Serok Barzanî Cejna Çileya Havînê ya êzdiyan pîroz kir
Dêrikî - 30 Jul 2010
Serok Barzanî Cejna Çileya Havînê ya êzdiyan pîroz kir. Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xelkê êzîdî kir.
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya hatina Cejna Çileya Havînê ya êzdiyan, ez pîrozbahî li hemû êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.
Ez hêvîdarim ku hemû sal û dem weke cejnê bi xweşî û kameranî li Kurdistana serfiraz bidome û li xêra ezmûna demokratîk a Kurdistanê vegere û bi yekrêziya zarokên gelê me ku Kurdên êzdî beşeke girîngin ji resena wê, bikarin mafên hemû pêkhatan û mafên olî yên pêkhatên Iraqa federal û demokrat bi dest bixin.
Careke din ez cejna Çileya Havînê ya êzdiyanli hemû xuşk û birayên Kurd ên êzdî pîroz dikim û hemû cejnên we her di xweşiyê de bin.