Li bajarê Amedê, du roj li ser hev, li awahîya navenda çand û hunerê ya Cigerxwîn de ji alîyê Komelaya Özgür-Der ve bi navê “Foruma pirsgirêka Kurd” civînek balkêş pêkhat.
Di roja yekem de di rûniştina yekem de li ser mijara“nîrxandina, sîstemê neteweperestî, pirsgirêka Kurd û rehên wî ya dîrokî” de axaftwan ew kes bûn:
Nesip Yildirim Doç.Ahmet Yıldız Necat Özdemir Sıdkı Zilan Abdurrahim Orhan Firat Toprak Prof. Kadri Yıldırım Abdulilah Firat
Di rûnıştına duyem de li ser “pirsgirêka Kurd û nêrîna rojane” axaftwan ewkes bûn:
Av. Şehmus Ülek Sabiha Ünlü Ahmed Örs Fuad Değer Serhad Bülent Yılmaz Yıldız Ramazanoğlu Rıdvan Kaya Altan Tan
Roja duyem de rûniştina yekem li ser mijara “Di îran û İraq û Sûrîyê de îroya û paşeroja pirsgirêka Kurd” bû li ser vê mijarê ev axaftwan dîtinên xwe anîn ziman:
Eli Bapîr (serokê komela İslami) M Selahaddin Bahauddin (serokê Yekgurtî İslami) Dr. Abdulselam Navxoş Seyyid Ali H. Müezzini Dr Zeyneddin Şeyxo Süleyman Kurşun
Di rûniştina duyem de li ser “ Ji pirsgirêka Kurd re çareserîya îslamî” axaftwan ew kes bûn:
Hamza Türkmen Ersin Sönmezler Ramazan Kayan Mehmet Şat Mehmet Pamak Yakup Aslan Abdulhakim Beyazyüz Abdurrahman Dilipak
Ev cara yekeme li Amedê di nav der û dorên sazîyên Olî de pirsgirêka Kurd ewqas vekirî û bi alaqadarek mezin tê niqaş kirin. Profîla beşdervan û kesên pê alaqadar bûbûn giranîya wan xort bûn. Gellek axaftwan navê pirsgirêkê Kurd û Kurdistan diyar kirin. Lê oldarên kemalist û netewerên Tirk di forumê ne razîbûna xwe pir eşkera kirin. Abdurrahman Dilipak û yên wek wî li dijî pirsa Kurd û Kurdistanî nerazîbuna xwe anî ziman û hîsîyata dewleta Tirk pir eşkera parast. Lê ya girîng di nav oldarên Kurd de navê pirsgirêkê pir eşkera pirsgirêka kurd û Kurdîstanê ye bi nav kirin. Yek ji wan jî axaftina Mele Silêman Kurşun bû.