Di êrîşa Dortyolê de cîgirê serokê şaredarê yê MHP ê hat bin çavkirin
Cano Amedî - 30 Jul 2010
Li gorî nûçeya rojnama Zaman wesayita (seyare) li Enteqya/ Dortyolê di êrîşa li dijî polîsan de bi kar hatiye ya berpirsîyarêkî partîya nijadperest ya MHPê derket. Weke tê zanîn çend roj berê li Dortyolê êrîşekî çekdarî li dijî polisan hatibû û di encamê de çar polis jiyana xwe ji dest dabûn
Li gor daxuyanîya polisên Tirk seyara di êrîşê de bi kar hatiye ya cîgirê serokê şaredarîya Payasê (Belda Dortyolê ye) û endamê meclisa partiya MHP ê Bestami KILINÇ e. Polis piştî lêkolînê Bestamî Kılınç girt bin çav.
Cigirê serokê şaredarîya Payas ê û endamê MHP ê Besamî kılınç di îfad3ê xwe de qebûl kirîye ku seyare ya wîye û gotîye : " Ez çûm zozan û çar kes rastî min hatin seyara min ji min girtin û du kes çûn bajêr." Lê polis jê pirsîye ku çima di dema bûyerê de an pişt re gilî nekirîye û haya polîsan pênexistîye. Besamî Kılınç bersiva wê pirsê nedaye û bêdeng ma ye.
Berpirsîyarên MHP ê yên şaxê Enteqya bûyer qebûl kirine û gotine di derheqê vê bûyerê de em naxwazin bipeyivin.
Piştî îfadeyan cigirê serokê şaredarê û endamê meclisa partiya MHP hate girtin.