RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Serok Barzanî li gel şandeya danustandinan a Îtîlafa Fraksiyona Kurdistaniyan civiya


avatar
Çeto Omerî - 26 Jul 2010
Duhî şemîyê 24.07.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê li gel şanda danustandinan a Îtîlafa Fraksiyona Kurdistaniyan civiya.

Di kombûnê da ku Roj Nurî Şaweys nûnerê serokê herêma Kurdistanê yê Bexdayê amade bû, şandeya danustandinan di axaftineke kurt de di derbarê çalakî, hevdîtin û cîvînên xwe yên li gel Fraksiyon û aliyê siyasiyê Iraqiyan li Bexdayê ji serokê herêma Kurdistanê ra behis kir.

Serok Barzanî kar û çalakiyên şandê bi girîng behs kir û ji bo wê yekrêziya ku li Bexdayê wekî kurd û dûr ji nefesa hizbayetiyê nîşandaye destxweşiyî li wan kir û dûpat jî kir ku ev hevdû nêzîkbûn û hevdîtinên wan pêngavên bi sûd û başin, hem di xizmeta proseya siyasî û demokrasî û hem jî bi hemû pêkhatên wê ve di xizmeta gelê Iraqê daye.

Di beşekî dinê civînê de, serok Barzanî rênîşanderên destûriyên pêwist bi pêkanîna hikûmeta nû jî li gel şandê nirxand û cext li wê yekê kir ku ji bo pêkanîna hikûmetekî hevbendî nîştimanî ku tu aliyek neyê îhmal kirin pêwîste pêngavan baş bêne avêtin û ji bo karê paşarojê jî şand çend pêşniyarek jî pêşkêş kirin.

KRG.(NH)


Netewe
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia