Serokê hikûmetê pêşwazî li sefîrê Swêdê kir
Çeto Omerî - 26 Jul 2010 Duhî li Hewlêrê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Niklas Trove` sefîrê Swêdê yê li Îraqê û şandey apê ra kir.
Sefîrê Swêdê ku bi minasebeta dwîhatina wezîfeya wî li Îraqê serdana herêma Kurdistanê kiriye, got ku ji ber aramî û îstîqrara emnî li herêma Kurdistanê, di dema borî de Swêdê navê herêma Kurdistanê ji lîsteyê wana welatan ku nabe hevwelatiyên swêdî seferê bo bikin derxistiye. Herwesa sefîrê Swêdê yê li Îraqê got ku di pilana welatê Swêdê de heye ku kar û çalakiyên konsolxaneya xwe li herêma Kurdistanê berfirehbikin daku di warê pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê û encamdana pirojeyên hevbeş, Swêd zêdetir rola xwe bilîze.
Ji aliyê xwe ve serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku bihêzbûna herêma Kurdistanê bihêzbûba Îraq nûh ye, ew Îraq li ser esasê demokrasî û federalîzmê hatiye avakirin. Salih got ku welatên biyanî dikarin herêma Kurdistanê weke deriyê çûnan nav Îraqê bikar bînin.
Her duhî li bajarê Hewlêrê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi amadebûna Elî Sindî wezîrê pilandananê yê herêma Kurdistanê di gel şandeyeke rêxistina Rand ya amerîkî ki bi serokatiya Mackel Reich serokê saziya Rand ku peymaneke hevkariyê di warê reformên îdarî, darayî û saxlemiyê de bi hikûmeta herêma Kurdistanê ra îmza kiriye, civiyan.
Di dîdarekê de şandeya mêvan ji serokê hikûmetê ra got ku saziya wan kêhxweşe kar digel hikûmeta herêma Kurdistanê dike û herwesa wî got ku ev alîkariya navbera saziya Rand û hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo damezrandina hikûmeteke saxlem ku zêdetir xizmeta hevwelatiyan bike, pêngaveke giringe.
 Serokê hikûmetê got ku ew dê bi hemû îmkanên xwe bi saziya Rand re ji bo alîakrîkirina saziyên hikûmetê yên di warê xandin, geşepêdanan şiyanên mirovî û damezrandina sîstemeke îdarî ya modern ku bi awayekî gelek baş xizmete hevwelatiyan bike, bixebite.
þweke tê zanîn zasiya Rand sazieyeke rawêjkarî a emerîkî ya serbixwe ye û di sala 1945ê de hatiye avakirin û bê beramber alîkariya hikûmet, siyssetmedar û ksên xwe dî biryar ku bikarin arîşeyên xwe bi rêyên minasib çareser bikin dike.
KRG.(NH)
Netewe |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|