RSS Start Contact
Kurdistan| Cîhan| Hevpeyvîn| Dosya Taybet| Daxuyanî| Çand û Huner| Vîdeo| Redaksîyon| Jin û jîyan| Vîzyon

Casim Rênas: Gelo ji bona armancên hanê xebata çekdarî tê kirinê?


avatar
Dêrikî - 29 Jul 2010
Ocalanê xeydok hinek merc û armanc ji bona çareseriya pirsa Kurd û agirbesê eşkere kir.

“Ocalanê xeydok” dibêjim, ji ber ku Ocalan gelek caran ji hevalên xwe ji hikumet û dewleta Tirk xeyidîbû.

Gelek caran wekî zarokan “eger usa,usa nebe, ez nalêyzim” digot.

Lê belê ez jî wekî gelek kesan, baş dizanim ku Ocalan bi halwesta xwe ya hanê ve gefa hikumetê dixwe û xwe li ser hinek alî ferz dike, daku ew wekî terefê sereke bê qebulkirinê.

Babeta nivîsa min ne halwest û naz û gef xwarina Ocalan e, mercên hanê ne ku Ocalan bona çareseriyê eşkere kiriye.

Ocalan di hevditina xwe ya dawî ya ligel parêzerên xwe da, behsa “demokratîk ozerklîk” ango “otonomiya-xweserîya demokratîk” dike.

Ji axaftina Ocalan usa xuya ye, ku ew ji bona çareser kirina kêşeyê Kurd, damezrandina “otonomiya demokratîk” pêşniyar dike.

Ku pêşniyara hanê, ango otonomiya demokratîk jî şiklek ji şiklên cî be cî kirina mafê çarenus e.

Ji axaftina Ocalan derdikeve, ku damezrandina otonomiya demokratîk karê îro an sibê nîne, ji bona cî be cî kirina daxwaza hanê wext û pêvajo lazim e.

Bi gor bîr û baweriya Ocalan di vê pêvajoyê da amadekirina destûreka demokratîk daxwazeka sereke ye.

Ocalan usa dibêje: “Kêşe di çarçoveya destûra demokratîk da tê çareserkirinê. Ji ber vê yêkê destûreka demokratîk daxwaza me ya bingehîn e.”

Ocalan, her usa rastbîn e jî.

Dizane bêriya amadekirina destûrê, divê hinek gav bêne avêtin.

Ku, bi gor Ocalanî gavên hanê jî ev in: Divê rêjeya hilbijartinê bê kêm kirinê, divê Qanuna Dij Terorê bê betal kirinê, pirsa zarokên girtî divê bê çareser kirinê, siyasiyên Kurd, ku di heyama operasyonên li dijî Koma Civakên Kurdistanê (KCK) da hatine girtin, divê bêne azad kirinê.

Ocalan, her usa ligel hinek têbiniyên piçûk, piştgiriya bangawaza saziyên sivîl ku demek berê ji aliyê bi qasî 100 sazî, dezgeh, sendîqe û komeleyên sîvîl yên Amedê ve hat kirin û têda daxwaza agirbesa PKK jî hebû, dike.

Herwekî diyar û eyan e, daxwaza Ocalan û daxwaza gelek alî, hêzên siyasî, sazî û komel û kesan hevbeş in; wekyek in.

Ku, ev yêka bi gor bîr û baweriya min tiştekê baş û êrênî ye.

Lê belê li virda pirsek tê holê.

Gelo ji bona gihîştina armancên hanê, pêwistî bi şer û tekoşîna çekdarî heye?

Gelo ji bona pêşvebirin û kûrkirina demokrasiyê, amadekirina destûreka demokratîk, şert e ku şer bê kirinê?

Ma gelo çi feydeyê şer û pevçûn, dengê tanq û top û firokeyên cengî heye di proseya demokrasî û amadekirina destûreka demokratîk da?

Ma gelo ragihandina agirbesek ya ji aliyê PKKê ve dê rêka proseyê hanê hêsantir neke?

Bê guman usa ye.

Ji bona bi destxistina armancên, ku Ocalan destnîşan kiriye, xebata çekdarî ne hewce ye.

Ji ber ku zirûfa siyasî ya li Tirkiyeyê, ligel hinek astengan, bona xebata siyasî û legal ji bona daxwazên hanê û amade kirina destûra demokratîk musaîd e.

Û bê guman şer û pêvçûnên îro, ji bona proseya hanê ziyanbexş e.

Ji ber vê yekê jî eger Ocalan dixwaze di warê axaftina xwe ya dawî da samîmî bûna xwe nîşan bide, divê banga agirbesê jî bike.

Da ku rê li ber diyalog, dan û standin û xebata legal û demokratîk û sîvîl xweştir be.

Daku, ji bona daxwazên hanê yên demokratîk û rewa xwîna xortên Kurd neyê rijandinê, pêwendiya navbera herdu gelan xirabtir nebe.

Dema Nû
vegere paş| Ji hevalê xwe re bişîne| li ser kaxiz kopî bike
Facebook| My Yahoo| Twitter| google

Şîrove kirin







avataravataravataravataravataravatar avataravataravataravataravataravatar
Start|Link|Contact|copyright © 2009 netewe.com|Design by Chia