RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Budceya 4 salan a hêza pêşmerge li Bexdayê ye û heya niha nehatiye çareser kirin.


avatar
Çeto Omerî - 28 Jul 2010
Wezîrê Malî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Bayiz Talebanî diyar kir ku budçeya 4 salan a hêza pêşmerge û ya 2 salan a rêveberiya regezname û paseportê ya herêmê li cem Bexdayê ye û heya niha pirsgirêka han nehatiye çareser kirin.

Bayiz Talebanî got, “Li gorî yasayê dibû di 4 salên derbasbûyî de Hikûmeta Iraqê budçeya hêza pêşmerge a Kurdistanê û 2 sal e jî budçeya rêveberiya regezname û paseporta herêmê dabîn bikira, lê heya niha ew budçe bo herêmê nehatiye vegerandin, lewma ew bûye sedema kurtanîna budçeyê, ji ber ku em neçar in hiqûq û pêwîstiyên rêveberiya regezname û hêza pêşmerge dabînbikin”.

Talebanî wiha pê de çû, “Li gorî yasayê pêwîste her du Serokwezîrê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê derbarê budçeyê bigihîjin tifaqê, piştre Hikûmeta Iraqê budçeyê bo herêmê bişîne, lê heya niha tifaqa han nehatiye rojevê, ger tifaqa han hate îmze kirin, dê ew budçeya bo herêmê bête vegerandin”.

Talebanî axaftina xwe wiha domand, “Ji ber ku salane Bexda li budçeya giştî ya Iraqê beşa budçeya hêza pêşmerge û rêveberiya regezname û paseporta herêmê qut dike, li ser vê bingeha ku li Bexdayê tê dabîn kirin, lê heya niha budçeya han negihîştiye herêmê”.

Pirsa pêşmerge yek ji pirsgirêkên hilavîstî ya navbera Hewlêr û Bexdayê ye û heya niha nehatiye çareserkirin û wekî tê zanîn hejmara pêşmerge sedema lihevnekirina navbera her du aliyan e.

Di 12’ê Nîsana derbasbûyî de Parlamentoya Kurdistanê budçe pesend kir ku ji 11 tirilyon û 433 milyar û 176 milyon dînaran pêkhatibû, 3 tirilyon û 543 milyar û 47 milyon dînar bo budçeya berhemanînê û 7 tirilyon û 889 milyar û 102 milyon dînar bo xerkirinê, hatibû diyar kirin.

KRG.NH)

Netewe
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia