cî û warê xwe tên derkirin, bi bîr anî ku zimanê kurdî di sala 1925'an de bi Plana Islahatê ya Şerqê hayiye qedexekirin.

Yildirim ku bal kişand di sala 1934'an de ji bo kesên ne tirk bikin tirk şandine bajarên ku tirk lê piranî ne, anî ziman ku hejmara gundên di demên dawî de hatine valakirin di ser 3 hezarî de ye û 17 hezar kuştinên kiryarbediyar hene.

Doç. Dr. Ahmet Yildiz ku di forumê de axivî, îdia kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke neteweperest e û got, "Neteweperestiya kurdî birayê Kemalîzmê ye."

Di dema axaftina nivîskarê Ji Kelha Amedê Banga Heq Nejat Ozdemir de li salonê tengezariyê dest pê kir. Piştî ku Ozdemir got, "PKK'ê mafê jiyanê neda Hîzbullahê. Ligel ku Hîzbullahê bi dehan caran rica kir, PKK'ê rêbaza jiholêrakirina wê hilbijart. Ji ber vê jî gelek bûyer qewimîn" ji salonê derketin û heta derveyî salonê belav bûn..

Li ser hewla rêveberên Ozgur-Der'ê û xebatkarên şaredariyê, li salonê hinek bejî aramî pêk hat. Yek ji ciwanên ku Ozdemir protesto kir, got, "çawa dibe ku belediye vê salonê ji wan re tehsîs dike", piştre endamê TEVKURD'ê Sitki Zîlan ku mafê axaftinê wergirt, bal kişand ku divê ji bo hemû ramanan rêz bê girtin.

Zîlan diyar kir ku dewlet li hemberî kurdan rêbaza xapandin û ewiqandinê dimeşîne, got ku divê kurdên ji fraksiyonên cuda bibin yek û têkoşîna ji bo mafan bi hev re bimeşînin.

Serokê Saziya Ronahiya Hêviyê ya Wanê Abdurrahim Orhan jî diyar kir ji bilî PKK2ê, tevgerên din ên kurdan nebûne neteweyî. Orhan diyar kir ku divê kurd wekî netwe ji hêla tirkan ve bên qebûlkirin û hemû mafên kurdan ên neteweyî bên dayîn.

mc AKnews
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia