Serok Barzanî qewareyên siyasiyên îraqî bi efermî ji bo herêma Kurdistanê venexwandine
Çeto Omerî - 28 Jul 2010
Çend rojeke hejmarek ji medyayên îraqî û erebî behsa wê yekê dikin ku serok Barzanî bi awayekî fermî qeware, hêz û aliyên siyasiyên Iraqê vexwendiye ji bo girêdana hevdîtineke berfireh li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê ji bo guftugo kirina pêşketinên proseya siyasiya dawî û dozîna çareseriyek ji bo derketina ji wê qeyrana(krîz) siyasiya ku niha li Iraqê heye.
Heta niha tu vexwendineke fermî ji bo girêdana hevdîtineke berfireh ji aliyê serok Barzanî ve nehatiye kirin û ewê li medyayan jî tê behs kirin tenê dîtin û nêrîna wan e.
Serok Barzanî her çawa berê li pêşxistina proseya siyasî û demokratiya li Iraqê da beşdar bûye, niha jî amadeye ji bo her pêngavek ku bibe sedema hevdûnêzîkkirina dîtin û nêrîna wan aliyan û dozîna çareseriyek ji bo wê qeyranê û ji bo vê mebestê jî heta niha li gel zêdetirê herî zêdeyê qeware û aliyê siyasiyên Iraqê kom bûye û her li çarçêweya wan hewlan de jî Semahetî Muqteda Sedir serokê Rewta Sedirî ji bo mebesta encamdana hevdîtineke taybet vexwendiye da ku serdana Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê bike.
Eger ev hevdîtin bibe sedema wê yekê ku li gel hemû qeware û hêz û aliyê siyasiyên din da bi girêdana hevdîtineke berfirehtir pêwîst bike û eger jî ew qeware û alî ji bo vê hevdîtina berfireh amadehiyên xwe nîşan dan serok Barzanî jî ji bo girêdana wê hevdîtinê xweşhale.