RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Girtiyekî Girtîgeha Bajarê Sine Di Benda Biryara Darvekirinê De Ye..


avatar
Çeto Omerî - 25 Jul 2010
Li gor nûçeya Kurdistanmediayê, girtiyekî girtîgeha bajarê Sine, bi navê Luqman Ebdulazade Muqedem bi tawana diro a firotina madeyên hişber bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin.
Li gor Nûçegihaniya Çalakên Mafên Mirovan û demokrasiyê li Îranê, Luqma Ebdulazade Muqedem, temen 32 salî, 6 mehan berî niha ji aliyê memûrên rejîmê ve di mala xwe de hat girtin û bi tawana hebûna madeyên hişber bo ewlekariya bajarê Sine hat şandin.
Li gor gotinên malbata navhatî, Luqman zêde hatiye îşkencekirin û heta ku mecbûrê îtirafkirinê be.Piştî vê yekê dosiyeya wî bo taya yeka Dadgeha şoreşa giştî a bajarê sine hatiye şandin û li wir hat mehkemekirin û piştre bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin.
Her dîsan li gor gotina malbata Luqman, ev tawana ku xistine ser kurê wan, bi temamî nerast e, lê pîlaneke ku li berê jêre hatiye danîn. Tê zanîn Luqman Ebdulazade Muqedem, berê bi tawana kuştina memûrê Wezareta Ewlekariyê hatibû girtin, lê piştî heyamekê bêtawaniya wî hat îspatkirin û serbest hat berdan, lê girtina dûbare a wî her di vê derbarê de ye û Luqman niha di girtîgeha bajarê Sine deye.
Tê zanîn piştî heyamekî kurt ji girtina Luqman, memûrên rejîmê êrîş kirin ser mala wî û hevjîna wî bi navê Amîne Menafzade, temen 45 salî bi tawana çalakiyên siyasî li dijî rejîmê girtin û bo hebsa takekesiya bajarê Urmiyê şandin û piştî çend mehan di hebsa takekesiyê de, bo benda Jinên girtîgeha bajarê Urmiyê hat şandin û niha di rewşeke nediyar de ye.

Netewe
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia