Îran bi girtin û kûştina kurdan dîsa har bû, li bajarê Mehabadê çar kurdên welatparêz hatin girtin..
Çeto Omerî - 25 Jul 2010
Dîsa li gorî nûçeya Kurdistanmediya yê ku ji Mafên mirovan ya Îranê vergirtiye, Çar hevwelatiyên din ên kurd, xelkê gundê Albilax û Kosekerêz a bajarê Mehabadê hatin girtin.
Ev çar kese bi navên Rehîme Reş, Wahid Destmerdî, Selah Ehmedî û Hêmin Rostemî di roja 21’ê Tîrmahê de, ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve hatine girtin. Li gor vê çavkaniyê heta niha sedema girtina wan çar kesane nediyar e.
Li gor Nûçegihaniya “Rihana”ê di meha Tîrmeha 2010’an, de hejmarek çalakên siyasî û sivîl ên girtiyên Kurd bi 19 kesan ragihandiye.