Dildar Ûrmiye: Kurdistan û Enerjî..
Dildar Urmîye - 6 Aug 2010 Bi tewahî Enirjî û bi taybetî petrol, gaz û serkaniyên avê di sedsala niha da gelek girîng in. Her dewer ku xwediyê serkaniyên ewan inirjiyane be hemêşe şer û gêre têda heye û çawê hemû hêzên dunê li wirin. Du sebeb hene ku nirx û erzişa ewan enirjiya roj bi roj zêdetir dibe :
1- Yêk ewe ku dewletên taze pîyê xwe dihavêjne merhela senetî bunê wekû Hind, Çîn, Birezîl, Arjantîn, WYD roj bi roj zêde dibin ji ber wê hindê xwezyarên inirjiyê zêde dibin û kêbirka dewletan ser ewan zêdetir dibe.
2- Dohem ewe ku ji ber wê hindê ku inêrjiyên nû wekû nûkliyerî, baî, rojî WYD gelek biha ne û hêz û qaweta her dewletekê nagihîje ku ewan bi kar bîne. Ew her du bûne sebeb ku Enirjîyên wekû petrol û gaz roleke gelek girîng di danûistandina nawbera dewletan de bilîze.
Rojhelata nawerast yêkek ji navçen jêopolîtîk û jêoistratêjîke dinê ye sebeba vêya herî girîng ji Enirjî yen navbûrî ne. Meriv dikare bêje ku hemû dewletên wê navçê li ser çawkaniyên inirjiyên pirêskirêk hene û gelek caran êriş û şer nawbera ewan de çê bûne û gelek caran ji dewletên herî bihêze dinê ji bo berjewendê xwe modaxileî wê menteqê kirine. Di wê nivîsarê de hewl têdan ku rola kurdistanê û rewşa inirjiyê di wî warî de bê lêkolîn. Piştî serniqot bûna rijêma Sedam Hosên dewleta fidrala Kurdistanê têkûşîn kir ku ji boy xwe rolekê di navça Rojhelata Nawerast de bilîze, di mêjûya hewdemiya wê nawçê de bo cara yêkim bû ku pênaseyek serbixwe bi nawê Kurd dihate holê, pênaseyek ku pêbendiya xwe bi osûlên demokratîk nîşan dabû û di menteqê da gelek zû karî bû sazîyên demikratîk çê bike. Hebûna roleka girîng di navçê û dunê de gelek girêdaî berjewendê dewletan û hêzên nawneteweyî e û rola Enirjîyê ji herî girîng e. sefer û gera wê dawiyê ya Mesûd Barzanî li Tirkîyê, Almanîya, Fransa û çend dewletên din yê Awrûpî û pêşwazîya taybeta ewan dewletan jî wî nîşana girîngîya kurdistanê sa ewan dewletane ye. Yêk li sebeba vê girîngiyê mijara enirjiyê ye ku di got û bêjen deshelatdarên kurdistanê de jî xûya dikir.
Petrol û gaz: peyda bûna wê dawiyê çawkaniyên petrolê û gazê di kurdistanê da û bi taybet petrol û gaza Kerkûkê ku kurdan hêzeke xurt di wê dewerê de heye dikaribe roleke grîng bide dewleta fidrala kurdistanê û bi siyaset û diplomasiyeka xurt û serketî dikaribe berjewendê gelek dewletan di kurdistanê da girê bide û ew yêk dikaribe bibe piştîwaneke herî mezin ji bo rewşa ewlekariyê di kurdistanê da. Ji bo mînak em dikarin îşarey behsa pêywendiya kurdistanê di loleyên Petrola Moboko û loleya petrol a Kerkûk û Heyfayê bikin ku dikare role ke girîng bide kurdistanê.
Av: av jî him ji bo Karên cotkarî û him jî ji bo çêkirina hêza êlêktrîsîtyê gelek giring e. Di kurdistana bakûr û başûr de çavkaniyên avê yê herî girîng hene ku berjewende sê dewletên Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê girêdayî ewanin, du rûbarên mezinên Dijlê û Firat ku di kurdistanê da derdikevin bo ewan dewleta herî girîng in û ewyek sebeba girîngiya kurdistanê ye. kurdistana bakûr ku ber bi serbixebûnê we diçe peş di paşerojê de bi dîplomasiyeke serketî dikare ji van çavkaniyên enirjiya jiyanî ji bo berjewendê kurdên wê dewerê bi avayekî herî baş bête kar bîne. Ji bo karanîna herî baş, pêş hemû tiştekê da nas kirina berjewendê dewletên dorûber û hêzên biberjewend di navçê de pêvîste.
------------------------------------------------ 1"Berpirsê ofîsa serokê kurdistanê li bara desketên gera Mesûd Barzanî bi Tirkiyê re goti bû ku: çawê tirkiyê ketiye petrola kurdistanê". |
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike |
Facebook|
My Yahoo|
Twitter|
google
|